Bedreddînê Dîbo (Bedreddîn Mustafa) 1890 – 1984
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneye me bi koçkirina wî re tê þewitandin. Berî dor 40 salî, dema ku mirov di sikak û kolanên Qamiþlo re dimeþiya pêrgî gelek zilamên bi kum û kolos, ji Omerî, Hevêrkî, Xerzî, Biþêrî, Bûbilanî.. dihat.

 
 Bedreddîn Dîbo yek ji wan bû. Ev wêne, di salên wî yên dawî de hatiye girtin. Bedreddîn Dîbo an Bedreddîn Mustefa, mezinekî malbata Dîbo bû. Malbata Dîbo berekî serekene ji eþîr koçerên Elika, yên herêma Xerzan.


Li gor ku Bedreddîn Dîbo ji seydayê Cegerxwîn re gotiye û wî jî di pirtûka xwe a bi navê (Folklora Kurdî) de, aniye ziman, wiha dibêje: ( ...Elika, þeþ (6) bavikin. 32 gundên wan hene û nêzîkî 900 malên wan hene. Nêzîkî 5000 mêrên wan derdikevin; Qatîxoka, Cindika, Axika, Mala Sîno, Mala Remo, Mala Dîbo.
Çawa ko di Biþêriyê de çar bavik hene; Sînka, 6 gundên wan hene, mala Nêsir, 6 gundên wan hene, Receba 6 gundên wan hene, Reþkotan 100 gundên wan hene.. Ev jimara han, ji devê Bedreddîn, yek ji mezinê mala Dîbo hatiye guheztin..) Cegerxwîn
Di serhildana þêx Seîd efendî de mala Dîbo jî beþdarî kirin û li rex Þêx Seîd, Almedîna di herêma xwe de vegiritin.. Lê paþê, Kemalîstan beþek ji wan jî wek welatparêzên kurdan yên din, sirgûnî Anadolê kirin.. Di nav wan de, du apên Bedreddîn Dîbo; Silêmanê Mistê, yê ku stranek li ser hatiye gotin û Xelîlê Simê, yê ku di fermana Ermeniyan de, gelek Ermenî û Siryanî parastin û nehiþt bêne kuþtin... Vê paþiyê ji Anadolê reviyan, hatin welat û dawî ji neçarî, di gel gelek neferên ji malbata Dîbo hatin Binxetê, xwe avêtin tor bextê hikumeta Fransî ya ku wê hingê di Sûriyê de desthilat bû..
Li Binxetê, xwe li Hecî Esed, axayê gundê cumayê girtin û wiha bûn ji akinciyên gundê cumayê ta roja îro.
Hêjaye gotinê ku, Xelîlê Simê li Binxetê bi nexweþiya zirav dikeve, ji bo rehetkirina wî, Ermeniyên Qamiþlo wî dibin Beyrûtê ji bo dermankirinê, lê mixabin li wir diçe ber dilovaniya Xwedê, û Ermeniyên Beyrûtê, wî di goristana xwe de a li Burc Hemûd vediþêrin.. Erê, ev wêneyê Bedreddînê Dîbo ye, bavê siyasetmedarê kurd Salah Badardin e.

Konê Reþ, Qamiþlo, 12.01.015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3941