Yekîtiya Kurdan Rizgarkirina Kurdistanê ye.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat

Dema ala yekîtiya Kurdan bilind dibe, hemû dagîkerên Kurdistanê, xêrnexwezên gelê Kurd û keyzebazên Kurd çavsor û bê tebat dibin. Ew bi hemû rêbaz, pilan û pîlanan hewil dikin, ku ew yekîtî bi serî nebe û encamê nede, ji ber ku berjewendiyên wan serûbinî hev dibin, û wek nas e, Kurd miletekî  xwedî dîrok, þaristanî, mirovperwer û dîmoras e, ango dema bibe dewlet di herêmê de rewþeke nû tê peydakirin, ew jî jiyana demoqrasî, wekhevî û miletperweriyê ye, ji ber wê jî hemû rêjîmên zordar û dijî demoqrasiyê li pêþ yekîtî û rizgarkirina Kurdan disekinin.


Di baweriya me de, keysebazên Kurd, ên ku dijîtiya yekîtiya gelê Kurd dikin, rola wan di paþxstina serkeftin û rizgarkirina kurdan de, ne kêmtirî  ya dijminan heye.     
Lê.. li aliyê din, dema tevgera Kurdan gavine yekrêzî û yekîtiyê davêje, li seranserî xaknîgariya Kurdistanê, û serûberê cîhanê gelê Kurd radibe ser pêyan û wê yekîtiyê pîroz dike. Ji ber ku bi sedê salan e, ew hêvî û armanca her Kurdekî ye, lê mixabin ew hêvî û armanc hertim di tûrikê tevgera siyasî de dîl mabûn. Lê wek xuyaye çarîka yekê ji sedsala bîst û yekê serdema jidayîkbûna rasteqîn a yekîtiya kurdan e. Belê.. dema îro hêzên Pêþmergeyên baþûrê Kurdistanê di riya bakurê Kurdistanê re derbasî  Rojavayê Kurdistanê dibin, ji bo digel hêza Y.P.G bervaniya Kobanê bikin ,ew bixwe encama yekîtiya kurdan e, bêguman ev gaveke zor pîroz e.
Dema hêzên Kurdan çi yên siyasî  û çi jî, yên leþgerî û nemaze Pêþmerge û Y.P.G di yekeniyê de bervaniya Kurdistanê bikin wek çawa îro li Kobaniyê û berî wê jî li Þengalê, ew bixwe geweretirîn serkeftin  û ykîtiya gelê Kurd e.  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3863