Kûvî li makê di banin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 26 ÃßÊæÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Nizar Yosif

Di berbanga tirsê re
Sahwa rûreþan
bihna mûyên kevilan
Gurmîna birûskên hovîtiyê


Hêlîn lerizîn
Kerpîçên starê hilweþandin
Rê li pêþiya xoþviyan berze bîn
Þabîna hevdîtinê xatir xwest
Sirê þaxên xwe berdan
Nalînên piçûkan çadir vegirtin
Hawarên bêzaran bê çare xetimîn
Hîviyên kaziyan di paþ de nîviþkan bîn
Ciwanmêran di kozikan de malxwêtî li xwe girtin
Dengvedan bî bersiva xwedanan
Feryadên bêy waran
Hewldana vemirandina agirê kurdîtiyê
Ǜ temisandina giyanê berxwedanê
di dilê birayan de cih vekirin
Tengedelîv pûnijîn peyman afirandin

Rondikan bêy darbest kuþtî þûþtin
Kincên bi xwînê kevizîn bîn kefen
Loriyên þînê
Kederên mirovayê ji piþt sînoran
li ser nasnameya me ya wenda di xwînin
Biyanî hembêzên xwe
ji birînên penaberan re vedikin  
Çiyayên bilindin ji sipartinê re dibin hêzin
 
Di kûvîtiyê de li axa xwe di banin
Çavên þil ji mereqên kombûnê kul dibin
Li yek agirdadanê di jenin
Bi dildariya kurdistanê hêmin dibin.

26.10.14






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3856