DIBISTANA PILINGÊN TAYKWENDO DIXWAZE XEWNAN BIKE RASTî (nimûneyek ji Rojavayê Kurdistanê)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 12 íæáíæ 2015
Mijar: Nûçe



 Idrîs Hiso

Bawerî bingeha her kar û xebatê ye , wa diyare ku berpirs û endamên Dibistana Pilngên Taykwendo li bajarê Hesekê Rojava yê Kurdistanê xwedî bawerî bi mirovatiyê û bi xwe hene .
Li Sûriya û Rojava yê Kurdistanê di dema berî şoreşê , di dema şoreşê û paşî wêjî ne hesane ku mirov karekî serbixwe û azad bike … lê xuya dibe ji kar û encamên karên dibistanê heger mirov xwedî bawerî , îrade , û biryar be , kare sînor û dîwarên astengî , arîşe û bê hêviyê bişkîne û derbaske



 ji havîna sala 2009 ta wek niha ,her mendalek ku derbasî vê dibistanê bûye bi reng û dengekî din jê derketiye …ne tenê mendal ta bi jin û mêran jî …lê belê dibistan bêtir guhdana mendalan dike .
Her kesek bi çavên xwe cîhanê dibîne , nerîna vê dibistanê li cîhan û mirovatiyê, nerîna bidestxistina sekeftin û pêşveçûnê ye ..rewş çibe bila ewbe  …loma em dibînin dibistan wek maleke hevgirtî û hevhez pêngav pêngav pêşve diçe û armancên ber biçav pêk tîne .
Di maweyê 5 salan de dibistana pilingan karîbû bibe diyardeyek li bajarê Hesekê û tevayî herêma Cezîrê ..ne tenê wa her wisa karîbû navê Hesekê û Rojavayê Kurdistanê bighîne gelek welat û dewletan , her wisa karîbû gelek armancên xwe pêkbîne û bi encamên baş jî .
Mirov bi kurtî dikare behsa van Encaman bike :
2009 pileya 4 li ser asta Sûriya
2010 pileya 3 li ser asta Sûriya
2011 gelek encam bi destxistne , gelek endamên Dibistanê bûne yarîzan di tîma Sûrya ya niştmanî de, herwisa di sala 2012 jî gelek serketfin bi destxistine …û di sala 2013 de li rex bi dehan çalakî û karên corecor , civakî , hunerî û zanistî , mîna şevbêrkên bo hunermendan , êvarên bo çîrok û helbestê , êvarên temaşekirina fîlman, pêşengehên şêwekarî û xulên zimanê (Kurdî , Inglîzî , Firensî) , li gel hin çalakî di biwarê perwerde û fêrkirina zarokan û xula fêrbûna fotografî…hd
Ta bi çapkirin û belavkirina kovarek mehane bi navê XEWN ,ku balê dikşîne ser çand , huner , werziş , zanist û ziman(Erebî , Kurdî , Inglîzî)….lê şehnaziya mezin di vê salê de ji wanre û him ji kesûkarên endaman re û xelkê herêmê bigiştî re ewbû peşdarîkirina wan di pêşberka navdewletî li bajarê Ordo li Tirkiya û bi destxistina bêtir ji 6 mîdaliyên navdewletî ku yek ji wan ya zêrîn bû bi navê yarîzan ALA HESEN ku temenê wê 15sale û mîdaliyek zîv bi navê SÎVÎN HISÊN ku temenê wê 12 sale û 4 mîdaliyên Bironz jî , her wisa tîma dibistana wan baştrîn tîm bû div ê pêşberka navdewletî de , tevî ku gelek dewlet peşdarbûn mîna Iraq,Tirkiya,Azerbîcan û Îran …jibo dibistana wan ev karekî mezin û payebilinde.
Dema rêveber û rahênkarê wê Ezîz Abê behsa vê destkeftî û serkeftinê dike mirov dikare cirûskên hêvî , dilsozî û îradeya mana li welat di çavên wî de bi zelalî bixwîne, tevî ku gelek kes xwe ji welat dikşînin bi bihaneya ku derfetên sirûştî ji kar û çalakiyan re nemaye , lê li rex vê dibstanê vajî vê bîrokê îradeya jiyan û berxwedanek mezin tê dîtin .
Jiber rewşa xerab ya welatê Sûriya , gelek astengî têne pêşya vê dibistanê , cinku û wek ku M.Ezîz Abê tekez dike ew nikarin bi firokeyan herin dervî welat , nemaze ew ne bi navê rêcîmê û nejî bi navê opozisyonê çalakiyên xwe dikin , ew binavê gelê Sûrya beşdarî pêşberkan dibin û çalakiyên xwe li dar dixin , tevî ku gelek  aliyan xwestin çalakî bi alîkariya wan be lê ew razî nebûn. Lê tevî wilo ew wek tîmek kurdî ji Rojavayê Kurdistanê tên nasîn , çinku herêma cezîrê tê nasîn wek herêmek kurdistanî.
M.Ezîz Abê wa dibêje :
gelek vexwendin ji mere tên ji welatên Erebî û Uripî , wek mînak berî demekê vexwendin ji mere ji Urdun hat , û ji Ermenstanê bo em peşdaî pêşberkan bibin , û jibo em karibin sînorê welat derbaskin tenê du dergeh li ber me hene , Sêmalka û Dirbêsyê , ev herdu dergeh jî di dest kurdan de ne , loma tenê doza me ji wan eve ku karibin alîkarbin ku dergeh jibo me vekin û hew , me tiştekî din navê. 
Di çend hevokekî kurt mamoste Ezîz Abê wa behsa karê xwe dike:" me bawerî bi werzişekî zanistî heye , dibistana me ne tenê laşan avadike , em dixwazin hişekî bîrwer û laşekî bi hêz avabikin , armanca me ewe , em karibin nifşekî werzişî xwedî hêz û bawerî avabikin , nifşekî werzişî nû. Çinku em bawerin tiştek wek xwe namîne …û her tişt di jiyanê de ber bi pêşve diçe."
Jiber vê nerîn û baweriyê , em dibînin sal bi sal ev dibistan program û armancên nû li pêşiya çavên xwe datînin , bi astek bilisdtir ji salên çûnî, û berdewam kardikin bo pêkanîna van armancan.
Bêtir ji 60 kesî hatiye amadekirin bo wergirtina kardên yarîzanên navdewletî , 20 ji wan hatine nivîs wek yarîzanên navdewletî , û ev bi serê xwe serkeftinek gewreye bo herêma Cezîrê û bajarê Hesekê , bi hemî pêkhateyên xwe ..
Dema mirov li tevger û çavên yarîzanên  Dibistana Pilingên Taykwendo dimeyzîne , mirov bi hesanî ditwane nasbike kesên ku dixwazin dar û gulên hêvyan biçînin hîn li ser vê xakê hene , dev û dêmên keç û xortan yek xulek bê ken namîne li vir , li rûpelên riwên wan mirov dikare paşerojek bi rengekî din bixwîne .
Dema yarîzanek , an rahênkarek daxive li ser hêvî û armancên bê sînor , tu dibêje qey ev ceng û şer ne li vî welatî dibe … ev gênc û keçên wek gulan …tevî zehmetyan ..ji Salihyê ..ji Heseka delal ala avakirina jiyanek bi rûmet hildidin ….û bawerin wê serkeftin para wan be .


 

 
Di kampînekê rahênerê li gel dibstana Hewlêr ya Takwendo –başûrî kurdistan t

Tîma dibistana pilngên taykwendo -Heseke







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4104