Dr.Abdurrahman ADAK mêvanê komela Subartu li Qamiþlo
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÃÛÓØÓ 2015
Mijar: Nûçe



 Roja Þemiyê 08.08.2015 û bi amadebûna beþek ji nivîskar, siyasetmedar, û nûnerên rêxisin û komên civaka sivîl li navenda Subartu- Qamiþlo simînarek bi navê:
Ronahiyin li ser Dîroka Wêjeya Kurdî (ya kilasîk) ji hêla Dr. Abdurrahman ADAK –Serokê beþê ziman û wêjeya kurdî li zanîngeha Mardin- hat pêþkêþkirin.
Dr. ADAK da xuyanîkirin ku wêjeya kurdî ya devikî kevne, lê ya nivîsandî na, weha jî da xuyanî ku dîroka wêjeyê berî misilmantiyê tariye.
Di sedsala 9an –serdema Abbasî- de nivîskarekî siryanî di pirtûkek xwe de bi navê – Þewqul musteham fî marîfet rumûzil eqlam- diyar dike ku alfebêteke kurdî heye û sîh 30 pirtûk bi wê alfabêtê hebûn û 2 du  ji wan wergerandiye zimanê erebî.

Wêjeya kurdî ji kurdistana Rojhilat dest pê kiriye ji sedsaliyên 9,10,11an de, ji baba tahir ê Hemedanî.
Ew di dema mîrektiyê de geþ bû, çiko desthilat kurdî bû, ziman kurdî bû û weha jî perwerdekirin. Û her ku desthilat xurt dibû wêje ligel xurt dibû.
Dûvre hat ser bandora nakokiyên di navbera herdu Ýmpiratoriyên Osmanî û Sefewî li wêjeya kurdî.
Di sedsala 16 û ya 17an de baþ nav derbûn; ji wan Melayê Cezerî yê ku yekemîn dîwan helbest ji wî gihaye me, û Feqeyê Teyran yê ku dastane –mîna Þêxê Sen`anî- nivîsand, û Elî yê Herîrî, û li dû wan Þêx Þemsê Xelatê yê ku dengê heywanan di helbest û nivîsandinên xwe de bikar anîn. Li paþ wan Ahmedê Xanî hat xwediyê Mem û Zîn ê. Taybetmendiyên Xanî ew bûn: warê netewî û daxwaza yekîtî û lihevkirina kurdan li gel rexna mîran. Û Murad xan ê Bayezîdî yê ku Zembîlfiroþ nivîsand.
Di sedsala 19an de çend nav berz bûn lê di bin bandora Xanî de man; j, wan: Harisê Bedlîsî: Leyla û Mecnûn û Yûsif û Zelîxe.
Û Mewlûd a bi kurdî yekemîn car bi destê Melayê Bateyî tê nivîsandin.
Li nav behdînan ev nav dertên: Mele Mensûrê Gelgaþî, Bekir Beg ê Erîsî. Û Þêx Xalidê Zîbarî xwediyê dastana qehremanî olî "Qewlê newala Seysebanê".
Di sedsala 19an de çend þêwe riyên olî diyar bûn: Neqiþbendî û Qadirî, wan jî bandora xwe li wêje kirin; mîna Pertewê Hekkarî, Wedaî, Nûreddînê Birîvkanî, Siyapoþ û Mele Xelîlê Sêrtî.
Bi hilweþandina mîrektiyan re wêje jî ket bin wê bandorê de.
Li nav Soran baþ nav diyar bûn, mîna: Nalî, Salim, Mihoyî, H.Q.Koyî.
Di sedsala 20an de wêjeya nûjen li Þam, Amed, Qefqas û Silêmaniyê dest pê kir.
Hêhayî gotinêye ko amadekirina vê simînarê ji hêla endamê komela Subartu; Ibrahîm Abbas Ibrahîm ve hatiye pêkanîn.


 

 

 

 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4114