Jin li nig Cegerxwîn
Dîrok: ÇáÓÈÊ 10 ãÇÑÓ 2007
Mijar: gotar



 Selam Darî
- Bê guman jin makdera jiyanê ye , û herwiha kaniya dilovanî û evînê ye jî , û jinan evîn li cîhaê hemî belav kirin .


Ji lewra helbestvanan , jin kirin babetek sereke di helbestên xwe de .
Û li ser rewþa wê helbest ristin , û bîr û baweriyên xwe li ser vê babetê  berçav kirin . û di toreya Kurdîde , em dikarin wek nimûne , ser nerîna helbestvanê hêja Cegerxwîn derbarî jinê rawestin .
Cegerxwîn mîna mirovekî pêþverû, ti cudabûn di navbera jin û mêrande nedidît . û doza wekheviyê di navbera wan de di kir .
Vêce Cegerxwîn beþek fereh ji dîwanên xwe , ser rewþa jinê bi helbestî rist . û ew  rewþa xirab da xuya kirin .
Û bi azadiya jinan bang dikir . û ewî di dît ku pîrek jin e , yan xuþk e yan jî yar e .
Cegerxwîn jin mîna dibistanekê di dît , û di got eger jin bi awayekî durust bête perwerde kirin , wê civateke çak peyda bi bibe .
Ji ber ku jin bi roleyeke giring   radibin , û perwerdeya zarokan di destê wan de ye , bi vê yekê di karin nifþekî xwedî bîr û bawerî , bi hestên niþtimanperweriyê ewan perwerde bikin .
Lewma   xwesteka wî ya serek e ji jinan ew bû, ku bi xwînin da ku têkevin ser riya pêþveçûnêde , û nifþeke hiþyar ji Kurdan re  pêk bê .
Ji hêleke dîve bi xwendinê jin dê bi ghêje serbestiyê :

Ey keçê rabe bixwîne da tu serbest her bijî
Zû ji xew tu ser hilîne bes bimîne bê mejî
Rencbera hundir tiwî tim rind û jîr û zanebe
 Bo te bêtir her divêtin xwendewarî paqijî
Wa hevalên te li her cî serbilind pêþve diçin
 Rabe serxwe ey keça Kurd serbilind bimre tu jî
 Ger bixwînî dê bidî xwendin tu ê hundir teva
 Ger nexwînî kes ji bo me êþ û derda nakujî

- Helbestvanê me bi  Navtêdana jinan , marþ û sirûd saz dikirin , boyî jin cihê xwe di tevgerêde bi bînin .û mil bi mil bi mêranre bi meþin . di got dakevin meydana azadiyê da ku em welatekî serbixwe ava bikin :

Ey keça Kurd nû gihame tim dixwazim pêþveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn
Tim divê ku em bixwînin da nemînin jar û dîl
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl
Paqijî karê meye seydayê hundir her emin
Dayika Guhderz û Rustim Kurdperest û dilxemin

-  Bi hatina cejna jinan cegerxwîn gelekî dilxweþ dibû , û bi vê helkeftinê êþ û azarên jinan ber çav dikirin . û hêz di da wan ku qeyd û zicîrên xwe biþkînin , da ku gerdenazad bi bin , û jiyaneke bextewer bijîn :

Heþtê adarê roja me hilat * * cejna jinaye jinên demuqrat
Vê roja pir xweþ roja dilþadî * * roja serbestî gerdenazadî
Qeydê lingê me wê rojê þikand * * ew çarika reþ me girt û çirand
Em bûne wek hev tevde jin û mêr * * li me zû derket ev roj û stêr

 - Banga helbestvanê me hin caran bi hêz dihat , da ku jin bi lez xwe bigihîne asteke bilind di warê ronakbîriyêde . û gav bi gav , bi rola xweyî bingihîn di nav civatêde rabe , û mil bi mil bi mêr rebe di hemû beþên xebatê de.                                                 Bi vî awayî civata  jina nûjen pêk tê , bi bîr û bawerîne zanistî , bi hiþekî taze , jineke girêdayî bi doz û daxwaziya gelê xwe ve peyda di be :

keçê rabe serî hilde , di vê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana , heta kengî di xewda bî
Bere gundî û rencber bî , welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî , wekî fanos û finda bî
Erê þoxê erê þengê ,  bi hevre em herin cengê
Girêdayî heta kengî , bimînî dîl û wenda bî

- Xebata jinê li gel mêran bo rizgariya welêt , jinê dixe rêza azadîxwazan ,boyî vê yekê Cegerxwîn  ji jinan dixwest ku dakevin meydana þer , û bi vê gava pîroz rabin

Jinê rabe ser xwe , tu destan vemal
Tu rextan girêde li bejna delal
Di gel min were da bikin em xebat
Li ser min li ser te felata welat
Wekî min tu xweþ dawer û bîrewere
Dixwazim bi hev re herin ceng û þer
Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
Bi hev re herin pêþ hemî mil bi mil 

 - Dêmek Cegerxwîn azadiya jinan kiribû armanca xwe ya bingihîn . û dijî nerînên çewt rawesta , doza wî ew bû peydakirina jinên demuqrat , pêþveçûyî , gerdenazad  .
Da ku civakeke pêþketî ava bi be , ew civak þaristaniyek e nûjen di rojhilata navînde belav bike .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=390