Çavpêketinek bi Farûqê Mela Hajî re dostê Seydayê Cegerxwîn
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 íæäíæ 2015
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

Di sala 1976an de, piþtî ku mala seydayê Cegerxwîn ji Þamê vegeriya Qamiþlo, pêwendiyên min pêre çêbûn û her pêlekê ez diçûm serdana wî. Di wan serdanan de, gelek caran navê (Farûqê Mela Hajî), wek dostekî Cegerxwîn yê nêzîk dihat holê.
Berî çend rojan, çav bi mamoste Farûqê Mela Hajî ketim, min jê xwest ku ji min re behsa dostaniya xwe bi seydayê Cegerxwîn re bike.. Camêr bi kêf bersiva min vegerand:


(Di sala 1976an de, min bi otomobîla xwe mala Cegerxwîn ji Þamê anî Qamiþlo.. Ew hevalê partiya Pêþverû bû, ez jî dostê wê partiyê bûm û wiha pirrê caran em bi hev re bûn... Gelek caran min ew vexwendî xwarin û vexwarinê dikir û þevbuhêrkên xweþ me bi hev re derbas dikirin.. Wî, ji me re helbestên xwe digotin û her ku helbestek nû diafirand ji me re dixwend.. Cegerxwîn, çîrokên pirraniya stranên kurdî yên folklorî zanîbû û eger carekê dengbêjekî stranek þaþ bigota, Cegerxwîn digot; þaþ dibêje, ne wilo ye, bi gotinên stranê lîstiye.. Hem jî wî, dîroka pirraniya eþîrên Kurdên Cizîrê zanîbû.. Dema ku ez zewicîm û ji (Meha Hingivîn) vegeriyam malê, Cegerxwîn hat mala me gundê cumayê û em pîroz kirin..
Min jî, ji Cegerxwîn re texsîr nedikir.. Min, ne kêmî hevalên wî yên Partiya Pêþverû alîkariya wî dikir.. Min, gelek caran qeytanên qundereya wî, jêre girêdidan.. Ji ber ku ew qelew bû û destekî wî nivbawî bû, zor bû jêre girêdana qeytanan.. Bi rastî, gelek caran jî, mamoste Hemîd jêre qeytanên wî diþidandin..
Dema ku min bihîst wê termê wî ji Swêdê bigihêje balafirgeha Þamê, em çend dostên wî; ez û avokat Osmanê Osman, Nazlî (Diya Fuad), digel keçên wî; Suad, Sînem, Rojîn, Gulperî û hin kesên din jî hebûn, em çûn Þamê pêþwaziya wî.. Roja 04.011.1984, termê wî gîha balafirgeha Þamê.. Em dor 150 otomobîlî di pêþwaziya wî de bûn.. Ew otomobîl bi me re meþyan ta bi Heresta, bi tenê em çar man, me berê xwe da Helebê û Qamiþlo.. Li Helebê bi dehan otomobîl tevlî kerwanê me bûn.. Li 47, Hesenê Gemo li pêþiya me bû, em lê sekinîn, biraziya wî helbestek Cegerxwîn got.. Di pey re em rastî mamoste Hemîd Derwêþ û hevalên wî hatin.. Li Hesekê kerwanê me mezintir bû.. Lê li ser pira gundê Agûlê, em di nav xelkên de winda bûn.. Û wek ku te dît! Dinya û alem hatibûn pêþiya termê Cegerxwîn. Otomobîlên xelkê li wan bûn bele.. Di roja 05.011.1984an de, em gîhan Qamiþlo û me termê wî, di hewþa mala wî de veþart, wek ku wî xwestibû.. Di wan çend ezayî de, ez jî, wek pirraniya kurdperweran û hevalên Partiya wî, yên ku konê þîniyê vedabûn, di bin konê þîniya wî de rûniþtim..
Vê paþiyê xwestin ku gora wî ava bikin, min xwe da ber tev berhemên avakirina gorê û nûjenkirina mala wî, hem jî min bi xwe, çavnerîna karkeran kir.. Carekê mamoste Hemîd hat û got: Bi min xweþ e ku ez bingehê gora Seyda av bidim.. (Wek ku hun di wêne de dibînin; Ez, Ebû Hiso, Ehmed Berzencî, mamoste Hemîd avê li bingehê gora seyda dike, rehmetiyê Temir Mustafa, Seydayê Keleþ û Musa Hûç..).

Wêneyê din, Newroza sala 1977 ye; (Ez, Osmanê Biro, Seydayê Cegerxwîn, Zibêrê Mele Xelîl û Avokat Osmanê Osman).. Erê, ez di xizmeta Seydayê Cegerxwîn de bûm, lê min nizanîbû ku ew wiha mezin e.. Piþtî ku mir, nû em bi mezinbûna wî hisiyan.. Îro ez gelekî þanazim ku ez yek ji heval û dostên Cegerxwîn bûm..).
Mamoste Farûq, gelek çîrokên xwe û hevalên xwe bi seydayê Cegerxwîn re ji min re gotin...

Qamiþlo, 12.06.2015  

 

 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4082