Ka Rewşenbîrên Kurd Çi dikin?!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 31 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Dr. Azad Ehmed Elî

Digel ku peyv û çemka Rewşenbîr yan jî Ronakbîr û xwendevan cihê intilcinsiya (Intelligentsia) baş nagire, lê mebesta me ji bikaranîna peyvê dê baş di gotarê de bê xuyakirin. Rewşenbîr îro bi wateya ew kesê berhemê wî yê wêjeyî yan zanistî heye, tê bikaranîn, heya radeyekê jî hunermed wek rewşenbîr tê naskirin, lê bi nêrînek fereh rewşenbîr ew kesên xudan berhem û xwendevanê berdewam in, zanîn, zanistî û wêjeyê dişopînin. Nêrînek din heye ew diyar dike ku rewşenbîr ne tenê ew kesên nanê xwe bi karê kulturî dixwin, lê belê hemî xwendevan û xwênerên zanîn û zanistiyê ne, ango hejmara rewşenbîran sal li pey salê pir dibin. Gellek pênase ji rewşenbîr re hatine destnîşankirin, ya herî girîng ji bo me ew e ya ku sosyologê Emerîkî  Edward Shils (1910 –1995) gotî: Rewşenbîr ew in yên ku bîr û baweriyên netewbûnê geş û belav dikin, ew in yên ku îdeolojiya netewî şirove dikin, rewşenbîr herweha ew kes in yên ku dixwazin civakek nû çêbikin, ew in yên rolek serekî di serxwebûna miletan de dileyîzin û dewleta netewî li vê serdemê  bi rengekî aktîv  dadimezrînin…



Rola rewşenbîran di dirêjahîya dîrokê de karîger û kûr bûye. Wek nimûne li Yûnanistanê û Romayê, berî wan li kevintirîn mîrgehên rojhilata navîn rewşenbîr bixwe Kahin û oldarê mezin bûn, li hin deverên din cîgir û nûnerê Xudê bûn. Di gellek şaristaniyan û civakên kevin de, xwedan deshilat bûn,  ta gellek caran  di dîrokê de rewşenbîr mirov  û kesayetiyê yekem bû.

Rola ronakbîran li sedsala şazdehan aktîvtir bû, piştî ew bûn xudanê nûkirin û reformkirina ayîna Mesîhî. Ewan kenê xwe bi qeşeyan kir û Protestantî anîn jiyanê, û Papayê Romayê li paş xwe hîştin û deshilata wî û ya Dêra Romayê têk birin.

Bûyera gellekî sembolîk di warê siyasî de ew e ku li sedsala hîjdehan çêbûye, li Fransayê nivîser û rewşenbîran rê li pêşiya şoreşê dûz kirin û zemîne ji guhertinên dijwar û şoreşgerî re saz kirin ta ku civaka Ewropa nû ava kirin, endazyariya civaka sivîl damezirandin. 

  Ji wî demî pêde, li pêşiya civakê, li pêşiya hemî çîn û beşên civakê rewşenbîran pêşengî ji bo guhertinên siyasî û ramyarî dikirin…

 Bîrok û baweriyên netewbûnê û dewleta netewî ji berhem û afirandinê rewşebîran bû, ji ber ku li pêşiya her şoreşekî pêwîst bû şoreşek kultûrî hebe, da ku baweriyên nû bi civakê bipejirînin û rê li pêşiya  pêşveçûnê vebibe.  Miletên dewlet û civaka nûjen ava kirin her bi serkêşî û pêşengiya rewşenbîran  ew qonax derbas kirin. Wek nimûne, guhertinên li Fransa û Almanya li sedsala nozdehan çêbûyîn, bi serokatiya rewşenbîran bû, li sedsala bîstan şoreşa Bolşevîk li Rûsya bi pilandanîn û  alîgiriya rewşenbîran bû.

Pêşrewî û pêşengiya hemî tevgerên gelêrî herdem helbestvan, nivîser û rewşenbîran dikir, ev rastî pêwîstî bi dubarekirinê nîne.

Rewşenbîr, xwendevanên Kurdistanê ew jî li ser vê rêçik û rêbazê diçûn, ji demê Şerefxanê Bedlîsî û Ehmedê Xanî ve ewan pêşengiya bîr û armanca dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê dikirin.

 Li sedsala bîstan jî rewşenbîran serkêşiya tevgera netewiya Kurdistanî dikirin, berevan û leşkerên bîr û baweriyên kurdayetiyê bûn. Em gava rêxistina Xweybûn wek nimûne bînin bîra xwe, ew bi hêza  rewşenbîran çêbû û geş bû,  bi taybetî Celadet û Kamiran Bedirxan. Piştre Xweybûn fereh bû, gundî û axa hatin nav rêzên wê, li dawiya wê ezmûn û pêvajoyê, nexwendevan û nezanan  Xweybûn pûç kirin.

Ji hingî ve rewşenbîrên Kurdistanî sal bi sal paş ketin, serkêşiya şoreş û partiyên Kurdistanî nexwendevan, bêkêr û cahilan kir…

 Çima?  Çi çêbû?! Ez nikarim bidrêjahî binivîsim, lê mirov dikare bîne bîra hev ku dezgehên herçar dewletên dagîrkerên Kurdistanê ev not sal in mane. rol û bandora rewşenbîrên kurd ne ji ber xwe ve li paş ket?! Çi bi nêrîn, çawa be bersiv, gereke hin rastiyan mirov li berhev deyne. 

 Paşveçûn û wendabûna rola rewşenbîrên Kurdistanê di civakê û di serkirdayetiya siyasî de, mijarek balkêş e… ew bi xwe beşek ji kêşe û astenga me ya netewî ye,  ji ber ku li ti dewr û zemana li nav ti miletan rewşenbîr li pey nezan û nexwendiyan neçûne, çima li van pêncî salên dawî ev diyarde li her çar parçeyên Kurdistanê çêbû?! 

Pirsa serekî ew e çima rewşenbîr li pey nezana rdiçin? Çi re nexwende û bêkar û kesên bêwec, kesayetiyên şikestî û perçiqî serkêşiya tevgera Kurdistanî îro bi rengekî ji rengan dikin?! Bersiv ne hêsan e, lê herkes dizane rewş bi vî rengî  di pêvajoyê de wêran bû…

Çare çî ye? Ti pilan û çareya guncaw û bilez li ber destan nîne, lê berpirsyariya rewşenbîran li vê serdemê mezintir dibe, hezar pirs û daxwaz ji wan tê kirin…

Çima ji seroktiya tevgera Kurdistanî dûr ketin?  Eger nikarîn bi erkên xwe yên siyasî rabin, çi re bi karê rewşenbîran yên serekî ranabin?!  Ka lêkolîn û romanên kurdî!? Ka helbest û şano û deqên sipehî, ka çend pirtûk ji zimanên biyanî hatine wergerandin? Ka û hezar ka?! Çi re karê nivîser û rewşenbîrên Kurd nayê rêxistinkirin? Gelo di van çil salên dawiyê de, deh rewşenbîran karîbûn tenê salekî bi hev re kar û bizava rewşenbîriyê bikin?!  Gelo rewşenbîrên me dikarin li  ser hev bibaşî biaxivin! Yan jî berhemê hev birengekî bêalî binirxînin? Ev pirsa serekî ye li dergehê me tevan dixe.

 Rast e mirovên piraktîk li her derî seroktiya rêxistinên gelêrî û partiyan dikin lê ya rasttir ew e ku rewşenbîr û nivîserên hemî miletên cîhanê karên rêxistinî dikin, sazî û dezgehên çand û hunerê dadimezrênin, tenê yên kurd karê ne li gor demê dikin, pispis û gotgotan dikin, kêm berhem û pirpeyv in! bişev û roj rexna li siyasetvanan dikin, lê karekî ji yê wan baştir nakin. Li dawiyê serî li ber nezanetirîn siyasetmedar nimiz dikin! Çima ev derd û êşa zirav û dirêj  bi me ket? Ev e pirsyar? û belkî ev bixwe ye bersiv.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3958