
«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (15)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 íæäíæ 2015 Mijar: Nûçe
Deham Ebdulfettah
Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
Mebesta me ji gotina (rawegorî) yan jî (kategorî) [1] ew e ku nîşandekên jimara kara û berkaran bi şêweyekî rast û durist , li wan , yan jî li karên wan xuya bibin . Anku , raweya karan li gora jimara kara û berkaran teşeya (forma) xwe , di hevokê de durist bistîne .
Berî nuha ev mijar di pirtûka me de , ya bi navê "Kar di Zimanê Kurdî de"hatiye belavkirin .
Nuha jî em dixwazin vê mijarê careke dî , di vê pirtûkê de biweşînin , ji ber ku gelek caran mijar di nav gel de bi şaşî tê xebitandin , hin nivîskar jî wê şaşiya gelêrî wekî ku bihîstiye dinîvisin bêyî ku li ser rawegoriya hêmanên hevokên xwe rawestin , wek nimûneya wan şaşiyan : -Zînê hevalin dît -Zîn û Fatê hevalek dîtin -Restem dar (gelek dar) şikand -Restem û hevalên xwe dar (darek) şikandin Şêwazê nivîsîna van mînakan ne li gora destûra rêzimana Kurdî pêk hatiye . Çiku , girêdana rawegoriyê di navbera kara û karên wan de bûye û berkar paşguh û bêrol mane . Anku , karayên yekjimar karên wan jî , li wê gorê bi yekjimarî hatine : -Zînê ( . . . .) dît -Restem ( . . .) şikand Karayên komjimar jî , karên wan li gora wan bi komjimarî hatine : -Zîn û Fatê ( . . . .) dîtin -Restem û hevalên xwe ( . . . .) şikandin Lê diyar e ku karên di mînakên me de hatine xebitandin , (dîtin , şikandin) , derhingêv (têper) in û di dema borî de bikar hatine . Li gora bend û destûrên rêzimanî gerek girêdana rawegoriyê bi van karan re di navbera berkar û karan de bibe , ne di navbera kara û karên wan de . Anku , gerek jimara kar û berkarê wî li gora hev bin , heger berkar yekjimar be gerek kar jî li wê gorê yekjimar bê , lê ku berkar komjimar be gerek kar jî bi komjimarî bê . Li vê gorê , gerek ew hevokên mînakan bi vî şêweyî bêne nivîsîn : -Zînê hevalindîtin (Wê ew dîtin) -Zîn û Fatê hevalek dît (Wan ew dît) -Restem dar (gelek dar) şikandin (Wî ew şikandin) -Restem û hevalên xwe dar (darek) şikand (Wan ew şikand) Bo ku em bi hûrbînî têbighêjin , ka çima ev girêdana rawegoriyê rast e û çima ya dîtir şaşiyeke gelêrî ye , gerek em mijarê ji hemû aliyan ve û di hemû raweyan de ronî bikin . Me berê jî gotiye , nîşandekên jimara wan navên ku di hevokan de dibin kara û berkar bi cor û demên karên wan ve girêdayî ne . Kar jî di zimên de (2) beş in : -Karên nederhingêv (têneper) . Karên derhingêv (têper) 1-Karên nederhingêv ew kar in , yên ku nahingivin berkarên rasteder (rastexwo) û hevokên sergihayî bi xwe û karayên xwe ava dikin . Anku , hevoka karê nederhingêv ji (2) hêmanên serekî pêk tê , (kara û karê wî) Wek : -Mêvan hatine . -Baran dibare . Carinan jî hinek têrkerên hevokan bi kara û karê wî re tên : Wek : -Mêvan ji Amedê hatine . -Vê êvarê baran dibare . 2-Karên derhingêv jî ew kar in , yên ku dihingivin berkarên rasteder û hevokên xwe bi wan saz dikin . Hevokên karên derhingêv ji (3) hêmanên sereke (kara , berkarên rasteder û kar) saz dibin . Wek : -Şagirtekî rojname xwend . -Zîn nameyê dinivîse . Piştî ku me her dû corên karan dane nasîn em ê nuha rola her corekî ji wan , di warê rawegorî û cîgirtina nîşandekên jimara kara û berkaran de ronî bikin . a-Rola Karên Nederhingêv (Têneper) Ji ber ku karê nederhingêv berkarên rasteder naxwazin , hevokên wan , bi wan û karayên wan sergihayî dibin . Di van hevokan de girêdana rawegoriyê di nav kara û karên wan tenê de dibe . Anku , nîşandekên yekjimar û komjimara karayan dighêjin karên wan (û kara wek xwe , bêyî nîşandek dimînin) , eger kara yekjimar bin karên wan jî (di hemû dem û raweyan de) bi yekjimarî tên , lê ku komjimar bin karên wan jî(di hemû dem û raweyan de) bi komjimarî tên û nîşandeka komjimariyê (in) dighêje wan karan Wek : 1- Dema Borî -Azadhate malê -Azad û Restemhatin malê -Tudiçûyî dibistanê -Hûndiçûn dibistanê . 2- DemaNuha -Zîndihere (dere) gulistanê -Hevalên wê jî diherin gulistanê 3- Dema paşeroj ( Ayende): - Baran ê bibare - Berf û Baran ê bibarin Di van mînakan de girêdana rawegoriya di navbera kara û karên wan de eşkera ye . Lê gelo ev girêdana pabendî , çi sûdê dide têgeha hevokê ?! Gelek caran raweya kara di yekjimarî û komjimarî de yek teşe ye . Hingê em bi nîşandeka(in) , ya ku dighêje karê wî karayê kom , dizanin ku ew kara komjimar e , lê ku kar bêyî (in) be tê zanîn ku kara yekjimar e . Wek : - Ew hat (yekjimar) - Xwendekar raket ( yekjimar) -Ew hatin (komjimar) - Xwendekar raketin (komjimar)
b- Rola Karên Derhingêv (Têper) :
Girêdana rawegoriya karên derhingêv bi kara û berkaran re , li gora demên wan karan , bi (2) şêwazên berevajî hev bikar tê . Di Dema Nuha û Paşerojê de
Girêdana rawegoriya karên derhingêv di dema nuha û paşerojê (ayinde) de bi karayên wan re dibe û berkarên wan derveyî hevkêşa rawegoriyê dimînin . Anku , eger berkar yekjimar bin , yan komjimar bin , têkiliya jimara wan bi karan re nîn e . Lê ku kara yekjimar bin , yan komjimar bin , nîşandekên jimara wan li karên wan xuya dibin (û ew bêyî nîşandek dimînin) . Nimûne : a-Dema Nuha :
- Şagirt pirtûkê dixwîne (yekjimar) - Şagirt pirtûkê dixwînin (komjimar) - Ez nameyan dinivîsim (yekjimar) - Hûn jî nameyan dinivîsin (komjimar) - Ew pênûsan difroşe (yekjimar) - Ew pênûsan difroşin (komjimar) - Ev jin gulan diçine (yekjimar) - Ev jin gulan diçinin (komjimar) b- Dema Paşeroj (Ayinde) :
- Şagirt ê (dê) pirtûkê bixwîne- Şagirt ê (dê) pirtûkê bixwînin- Tu yê nameyan binivîsî- Em ê nameyan binivîsin- Ew ê pênûsan bifroşe- Ew ê pênûsan bifroşin- Ev jin ê gulan biçine- Ev jin ê gulan biçinin
Diyar e , ku girêdana rawegoriyê di dema nuha û paşerojê de di navbera kara û karên wan de ye û nîşandekên jimara karayan li karên wan diyar dibin : - Ew ( . . .) dinivîse - Ew ( . . .) dinivîs in- Ev ê ( . . .) binivîse - Ev ê ( . . .) binivîs inJi hêleke dî jî , em dibînin ku berkar di wan hevokên jorîn de di bin bandor û destûra verêsê (tewangê) de dimînin .Anku , nîşandekên jimara wan , di heman dem de nîşandekên tewandina wan in . Wek : -Ez mirovekî dibînim . -Tu jî mirovin an dibînî . -Azad heval an perwerde dike . Lê ku berkarê nerasteder li pey wan berkarên rasteder bên , hingê berkarên rasteder ji bin bandora verêsê tên der . Wek : -Ez mirovekî [2] biyanî dibînim -Azad hevalên me perwerde dike 2- Di Dema Borî de :
Ji destpêka mijarê ve me destnîşan kirî , ku rawegoriya karên derhingêv di dema borî de , wekû kêşeyeke aloz di navbera girêdana kara û berkaran de xuya bûye . Ev kêşeya nezelal jî , bûye sedema peydabûna hindek şaşiyên gelêrî . Berî nuha me dît ku di dema nuha û paşerojê de , çawa girêdana rawegoriyê di navbera kara û karên wan de pêk tê û berkar derî rawegoriyê berverês dimînin . Lê di dema borî de girîdana rawegoriyê (berevajî dema nuha û paşerojê) di navbera berkar û karan de pêk tê . Anku , nîşandekên yekjimar û komjimara berkaran li karan xuya dibin û kara derveyî hevkêşê , di bin bandora verêsê (tewangê) de dimînin . Wek : -Fatê ev dar (darek) çandiye -Fatê ev dar (gelek dar) çandine -Zarokan hinarek çinî -Zarokan hinarinçinîn -Vî şagirtî xelat (yek xelat) wergirt -Vî şagirtî xelat (gelek xelat) wergirtinDi van hevokan de eşkera ye , ku kar û berkar bi hev girêdayî ne , dema ku berkar yekjimar be kar jî yekjimar tê , lê ku berkar komjimar be kar jî (li wê gorê) komjimar tê . Lê kara bixwe dûrî vê têkiliyê dimîne . Di vê rawegoriyê de kara dikeve ber destûra verêsê û yekjimarî û komjimariya wan bi nîşandekên verêsê (tewangê) bixwe têne nasîn : -Vê hevalê gelek pirtûk xwendine -V an heval an pirtûpkek tenê xwendiye Têbînî :1- Hindek xemxurên zimanê Kurdî rawegoriya karên derhingêv (di dema borî de) bi vê nêrîna jêrîn rave dikin : Heger kara nav bin , kar bi wan ve têna girêdan û li gora jimara wan bikar tên . Wek :
- Şivanekî berxên xwe firot- Şivanan gurek kuştinLê ku kara cînav bin , jixwe kar bi berkaran ve girêdayî ne : Wek :
-(Wî) berxên xwe firotin -(Wan) gurekkuştLi gora destûrên rawegoriyê û yên verêsê jî , ev nêrîn ne rast e . Ji ber ku cînav li şûna navan bikar tên , destûra ku navan dide ber xwe , cîgirên wan navan jî dide ber xwe : -Şivanekî berxên xwe firotin(Wî ewfirotin) -Şivanan gurekkuşt(Wan ewkuşt) 2- Rastiya rawegoriya karên derhingêv , ya ku li gora pîvanokên rêzimanî , bi van her dû şêweyan berçav dibin : a-Di dema nuha û paşerojê de , kar û kara bi hev ve girêdayî ne , nîşandekên jimara kara li karê wî xuya dibin û berkar berverês dimîne : -Ev şagirt sirûdan dixwîne -Ev şagirt ê (dê) sirûdan bixwîneb- Di dema borî de kar û berkar bi hev ve girêdayî ne , nîşandekên jimara berkar jî li karê wî bixwe diyar dibin û kara berverês dimîne : -Şagirt sirûdekxwend -Şagirt sirûdinxwendin3- Bo çespandina rastiya rawegoriya karên derhingêvî di dema borî de , em ê hevokên mînakan ji şêwazê pendî (nas) biguhêzin şêwazê nependî (nenas) , hingê nîşandekên jimara berkaran , yên ku li karan xuya dibin , ew ê bighêjin karê alîkar "hatin" Wek :
-Azad û hevalên xwe sirûd (yek sirûd) xwend (sirûd hat xwendin) -Azad û hevalên xwe sirûd (gelek sirûd) xwendin (sirûd hatin xwendin) Ev şêwaz di çespîne , ku girêdana rawegoriyê di dema borî de , di navbera berkar û karan de ye û ew nîşandekên ku dihêjin karan (di hema dem de) , yên jimara berkaran in jî . [1]- "Kategorî", navlêkirina prof Qnatê Kurdo û hindek şarezayên Kurmanciya xwarê (Soranî) ye.
[2]-Ev (î) veqetandeka (zêdera) navê nependî (nenas) e, ne nîşandeka tewandina navê nependî, yê yekjimar e.
|
|