Rewþen xanim Bedirxan, Piþtî 23 Salan
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 íæäíæ 2015
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

Bi helkeftina ku iro 01.06.2015, (23), sal di ser koçkirina Mîrzade Rewþen Bedirxan re derbas dibe, bi min xweþ e em kêlîkekê li pêvajoya jina kurd vegerin û wek nimûne navê çend jinan bînin ziman û 23 saliya mîrzade Rewþen Bedirxan bibîr bînin.. 
Di nîvê çerxê 20an yê pêþîn de (Hefse Xanim Neqîb), nav û dengekî bilind di Kurdisanê de dabû û hatibû naskirin wek pêþewaya Silêmaniyê; hem bi çalakiyên xwe di ber jina kurd de û hem bi bervedêriya xwe di ber mafê gelê kurd de. Mala vê þêrejina kurd li Silêmaniyê wek dibistanekê bû ji jinên kurdan re û çendî car vê jina kurd hawar û gaziya kurdan gîhandiye Ewrûpa û ew bû ya ku komara demokrat li Mehabad pîroz kiriye..


   Di serhildana Sasonê (1925-1936)an de jî, rola jina kurd hebû. Di wê berxwedanê de navê van herdu jinên kurd bi mêranî hatiye holê (Reqiya Xanim û Zariya Xanim).. Di salên 1927-1930 î de jî navê Yaþar xanim, kebaniya qehremanê kurd Îhsan Nûrî Paþa di nav gel de bi mêranî hatiye belav kirin û bi saya wê gelek jinên hoza Celaliyan beþdarî þerê Romê bûne... Di sala 1946 an de, Mîna Xanim Qazî, kebaniya Pêþewa Qazî Mihemed roleke berz di þiyarbûna jinên Mehabadê de lîstiye, hem jî qencî jêreye ku wê bingehê yekîtiya afretên komara Mehabadê danî ye.


   Li gor xwendin, xepartin û serwextiya min ji civata kurdî re û ji gelek rexan ve, mêze dikim ku jina kurd ligel mêrê kurd rolek berçav lîstiye. Belê ji ber gelek sedeman ve, navê wê di tariyê de maye, hêj ew ronahiya pêdivî nehatiye berdan ser kar û xebatên wê..
   Lê sebaretî Rewþen xanim Bedirxan, wek rewþenbîrek Kurd a jin; mêze dikim ku vê þêrejina kurd di sirgûniyê de li Þamê, ji sala 1935 an û virde, rolek berz di þiyarbûn û tevdana hestê netewî kurdî de lîstiye, nemaze di warê rewþenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û di vî warî de alîkarî bi kurmamê xwe mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di derhênan û weþandina herdu kovarên wê de; Hawar û Ronahî.. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Piþtî koçkirina mîr Celadet di roja 15.07.1951ê de, Rewþen Xanim di sala 1955 an de komelak bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Þamî, digel Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêþ damezirandiye.. û ji wê hingê ve, bi rengekî aktîv bi karê rewþenbîrî rabûye. Digel ew yekemîn jina Kurd e li ser asta Kurdistanê û sirgûnê ku wê rêveberiya dibistanek fermî li Þamê bi navê (Leyla Elexyeliye) kiriye..

   Hêjaye gotinê ku, mala wê li Þamê wek balyozxaneyekê bû ji siyasetmedar û rewþenbîrên her çar perçeyên Kurdistan re.. Ji her çar perçeyên Kurdistanê rewþenbîran xwe li mala wê digirtin.. Û Ji kaniya Bedirxaniyan û bi taybetî kaniya mîr Celadet Bedirxan ava cerê xwe dadigirtin...
Yezdanê dilovan wê û tev neferên malbata wê bi dilovaniya xwe þad bike.
Konê Reþ, Qamiþlo, 01.06.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4073