Firînaz ji banga Qazî ye
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ãÇíæ 2015
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif

Serhildanên Rojhilatê kurdistanê nûþek taybet hene,ji ber ku rojbûna yekemîn partiyên kurdî(PDK) û yekemîn Komar li Mahabadê damerizîne,yekemîn Serok (Qazî Mihemed)bi fort û serbilindayî li pêþber gelê kurdistanê axifiye û soz daye û di ber wê soz û armancê de bi darve bîye.
Xwepêþandan ji pîroziyên van nirxan têne der, ew wateyên van xalanin.
Îroj li cîhanê her kurdek helwesta xwe ya aza dide nîþan,di meþan de zora bindestiyê pirotest dikin,li dij paþverotiya melayan û ne mirovaya wan û nepejirandina dagîrkirina kurdistanê tînin zimên.  

Firînaz Xusrewî banga darvekirinê ye,hêrsa kelandina janên gele,hawara netewê ye ji nîrê sitemkariyê, berdewamiya jenandina giyanê Qazî Mihemed û hevalên wîne.
Serhildanên gel li rojholatê kurdistanê,hêrsên xwepêþandanan,bersiva sêpiyên darvekirinên meydana çarçirane û werîsê rojane li gerdenên ciwanên kurd têne badan û dev bi ken ji bû dozê diçin sucdeya þehîdbûnê.
Ew teqîna volkana kelandina birhên xwînê ye, ji gewdeyên aramkêþan tête der,ev hewldan ya dîtina mifteyê ye, ji bû vekirina xelekên deriyê Komara Mehabadê.Bi vê helwestê, hêrsa mêrxasan,xwedanên bi axê ve girêdayî, dilên serokên xwe yên nemir Qazî Mihemed û Qasimlo û Þerefkendî,xwîna kurdayetî berdidinê û dijenînin.
Di hundirê her kurdekî netew xwaz de giyanê wan lêdidin,ji wan re di bêjin warê we ne xewle ye,ne xewlegehe.Ew xewna nîviþkan bûyî ji bîr nabe,em di xewnên xwe yên hiþyar de, bi þabîn pê diramin û pê di pûnijin.
Firînaz Xusrewî bersiva hilgivaþtin û zorlêdana li ser jinê û netewê ye, misogiriya parastina naûsê ye,wane ye ji hovîtî û gemara ruhdirêjan re,ne pejirandina pistûriyê ye.
Firînaz þîret û xîreta kurdîtiyê ye,rêdana hevgirtin û piþtgirtinê ye, komkirin û gihandina dengên kurdistanxwazane,nîþan û sazimana mirovatiyê ye.
Wateya Firînaz ê dadeweriye,erkê kurdayetiyê ye,guhertin û rizgariye.
Em jî kurdistanîne gotina Qazî Mihemed dubare dikin: Kurdistan yeke nabe çar,,,,,:
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4056