(Zêrker , zêrkir – xebatker , xebatkir – rêber , rêbir– birêveber , birêvebir– solker , solkir– zîvker , zîvkir– fêrker , fêrkir– sazker , sazkir– hînker , hînkir …)
Lê ev her dû darêj ne ji hemû karên lêkdayî tên dariþtin . Ankuî li van mînakên jorîn nayê pîvan .
Digel ku her dû rawe "karker"û "karkir"hevwate ne (wekî ku me destpêkê gotiye) , lê dîsan wateyên wan ne heta dawî yeksan in . Anku , hindek têvelî di navbera wateya her dû raweyan de heye . Rast e , ku p .jna kirina kar ji her dû navan "karker"û "karkir"tê , lê karmend , û berdewamiya kar li nik kes . "karker"pirtir dibe (berdewamtir e) .
Dema ku em dibêjin , Memo "zêrker"e , tê wê wateyê ku karmendî û pîþekariya Memo bi zêr ve girêdayî ye .
Anku , karê Memo yê sereke sazkirinîkirrîn û firotina zêr e . Lê ku em bibêjin , Temo "zêrkir"e , tê wê wateyê ku Temo di warê zêr de kar dike , lê ne weku pîþekarekî pabendê karê xwe ye . Bi vê têgehê jî : Azad fêrker e = Azad mamosteyê fêrkirinê ye , berdewam vî karî dike .
- Azad fêrkir e = Azad car caran , hin kesan fêr dike , ne ku karê wî yê sereke ye .
Verêsa Navên Jimara Demê Jî , Li Gora Zayend û Jimara Wan Tê
Yekokên demê ew nav in , ên ku her yek ji wan parekê ji demê (çi kurt çi dirêj)destnîþan dike . Bi vê yekê ev nav dibin yekokên pîvana demê (pîvanokên demê) , wek "çirke
[1] (saniye) , xulek (deqîqe) ,demjimêr (katjimêr) , roj , meh , sal…".
Berçav e ku ev yekokên demê nav in . Nîþandekên verêsê (tewangê jî , weku hemû navên dîtir , li gora zayend û jimara wan destnîþan dibin .
Ji hêla zayendê ve , hemû navên pîvanokên demê mêza ne , anku mêyên nerasteza ne :
(Vê çirkê , vê xulekê , vê mehê , vê salê . . .)
Ji hêla jimarê ve jî , ev yekokên demê nav in û weku hemû navan yekjimar tên xebitandin û komjimar jî tên xebitandin :
-Em salekê Li Amedê man
-Em çar salan li Amedê man
Li gora vê ronîkirina jorîn , çi alozî derbarî nîþandekên verêsa van yekokên demê nîne .
Digel vê hêsaniya verêsê jî , dîsan em di warê xebitandina van navan de , tûþî kêþeyeke rêzimanî dibin . Ew kêþe jî di vê mînakê de ronî dibe :
"Cigerxwîn di sala (1903)
. . . de hatiye cîhanê û di sala (1984)
. . . . de koça dawî kiriye".
Di vê mînakê de navê "sal) berverês e , gerek nîþandekek verêsê li þûna wan xalên binxêzkirî bê nivîsîn .
Di warê xebitandina ku di nav gel de dibe , ew nîþandeka verêsê (di mînaka me de) bi dû coran bikar tê :
1-Li hin herêmên Kurmancên jorîn nîþandeka komjimarê (an) tê xebitandin :
"Cigerxwîn di sala (1903)
yan de hatiye cîhanê û di sala (1984)
an de koça dawî kiriye".
2-Li herêmine dîtir nîþandeka yekjimara mêza (ê) tê xebitandin :
"Cigerxwîn di sala (1903)
yê de hatiye cîhanê û di sala
(1984)
ê de koça dawî kiriye".
Di þêwezarê kurmancî de ev her dû þêwazên verêsê bi pirranî , li ser radeya nivîskar , helbestvan û bêjerên televizyonan jî tên xebitandin .
Ev jî , kêmasiyeke nayê pejirandin , çiku raweya verêsê , di kurmancî de mijareke bi rêk û pêk e , li gora rêzik û destûrên rêzimanî pêk tê .
Bi vê dîtinê divê yek ji wan her dû nîþandekan ne cîgirtî be . Anku , divê yek ji wan her dû þêweyên xebitandinê rast be û yê dî þaþ be !
Em dizanin ku "an"nîþandeka verêsa (tewanga) navên komjimara her dû zayendan e (nêr û mê) û (ê) jî nîþandeka verêsa navên mêza yên yekjimar e .
Bi vê nîþankirinê ne durist e ku em nîþandekekê ji wan li þûna ya dî bixebitînin .
Vêca ku em , li ber ronahiya vê danasîna nîþandekên verêsê , li wê mînaka xwe ya çûyî vegerin û navên berverês tê de destnîþan bikin , hingê em ê nîþandeka rast û rewa , li gora zayend û jimara navê berverês binasin .
Di wê mînakê de : "Cigerxwîn di sala (1903) . . . . hatiye . . .) . Anku , Cigerxwîn di wê sala ku bi jimar sê yê
[2] ,piþtî borîna (1902) salan ji bûyîna Îsayê pêxember hatiye cîhanê , ne ku di van her (1903) Salan , tevan de hatiye .
Li vê gorê , Cigerxwîn di salekê tenê de hatiye . Sal jî mêza û yekjimar e , nîþandeka verêsa wê jî "ê"ye .
Bi vê dîtinê : Cigerxwîn sala (1903)
yê ji dayik bûye .
Dawiya mînakê jî : "Cigerxwîn di sala (1984) . . . koça dawî kiriye". Anku , Cigerxwîn di wê sala ku bi jimara (4)ê piþtî borîna (1983) salan . Ew sal jî mêza û yekjimar e , bi nîþandeka "ê"ketiye berverêsê . Bi vê yekê : Cigerxwîn sala (1984)
ê koça dawî kiriye .
Ev rêzika nîþandekên verêsê li gelek herêman zelal nebûye , li nik hin nivîskar û bêjerên tilîfizyon jî , ew nîþandek bi þaþî tên xebitandin , wek nimûne :
a-
Þêwazê Þaþ :
- Em ketine sedsala (21)
an (bîst û yekan)
- Min sala (2009)
an tu dîtî ( dû hezar û nehan)
- Havîna (2007)
an germ bû ( dû hezar û heftan)
- Roja (14)
an (çardehan) ji heyva (8)
an (heþtan) , sala
(1980)
yan (hezar û nehsed û heþtêyan em çûne Wanê
- Sozê me demjimêra (10)
an (dehan) û xuleka (45)
an (çel û pêncan) , li gulistanê ye .
-… . .b- Þêwazê Rast :
- Em ketine sedsala (21)
ê (bîst û yekê)
- Min sala (2009)
ê (dû hezar û nehê) tu dîtî
- Havîna (2007)
ê germ bû ( dû hezar û heftê)
- Roja (14)
ê (çardehê) ji heyva (8)
ê (heþtê) , sala
(1980)
êyê (hezar û nehsed û heþtêyê) em çûne Wanê
- Sozê me demjjimêra (10)
ê (dehê) û xuleka (45)
ê (çel û pêncê) , li gulistanê ye
-……
Helbet , ev nîþandekên verêsê (ê , an"di raweya verêsê de bikar tên , lê ku navên jimaran , wek "xulek , demjimêr , roj , þev , meh , sal . . ."di raweyên rast û xwerû (bê verês) de bên , ew nîþandek nayên xebitandin , wek :
- Min (20) sal li Þamê buhirandin .
- Hevalên min (7) sal li koçberiyê winda kirin
- Roj (24) demjimêr e . Her demjimêrek (60) xulek e û her
xulekek jî (60) çirke ye .
- Sal (12) meh , em kar dikin
- Keriyê pezê Hemo (90) mîh û (30) bizin e .
- … . .[1] - Ji çirke- çirka mîlên demjimêrê hatiye, (Saniye).
[2] -Sê+ e = sê- y- ê= sêyê .
Sê + an = sê – y –an = sêyan