Careke din Roja Ala Kurdistanê û helbestên ku li ser hatine gotin:
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 ÏíÓãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Ev beþekî din î kurt e ji semînera min di roja Ala Kurdistanê de. Ev beþ taybete bi helbestên pêþî yên ku di pesnê wê de hatine nivîsandin û belavkirin: 

1 – Mîr Celadet Bedirxan, sala 1932an: Alê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengê teÇi delal û çi xweþkokXêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor..


2 – Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sala 1932an: 
Ronahîya dil û çav 
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav 
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer..
3 – Apo Osman Sebrî, sala 1936an: 
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn Kesk û zer
Him xweþî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ez ê te hildim
Tu yî xemla banê min..
4 – Seydayê Cegwerxwîn, sala 1941ê: 
Ala sê rengî tu
Bi nav û dengî tu
Niþan û cengî tu..
Îro, me tu kiriye himbêz
Rojek wê bê, te bikin rêz
Di eywana, li ser bana
Rojên þadî tu xemil û xêz
Kesik û sor û zerî
Ey xortên kurdan
Silavê lê bikin...
5 – Seydayê Tahayê Mayî, sala 1943an:
Kesk û sora roj li nave
Sipiye befra li welat
Rojeka pir zîv belave
Wextekê zêrên helat..
Ala min her dem li jore
Þox dibin pê ser çiya
Em dixwazin bo te îro
Tu bijî bo vê nijad...
6 – Seydayê Ehmed Namî, sala 1943an:
Pêþkevin em serfirazin miletê kurdî 
Yan mirin dê bibînin, yan jîna kurdî
Bi xwendin û xwendegehan, bi Al û leþker
Dê bijîn paþê dikarin rêçê bibin ser...
      Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û þêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paþa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî û... hwd li ser giriya bin, eger pêþewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîþtiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî Kurd û Kurdistan.
Konê Reþ, Qamiþlo. 19.12.2014 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3917