Žahoz Haco
Kelecanek awirvedanek oxirek bilez.
Li ser sînorên tixûbekî kevnar.
Li ser xaka dežteke berferih
Li oda mêrxasekî kurd
Li cem mîr ê Beraziyan
Di bin çar sitûnên odê de
Yek beryar hebû
Yek bawerî
Yek hêvî
Xoybûn
Li wê dežtê, du mêrxasan
Bihevre…
Sûndek xwarin û sozek dan
Yek Mustafa Beg
Yên din apê Osman
Bihevre…
Yek peyman
Yek doz
Xoybûn
Mîr ê Beraziyan
Bi mîr ê Botan re, di bin sîwana welat de
Al hildan
xoybûn
Mîr ê Hawar û Ronahî
Mîr ê dengvedana peyvan
Mîr ê ku bi pênûsa xwe hûnandin tîpên Kurdan
Mîr Celadet Bedirxan
Soza xweyîbûnê da ye
Xoybûn
Li her çargožeyan
Yek mûme
Yek ronî
Yek žewq
Veda ye
xoybûn
Nanê devê hejara ye
Kopalê destê kala ye
Xak û nižtiman e
Rondikên cavên dayika ye
Xoybûn
Li dežta Beraziyan
Li oda mîr beryarek hebû
Bilûra azadiyê serûd dixwendin
Xoybûn
Dengê tifinga Ihsan Nûrî gihižt wan
Apo û Mustafa
Dîlana çiyê bi hevre girtin
Dîlana hêviyan bi hevre nû kirin
Dîlana Agirî
Gež kirin
Xoybûn
Dîlana Agirî ji dežta Berazan
Heta serê kaniya Xelîl ê Ibrahîm Paža
Vegirtibû
Xoybûn
Sema û govend dikirin
Çek û rextên xwe girêdidan
Xelîl bi tifinga xwe bawer bû
Xoybûn
Qedrî Cemîl Paža
Dikir gazî
Bang dikir mekin girî
Xwîn diherika li Agirî
Xwîn diherika li Kurdistan
Xoybûn
Li Tirbespiyê Haco û mîrê Botan
Çûn çiyayên Bagokê
Qeraqolên dijminan kirin dûman
Hawar dikirin li kurdan
Tevda rabin wek biran
Wa dîsa li me žer e
Wa dîsa li me bû ferman
Xoybûn
Resûl Axa bi Haco re hevpeyman bû
Bagok û Cizîra botan li hev civiya bû
Hawara, banga û gazîya
Ji bo kurdana
Xoybûn
Sala 1930 î
Ji dežta Berazan
Ta Bagokê
Ji Botan ta Kobanê
Ji Serê kaniyê ta Agirî
Digotin
Rabin bi hevre weke biran
Rabin weke žêran
Belê wan wisa digot
Xoybûn
Wan mêrxasan kulên xwe palandin
Û bê deng man
Li benda keskesorê dîl man
Xwenên xwe bi xwe re birin gorê
Xoybûn
Demek dihat û demek diçû
Li mêrxasan zîvirî felek
Li wan geriya dem dewran
Kêlên goran
Xemgîn dibûn
Xoybûn
Latên zinaran
Žahidin ji dengê bilûrê re
Bilûra deng melûl
Bilûra azadiyê
Xoybûn
Lawên dêlegura biserketin
Neviyên Holako û Cengîzxan
Birca belek hêrivandin
Li žûna žêran dîsa roviyan kire gêre
Xoybûn
Lê wa ye dîsa
Gelê Kurdê pehlewan
Xortên çeleng û hinerbaz
Dengê bilûrê gež dikin
Wa ye dîsa dežta kevnar di qîre
Xoybûn
Hawaran dîsa nû dike
Gazî dike gora apê Osman
Gazî dike ala Îhsan
Gazî dike žûnewaran
Xoybûn
Wa ye dîsa žorež li dare
Xwenên mîr ji nû ve zîl didin
Stêrkên xweyîbûnê ji nû ve reng didin
Di çirisin dibin minare
Xoybûn
Tîrêjên stêrkan di dilê xotan de ronî dibe
Dežta Beraziyan li mîrê xwe vedigere
Cîhan dibêje, ev xaka han bi biyaniyan ava nabe
Xoybûn
Wa ye dîsa xort devê tifingan gerim dikin
Wa ye dîsa žalûl li ser kêlên nemiran dixwînin
Wa ye dîsa cîhan mêrxasan nas dike
Xoybûn
Biharek nû
Newrozek nû
Wa ye dîsa bûka me bi xemla kerasê xwe
Ža dibe
Bejna xwe dîsa bilind dike
Keziyên xwe že dike
Pir ciwan e pir kobar e
Xoybûn