«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (8)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 09 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Deham Ebdulfettah  
 
Zayend di Raweya " Birazê"û " Xwarzê"de …?!
 
Li gelek herêm û navçeyên Kurdistanê ev her dû bêje "birazê"û "xwarzê"bi wateya zarokên bira û xwehê , yên nêr û mê bikar tên , bêyî ku çi nîþandeka navên nêrza yan mêza bigihêje wan . Zayenda wan her dû navan ji pêvajoya qissekirinê tê nasîn . Derbarî darêj û zayenda bêjeyên "birazê"û "xwarzê"pirr caran ev pirs raberî me tê :
Gelo çawa her dû zayend (nêr û mê) , wekî hev bi vê raweyê (birazê , xwarzê) hatine … .?!

Darêja " birazê , xwarzê"di raweya verêsê (tewangê) de ye , wekî ku em bibêjin:
- Birazê pirtûk xwendiye
-Xwarzê name nivîsiye
-Ev mala xwarzê ye
-Ez birazê û xwarzê perwerde dikim
-Min silav li birazê kir
-Te pênûs daye xwarzê
-… .
Li hin herêman raweya "verêsê"bi þêweyê "birazî"û "xwarzî"jî tê bihîstin 
Ew her dû þêwazên verêsê (tewangê) jî , ji binesaziya raweya wan a xwerû (bê zêdebûn) û resen ku "biraza , xwarza"ye[1] hatiye der  . Binesaziya van her dû gotinên lêkdayî jî , li gora dahûrîna wan ev e :
-Biraza : Bira + za (kesên ku ji birayan zêde bûn)
                             ( kurên bira , keçên bira)
- Xwarza : xwar+za( kesên ku ji xwehan zêde bûn)
                           ( kur û keçên xwehan)
Di zimanê me de gelek navên lêkdayê bi vî þêwazî pêk hatine , wek " mîrza , amoza , þareza , nêrza , mêza . . ."
Wek , wan jî , bi zêdebûna tîpa (d) : "Behzad , Þehrezad , Þ .rzad , perîzad , begzad . . ."
Aloziya vê mijarê ew e ku navên nêrza û mêza di raweya verêsê de wekî hev tên xebitandin , bêyî ku çi nîþandekên nêrînî yan mêyînî bigihêje wan , da ku wan ji hev cuda bikin . Anku her dû zayend j , bi forma "biraz . , xwarz ."bikar t .n .
Em dizanin ku navên yekjimarên nêrza û yên yekjimarên mêza ne wekî hev dikevin raweya verêsê .
Vêca ku ev teþeya (forma)  rût û resen "biraza , xwarza"ji bo navê nêrza û mêza be , ka çawa verêsa her dû zayendan (nêr , mê) wekî hev bi yek raweyê "birazê , xwarzê"hatiye?!
 
a- Verêsa Navên Nêrza :
Verêsa navên nêrzayên yekjimar , li gora binesaziya wan , bi dû þêwazan dikevin raweya verêsê :
1- Nîþandeka verêsê "î"digihêje dawiya navên berverês , wek :
 
-Gund : Ez ji gund , (gund) têm
-Aþ : Dengê aþî (aþ) bilind e
-Hesp : Tu vî hespî dibînî ?!
2- Eger tîpek ji tîpên navê berverês dengdêra (a)[2] be , di verêsê de ew tîpa (a) dibe (ê) , wek
          - Agir : Xwe nêzî êgir neke !
          - Bajar : Ez çûm bajêr
          - Çiya : Pezê me li çiyê ye
          - …
V .ca ku nav .n "biraza"û "xwarza"jî nêrzayên yekjimar bin , anku bi wateya kurrên bira û xwehê bin , gerek ew jî , li gora wê rêpîvana jorînî bikevin ber rêzika verêsê , anku "a"ya wan jî bibe (ê) , wek :
          - Biraza : Ez ji mala birazê têm
          - Xwarza : Ez diçim mala xwarzê
Helbet durist e jî ku em , li gora benda yekê , nîþandeka verêsa navên nêrzayên yekjimar (î) bi ser wan ve berdin , wek[3] :
          - Biraza : Ez ji mala birazay ,[4] têm
          - Xwarza : Ez diçim mala xwarzayî
Lê ji ber ku raweya "birazê , xwarzê"ji ya "birazayî , xwarzayî"siviktir e , ev rawe pirtir bikar hatiye . Bi kurtî , raweya navên (birazê) û " xwarzê"ku  bi wateya kurrê bira û xwehê ne , verêsa ji navên "biraza"û "xwarza"hatiye  .
b-Verêsa Navên Mêza  :
Navên mêzayên yekjimar bi zêdekirina nîþandeka (ê) dikevin raweya verêsê . Anku ,(ê) digihêje navên mêzayên berverês , wek :
-Dar : Ez darê avdidim
-Gul : Rengê gulê sor e
Navên "biraza"û "xwarza"jî , eger bi wateya keça bira û ya xwehlê bin , ew jî , wek wan her dû nav ên mînakên jor în dikevin raweya verêsê :
- Biraza : Biraza + ê = biraza- y-ê = birazayê
- Xwarza : Xwarza+ê =xwarza-y-ê =xwarzayê
Diyar e ku bilêvkirina (birazayê , xwarzayê) hinekî giran e .  Vêca ji ber ku dû tîpên dengdêr "a+ê"di (biraza+ê , xwarza + ê) de giranîyekê didin zimên , tîpa(a)ji wan her dû navan tê avêtin :
-Biraza + ê = biraz  . . . . = birazê
-Xwarza + ê = xwarz . . . . = xwarzê
Li vê gorê , raweya (birazê û xwarzê) dibe verêsa navên mêzayên yekjimar ku ji navên rast û rût ,(biraza) û (xwarza) pêk hatiye  .
Li dûmahiya mijarê , em dikarin , bi kurt , dûbare bikin , ku raweya navên "birazê"û "xwarzê"verêsa her dû zayendên nêr û mê ye , ji reseniya raweya rast û rût "biraza"û "xwarza"saz bûye .
Zayenda vê raweya rast û rût "biraza , xwarza"bi alîkariya veqetandekên palvedanê (ê ,a) bi hêsanî tê nasîn , wek :
          Biraza : -  Birazayê min (kurrê birayê min)
          -  Birazaya min (keça birayê min)
Xwarza : - Xwarzayê min (kurrê xwîþka min)
           - Xwarzaya min (keça xwîþka min)
Li wê gorê navên (mîrza û þareza . .) jî tê gotin :
Mîrza : - Mîrzayê me (kurrê mîrê me)                           
- Mîrzaya me (keça mîrê me)
Þareza : - Þarezayê me  (hevalê me yê þareza)[5]
           - Þarezaya me (hevala me ya þareza)
Lê di nav gel de (li gelek herêman) bi vî þêweyê sivikbûyî tê bihîstin :
          -  Biraziyê minî Biraziya min
          - Xwraziyê minî Xwarziya min


Têbînî :
 Me berî nuha jî gotibû , eger tîpek ji binesaziya navê nêrzayê yekjimar dengdêra (a) yan (e) be , bi þêweyekî ji van her dû þêweyan dikeve raweya verêsê :
1-  Tîpa (a) yan (e) , dibe (ê) , wek (Çiya , Pez) :
          - Ez pêz dibim çiyê
2-  Nîþandeka verêsê (î) digihêje dawiya navê berverês :
          -  Ez pezî dibim çiyayî  .
Lê ku yek ji van cînavên nîþandanê (vî ,wî) li pêþ wan navan bikar bê , hingê pêwîst e ku ew navên berverês wekî xwe bimînin , tenê nîþandeka verêsê (î) bigihêje wan , wek:
          - Ez ê vî pezî bibim wî çiyayî
          - Vî agirî ji ber vî bayî bibin
          - Ez vî ardî ji wî aþî tênim
Anku , ne durist e ku tîpên (a) û (e) di wan navan de ,bi cînavên nîþandan re , bibin (ê) .
 

[1] - Xwar + za : peyva "xwar" ji "xwaher" a ku nuha di Farisî de bikar tê hatiye.
[2] - Li hin herêmantîpa (e) jî dibe (ê), wek : ( pez, rez, : Ez ê pêz bibim nêzî rêz) .
[3] - Ne durist e ku em her dûþêwazên verêsê bi hev re bixebitînin, wek : (Aþ : Ez çûm êþî). Ya rast gerek bê gotin : Ez çûm (êþ) yan jî (aþî).  
[4]-Li hin herêman tîpa navbirra dengan "y" nakeve navbera her dû dengdêran "a,î" wek (biraza -y-î), li þûna wê dengdêra "a" tê avêtin wek (biraz…î = birazî, xwarzî).
[5]- þarezayê me : Zîrekê Ji þarê (bajarê ) me







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3804