Hijmara (25-26) ji kovara Hawara Nû derket
Dîrok: ÇáÓÈÊ 10 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Nûçe



 Hijmara nuh ya (25-26)an ji kovara Hawara Nû ya meha Rêbendan û Reþemehê ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî her meh li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana federe derdikeve, kete ber destê xwendevanên xwe de .


Hijmara nuh gelek babet û gotar û lêkolînên cida bi herdû zimanên erebî û kurdî vehewand.Sergotara hijmarê bi navnîþana"Lîstikvanekî sereke ye... lê di peydekirina nakokiyan de" tevî mijarên weke"hevdîtinek bi Selah Bedredîn re"û gotara nivîskar Ronî Alî " Ronakbîrê Kurd di navbera rol û erkan de" û "veþartina têkçûnên siyasî di riya bikaranîna nijadperestiyê"ya Burhan Xeliyon û "Gelqiriya Ermenan û Kurd"ya Dr.Ismaîl Hessaf.
Di beþê kurdî yê hijmara nuh a (25-26)an  ji Hawara Nû , deqên semînerên heftane yên ku ji aliyê Kombendê ve têne lidarxistin ciyê xwe di kovarê de digirin weke semînerên : Qerenî Qadirî, Ihsan Hemawendî, Zeynilabidîn Zinar û Rêwas Ehmed.Herweha, gotara Selah Bedredîn "Rehendê Kurdistanî yê projeya rojhilata navîn a nû-beþê yekemîn" û" Em taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku bikaribin lê xwedî derkevin"ya nivîskar Hesen Husyîn Denîz û " Civaka Sivîl" ya Ferîq Ebdilrehman û lêkolîna nivîskar Besam Mistefa derbarê"Seyfiyê Þoþî:jiyan, berhem û helbestên wî"tevî rexneyeke wêjeyî ji aliyê nivîskarê genc Kerem Yûsiv ve . Ji bo agahdariyên bêtir :
www.hevgirtin.net

Sergotar

Lîstikvanekî sereke ye ..lê di peydekirina nakokiyan de
 
Di hevpeyivîna xwe ya televêziyonî de bi kenala-ABC-ya amerîkî re, serokê Sûriyê bersiva pirsekê derbarê nêrîna rêjîma wî ji pirsgirêka Iraqî da û wiha got:“gelek lîstikvan di kirîza Iraqê de rol digirin, lê Sûriyê lîstikvana sereke ye”, angu mîratgirê serokatiya Sûriyê mikur dibe ku rêjîma wî para here mezin ji tawan û kiryarên terorîst yên ku rojane li Iraqa belengaz dibin, bi xwe didgire.Di heman demê de, gelek nameyan ji layên pêwendîdar bi karûbarên Iraqê nexasime dewletên yekbûyî yên amerîkayê re diþîne têde amadebûna rêjîma xwe ji girêdana misaweme û hevpeymanan derbarê Iraq û herdû kirîzên filistînî û lubnanî, bê þerm derdibirre, bi þertê ku rêjîma wî ya tepeser were parastinê û têk neçe û mijara dadgeha navneteweyî derbarê tawana destkuþtina serok Herîrî were rawestandinê...ta radeya pêþkêþkirina destjêberdanan ji Israilê re di dema gotûbêjan de derheqê zeviyên Sûrî yên dagîrkirî de, tiþtê ku di navgînên ragihandinê de di van herdû hefteyên dawî de hate diyarkirinê.
Eger ku niyaza rêjîma Sûrî di warê piþtgirtina hewildanên rawestandina  terorê di Iraqê de safî be, hewcehî bi daxuyanî û bi lîstina rola sereke wesfkirin nîn e, lê bi qedexekirina derbasbûna çek û teroristan berev Iraqê ve di riya sûriyê de, û rawestandina gurkirina ragihandinî lidijî hikûmeta lêgal û venasîndana bi makezagona iraqî û federasiyona herêma kurdistanê û proseya siyasiya demoqrata  heyî piþtî rûxandina dîktatoriyetê, lê wekî dixuye ku rêjîmê tevlîbûna xwe bi hevbendiya Îranî re çesipandiye û biryara dijminahîkirina rewþa nuh ya Iraqê bê veger daye, û hertiþtê hate gotin di dema seredana þandeya fermî bi serokatiya serokkomar û sozên ku hatine birîn bi seredana þêxê teroristan-Haris Darî-re yê ku weke þandeya fermî hate pêþwazîkirin, hatine sekinandinê.
Berjewendiyên tavilê layên ku çarenûsa xwe bi prsoeya guherîna demokratîk di navçeyê de ji Iraqê heta bi Filistîn û Lubnan tevlî Sûriyê girêdane, avakirina eniyeke yekgirtî bermaberî hevbendiya dijayetîker ya ku ji herdû rêjîmên tepeser yên Îran û Sûriyê pêktê tevî komikên islama siyasî yên tundrew, pêwîst dike.Her weha , pêdiviya rêkxistina rêjîmên tolerans yên ziyandîtî ji niyazên hevbendiya behskirî ya ku tovên nakokî û pevçûna mezhebî û nijadperestî di seranserê rojhilata navîn de, dadixe holê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=394