Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê hewla dabirandin û bi kantonkirina Şengalê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 18 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Piştî azadkirina devera Şengalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û vegerana hêviyê ya ji bo xuşk û birayên Êzîdî û hewla dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ya ji bo vegerandina jiyan û aramiya li vê deverê, bi mixabinî li rêkefta 14.01.2015 taqimek bi awayeke neyasayî rabûne bi ragihandina Encûmenek bi navê Encûmena Êzîdiyên Şengalê bo ku bingehek ji bo damezrandina kantonê li vê deverê xweş bikin.
Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev reftare dijî daxwaza xelkê Êzîdî û hemû xelkê Kurdistane. Şengal beşekî veneqetayî ya Kurdistane û dam û dezgehên xwe yên fermî û îdariya taybeta xwe heye.

 Erkê birêvebirin û yarmetîdana xelkê û vegerandina koçberan û parastina Şengalê li ser şanê van dam û dezgehane û tu kes û aliyek nikarin tu cûre îdareyekî kartonî û li derveyê daxwaza xelkê Şengalê li ser vê deverê da bisepênê û bi berevajî ve rûbirûyê kardaneweyên tund dibin. Xelkê xweşdiviyê Şengal jî li wê yekê dilniya dikin ku Şengal bi awayeke fermî vedigerê ser Herêma Kurdistanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
17.01.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3947