Bêbextino!
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Mihemed Hesko (Birasoz)
 
Bi hemî..
bilindî ya çiyayên nezanî yê,
 ên ku di mijî yê we de mexelîn e
Û ji gevez a liser qirêja salan têrbûn e!


Nikarin cogehek e tirsê,
Di newalê dilê min de, bi herikîn in!?
Bi hemî..
girên ezîtî yê,
ên ku di dilê we de,
Ku bi þewat a agirê dexsî yê avis bûn e!
nikar in çirûskek ê ji hestên min vemrîn in!?
Bi hemî..
Bager,  bahoz û babilîskên
Ku di canê  we de, û bi toz û qilêra
kevneperestî yê xwemilî ne!
nikarin, gupkek hêvî,
an pelek xwezî, ji dara bawerî ya min,
bîn in xwar, an bi hejîn in!?
Bi hemî...
serhiþkî ya ku li enî ya rûdêmên we,
mîn a lawir û teba yan, nayên kedî kirin!
Nikarin,  karwanê hêvî
û daxwazên jîna min, rawestîn in!?
Bi hemî..
kanî yên qerez û pozbilindî ya we,
 ku bihêna gelacî ya Beko jê hildikele û diherikin!
û bi baran a ku ji ewrên bi jehir,
ji asîmanê sênc û bextê we dibar e!
nikarin…nikarin..
kulmek ax ji deþt a evîna min þil bikin!?
 ********






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3817