Zîl dide Kurdistan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Nizar Yosif
 
Kelên janên me li dîrokê di pijiqin
Pirîskan li asîmanên aza di nivîsin
Cotkariya zeviyên welatekî
Cotkarê alîkarî berdayî
Xweziyan dixwn (xelexozkên zuha
Û birînên derman reviyayîn)


Yekane doz verêj nabe
Rê di xetimin
Amûretên parêzvanan
Di astengiyên demê de li hev nakin 
Di gurikbûna êgir de dîlan vediqetin
Xwîn li ziyanan di barin 
Bi tazîbûna peykerê sitemê  
Zîl dide kurdistan
Þirikên canan
Di kelþên axê de di þêlin
Ceqceq qamîþan av dide
Serêkaniya xabûrê bi wêneyên talanan ve
Berjêr li Ferata Kobanê rast tên
Hîviyên çiyayê kurmênc
Xemên veqetandinê di qurtînin
Bi þikestina baskên hovîtiyê
Zîl dide kurdistan
Þûrê paþverotiyê konêþevê vedigire
Ceperên tirsê
Devan kilît dikin
Pênivîsan di mijiin 
Xweristiya rengên xwezayê berdiavêjin
Rike Bazên serfiraz dorpêç nakin  
Bi rometa rêza sorcuhan di pûnijin  
Giyayê hevbeþiyê rewa didin
Mizgîniya sozên xweybûnê
Kêferata Hetavê û ewrane
Govên dagirkiran dirizin
Zîl dide kurdistan.
03.08.14







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3810