Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek ( 21 ) Pirsa gewretir ev e: Em çi bikin?
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
Tek bijare:
Heya nûka, em di vê pirojeya kurdistanî isteratîcîk de gîhane du qunaxan:
Qunaxa yekem: Di vê qunaxê de, me ronahî da ser nasnameya me ya kurdistanî, û kûrahiya me ya isteratîcîk, polîtîkî û þaristanî, û ser nirxên mirovbendî yên sinçên me, û ser gewreyên me yên ku kesayetiya me ya resen di helwestên xwe de berecest kirine. Mebesta me ji vê yekê ew bû, ku em di dîroka rojhilata navîn de miletekî resen in, rehên me xwe di dîroka vê deverê de kûr berdane, û di vê dîrokê de hevpariyên me yên þaristanî nirxbilind he ne, û pêwîst e, ku em dest ji vî mîratê xwe yê dîrokî yê resen bernedin, û mande û diwaroja xwe li ser wî mîratî damezirînin.

Qunaxa duwem: Di vê qunaxê de, me rewþa miletê Kurd, li ber ronahiya nakokiyên miletan ji bo bidestxistina erdnîgarê gengeþe kir, û me diyardeyên dupat dikin, ku em wek (milet) hîn jî di pergala bazdanê de ne, berçav kirin, belgeyên vê yekê jî ew in, ku welatê me hîna dagîrkirî ye, û heya nûka me nikanîbû welatê xwe rizgar bikira, û dewleta Kurdistana xweser ava bikira, û me hêmanên serek e, ku em gîhandine vê pergalê (hêmanê xweyîtî, yê herêmî û yê navdewletî) þirove kirin. Mebesta vê yekê jî ew bû, ku em balê bikþînin ser metirsiya vê pergala havî (xerîb), ku miletê tê re derbas dibe, tevî ku di dîrokê de miletekî resen e.
Va ye em di hûrbîniya netewî de gîhan ber deriyê qunaxa sêyem, ew jî ya dawî û giringtir e. Eger em nekevin hundir vê qunaxê, û wê derbas nekim, hûrbîniya me wê kêm be. Em dikanin vê pirsê: Em çi bikin?, ji bo vê qunaxê bikin sernav.
Bele…ji 25 sedsalan de em di pergala bazdanê de ne, ev yeka jî dupat dike, ku pêþiyên me berê, ji bo herifandina vê pergalê çi kiribûn, û me jî nûka çi kiriye, ne kêrhatî bû, û dupat dike, ku þaþiyek (çewtî / Xeletî) her tim li dirêjiya van sedsalan bi me re li rê bû. Baþ e. vê carê divê em çi bikin, da vê pergala bazdanê derbas bikin, û wê þaþîtiyê serast bikin, û þûna xwe ya layiq di bin tava dîrokê de vegerînin?.
Bersiva vê pirsa (Em çi bikin?) ne hêsan e, ew bersiveke pir þax û pir girêk e, lê tevî vê yekê jî bijareyeke din li pêþ me nîn e, tek bijare ew e, ku her kesê Kurd, bi jîrbûn û jêhatî, bersivê bipelîne, û gotina helbestvanê me Mela yê Cezîrî dubare bike:
Ez im Amanca wan tîran.
ji peykanan û sertîran.
Bûyim polad li ber þûran.
Seraser tîki mam ber de(1).
Ber bi hundir de:
Berî ku para xwe ji bo bersiva pirsa (Em çi bikin) pêþkêþ bikim, ezê du rastiyan dupat bikim:
Rastiya yekem: Tevî têkoþîna rûmetdar li dirêjiya sedsala bîstem, û tevî pirbûna partiyên me li her çar beþên Kurdistanê jî, min heya îro pirojeyeke kurdistanî isteratîcîk numa û hûrgilî û hevtewaw, ku bikaribe gelê me ji bo cenga rizgariyê amade bike, û bi hiþyarî û rikdarî ber bi gêrkirina dagîrkiran û damezirandina dewleta kurdî de here, nedîtiye.
Rastiya duwem: Ez nabêjim, ku kilîtê bersiva pirsa (Em çi bikim?) tenê di destên min de ye, vê lomê jî min sernavê van lêkolînan (Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk) daniye, û her Kurdekî hezkirê rûmeta xwe ya netewî û welatê xwe vexwendiye, da ji bo pêkanîna nêrîneke kurdistanî ye hevtewaw, û guhestina vê nêrînê bi pirojeyeke kurdistanî rizgarî isteratîcîk biponije.
Berî jî min nivisandibû: Du kes belyên milet in:
Kesek weha diçe, ku ew tenê xwediyê mafê ponijiyê ye, û ew tenê dikane biponije.
Û kesek mafê xwe yê ponijiyê ji kesekî din re dihêle, pê re jî destan hem ji hiþ û hem jî ji vîna xwe berdide.
Ez naxwazim, ne ez û ne jî kesekî din yekek ji van her du kesan be.
Pireseke din he ye, dixwazim ronahiyê bikþînim ser, ew jî ew e, ku heye ji bo hin kesan niþkavî be, ku ez di vê quaxa hûrbiniya pergala netewî de, hinek dozan dilivînim, ji ber ku ji her warên logîkî û netewî û mirovatî de, divê bêdengî nebe. Û heye hin kes û hin gurûp û an jî hin partî weha biçin, ku kêm zêde ew mebesta van dozan e, û heye jî ji van tiþtên ku dilivînim û gengeþe dikim, bixeyidin, û weh biramin, ku ewana wek kes an gurûp an jî partî mebesta min in.
Rastî ew e, ku dozên netewî / niþtimanî yên pîroz, ku pê diponijim, nahêlin ez dagerim asta nakokî û dijûnên erzan. Beriya derdora çel salî, ez Kurdekî nîvmirî bûm, Kurdekî li kêlek, ne di kûrahiya, nasnameya xwe de dijî bûm, Kurdekî ku vîna wî jê hatibû istandin, û ji rastiya xwe hatibû revandin bûm, û di pey derbasbûna di pergalina de, ku nûka ne mijara bi bîranînê ne, ez þiyar bûm, û dest bi lêgerîna xweyîtiya xwe, ku mirov im, û lêgerîna nasnameya xwe, ku kurdistanî me kir, û her tiþtê, ku min nivisandî, û hîn jî dinivisînim, pareke wê lêgerînê ye.
Ey gelê me! Doza me pir girêk e, ew doza hebûna miletekî ye, û ev dunyaya ku em tê de dijîn yekeke pir hovane ye, xwelî li wî kesê lawaz û ne þiyar e, pê wî didin bin xwe û di ser re derbas dibin, vê lomê divê em destan ji guhnedanê û xewnên þîrîn berdin, divê em rabin ser piyan, ji rastiya, ku em miletê dagîrkirine de, dest pê bikin, neyêniyên me dijminê mê yê herî metirsî ye, ew nehêniyan kurmê, ku darê ji hundir de dikolê ye, divê em bi ramana zanistî realîtî û jêhatî li gel vê rastiyê bidin û bistînin.
Helbestvanê almanî Rainer Maria Rilke dibêje:
Tu bi derve de dinêrî.
Lê divê tu wusa nekî.
Kesek þêwran nade te, ne jî dibe alîkarê te.
Riyeke tenê ye.
Here hundirê xwe(2).
Eve jî ya ku diva ye, em bikim. Em dest bi hatina ber bi hundirê xwe de bikin.
       Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizagar bibe.
     10. 08. 2013
Jêder û çavkanî:
(1)   El-Îqdilcewherî fî Serhî dîwan El-Þeyx El-Cezerî, 2/490.
(2)   Mucmoetun mîn El-Muellîfîn: El-Þîiriyye El-Edebiyye we dîktatoriyetu El-Roh, rû 120.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3884