Xewnên çêrandî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Leyla Sadûn – Dêrik

Eve þoreþa sûriyê di sala xwe ya çaran de ye.Dema buhara Erebî destpê kir û bayê wê buharê li gelek welatên Ereban dan û di nav wan de welatê Sûriyê jî, çirûska þoreþa gelê Sûriyê ji parêzgeha Der`a pêket û seranserî welêt vegirt.
 Gelê kurd di pêþî de þoreþ himbêz kir û xwe ne dît tenê parçek ji þoreþê, lê belê xwe wek xwediyê þoreþê da nas kirin, û bi erk û berpirsyariya xwe rabû, gurbûn û berdewamî dayê de û serkêþiya wê jî kir.


Keç û xortên kurdan bi dil germî û mêranî li qad û meydanan dengê xwe di rûyê sitem û zordariyê de bilind kirin û daxwaza azadî,wekhevî,mafê gelê kurd û hilweþandina rêjîma Ba`as kirin. nîþanên kêfxweþî û serkeftinê di rûyê wan de katedan, ji ber ticarî bawer nedikirin ku guhertinên wisa mezin û balkêþ li Sûriyê rûbidin, gelê kurd û Ereb bi hev re daxwaza hilweþandina rêjîma Ba`asa xwînmij bikin, bi wan rûdanên bingehîn re, derfetin zêrîn li pêþiya gelê kurd peyda bûn û dergehin mezin  vebûn, pêre jî hêviyên serkeftin û pêkanîna mafê gelê kurd  geþ û mezin dibûn, bizav û daxwaz dihatin kirin ku yekrêziya kurdan û paqijkirina navmala kurdî ji nakokî û hevrikiyan. Di vê derbarê de gelek kar ji aliyê dost,xêrxwaz û birayên kurdan ve hatin kirin ji bo yekrêzkirin û hevgirtina kurdan, di vî warî de rêkeftina Hewlêrê a ku di bin çavdêriya serok Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistan  de hat morkirin, bo cihê kîfxweþî û omîda gelê kurd û di bin sêwana wê de mezintirîn xwepêþandan li bajarên kurdî derketin û xelkê bawerî pê anî, lê alîyekî kurdî pêgirî bi xalên wê rêkeftinê nekir û gelek xewnên kurdan  beravêtî kirin û rûyê þoreþê li deverên kurdî guhertin û deryê hevrikiyê bi kurdan re vekirin.
Mixabin me nedizanî û me bawer nedikir ku berê me bira bikevê hev û em ji dila bibin yek em bûn neyar, bira astengiya ji birê re çêbike û di rûyê wî de rabe , ji dila em bibin yek, em bûn qet û qet, ji ber vê yekê heta niha em neghane ti encamên berketî û gemiya kurdan di metirsînê de ye, me kurdan rêya mafê xwe wendakirye û em bûne lehîstok di destê dijmin de,  ji ber vê yekê miletê me ji rewþa ne aram, ji tirsa û birçîbûnê tevî bazda, bûn penaber li welatê xerîbîyê û ji ber wan seyasetan ev welat ji xortan vele bû ,û ew hêlan ji xerîb û Ereban re, îro Ereb ji berê bêhtir li deverên kurdî dirûnin, û bi keyfa xwe xêr û xweþiyên kurdan dixwin û vedixwin, bi van gavan  xewin û hêviyên kurdan hatin çêrandin .  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3870