Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. (Xelek 18) Sedemên lawaziya hişyariya netewî kurdî çi ne?
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Dewlet û zordestî: Wek berê jî bi me re derbas bû, dewlet ji berbanga dîrokê de peyda nebû ye, belê ew hewcedariyek bû, ku bi diyarbûna bajêr re derket holê, û giringtirînê hêmanên pêkhatina dewletê hebûna pêşewayekî êlî yê hêzdar , zîrek, jîr û dûrbîn û xwediyê  kesayetiya karîzme ye, ku kanîbû hemî êlan di bin rêvebiriya xwe de bide ser hev. Di sîbera dewletê de yekîtiya zimên jî pêk hat, sîbera çanda hevbeş fireh bû, bîriya netewî hevbeş hat çêkirin, û mêldariya bi ser netewê (milet)de da ser mêldariya bi ser eşîrê û êlê û herême.


Hêmanekî din heye, li pêkhatina dewletê huardar e, ew jî zordestî û navendiya destlatê ye. Bê guman ev yeka di vê serdema me de nayê pejirandin, lê di kûrahiya dîroka kevin de rastiyek bû, çimkê ne êl û ne entilcênsiya bi hêsanî destan ji destlat û berjewendiyên xwe bera nadin, ji ber vê yekê divê serê dewletê (qeral, împeretor) hinek zordestiyê û neçariyê, ji bo bi cihkirina vîna gelemper bi kar bîne.
Di dîroka dewletên kevin de nakokiyên susret di navbera rêvebirên mezin de, û di hundirê malbata serdar de hene, bav û hinek kurên xwe, bira û kurmaman hev du dikujin. Tevdîrên siltanên Osmanî nêzîktirîn nimûneya vê yekê ne, şêxên îslamê neçar dikirin, da fetweyên, ku ji kirên wan re bibin behane, bidin, ta radeya ku siltan Mehmedê duwen (El-Fatêh) fermanek (mersûm) ber da holê, li gor wê fermanê, kurikê ku bibûya siltan mafdar bû, ku ji bo ewleyîya dewletê, birayên xwe bikuje(1).
Pirs ew e, gelo rêveçûna dewletê û hişyariya netewî di dîroka Kurd de çawa bû?
Di serdema Somer de: Jêderên dîrokî teqez dikin, ku Somerî ji çiyayên başûrê Kurdistanê ber bi başûrê Mezopotamyayê de dageriyan, û kevintirîn şaristanî li wir di navbera (2800 – 2370 b. z) de ava kirin, lê pêşî ewna şagirtên, ku şaristaniya Guzana hilgirtine bûn; ew şaristaniya, ku di navbera (5000 – 4300 b. z) de li Kurdistanê pêşve çûbû(2).
Ji ber ku Someriyan di deştan de cih girtin, û di sîbera rêjîma zevî koletî de jiyan, çavrê bû, ku şahnişîneke navendî ava bikin, lê hizra wan ya polîtîkî ya çiyayî rê li ber vê yekê girt, û hêjatirîn berhema polîtîka wan ew bû ku, rista dewlet a bajar ava kirin, pê re jî her bajarek bi gundewarê xwe ve dewletek bi serê xwe bû, û nakokî di navbera dewletên-bajarên Somerî de hebûn, û yekê jî nikarî dest bida ser a din, û dewleteke navendî pêk baniya. Evê perçebûna polîtîkî rê ji Akkadiyan (nişteciyên biyabanan) re hêsan kir, da dewletên-bajarên Somerî dagîr bikin, û tev li şahnişîna Akkad ya nevend, bi serpereştiya Sergonê yekem, bikin(3).
Di serdema Gotî de: Rista (rêjîm) polîtîkî ya Gotî pêşewayê federasyona êlîtî ji hêla pêşewayên êlan (encûmena rîsipîyan) ve, ji bo 6 an jî 7 salan, dida hilbijartin. Tevî ku Gotiyan li başûrê Mezopotamyayê  dest dan ser Somer û Ekkad jî, lê hizra  polîtîkî çiyayî (koçeriya êlîtî) li ser wan destlatdar bû. Nivîsevanekî Somerî dibêje: „Kî qeral e? Kî ne qeral e? Gelo, Îgîgî qeral bû? Nanom qeral bû? Îmî qeral bû? Îlolo qeral bû? Ewên ku her yek sê salan hukumdar bû“(4).
Di serdema Lulu de: Ji hêla hizra polîtîkî de, pêşiyên me şaxê Lulu (Lulubî, Lulumî) jî wek Gotiyan bûn, hizra wan çiyayî êlîtî bû, vê hizrê ew di dewleteke navendî de nedan ser hev. Rewşa pêşiyên me Men-nay jî wusa bû, qeral bi tenha ne destlatdar bû, belê encûmena rêvebiriyê, ya ku wek (encûmena rîsipiyan) bû, hukumdarên îyaletan ji bo rêvebiriya kar û barên welêt hildibjartin, û qeralê Men-nayî, di nivîsên xwe de, bo qeralê Aşor, ne tenê bi navê xwe, belê bi navê endamên encûmena rîsipiyan jî dipeyivî(5).
Di serdema Horî-Mîtanî de: Pêsiyên me Horî jî ji vê rêbazê derneketin, ewana şahnişînên biçûk, navdartirîna wan şahnişîna Errabxa bû (Kerkûk) damezirandin, û nikarîbûn yekeke navend damezirînin. Di destpêkên sedsala (15 b.z) de pêşiyên me Mîtan ji hundir şaxê Horî diyar bûn, û şahnişîneke, ku di destpêka sedsal (14 b.z) de gîhabû tepela navdariyê, damezirandin, û bajarê Waşukanî li rojavayê Kurdistanê kirin paytext, û di dema hukumdariya qeral Sawşatar de, derdora (1440-1400 b.z), dewleta wan ji herêma Kerkûkê heya bi deryaya spî girtibû, û destpêkên pirojeya împertorî li ba vî qeralî diyar bûn, lê nikarîbû dest bida ser tevayê welatê pêşiyên me, û piştî derdora sedsalekê nakokî di navbera mîrên malbata hukumdar de peyda bûn, û rê li pêş Hissiyan hêsan kirin, da wê perçe bikin, û paşê jî, di sedsala (13 b. z) de, bi destên şahnişîna Aşor hate gêrkirin(6).
Di serdema Med de: Şahnişîna Mîtan derfeteke mezin bû ji bo damezirandina dewleteke navendî di welatê pêşiyên me de, lihevkirina tevayî (çandî, polîtîkî, civakî, aborî) pêk hatibû. Derfeteke dine giring peyda bû, ew jî bi diyarbûna şahnişîna pêşiyên me Med re, bi cefayên Qeral Deyako (Dehyako) derdora sala (727 b. z) bû, û paşê ev şahnişîna Med, di serdema neviyê wî Keyxisro (Kai-Khxosru) yê ku di navbera (625-585 b. z) de hukumdar bû, fireh bû, û împertoriya Aşor, bi hevkariya Keldanan, sala (612 b. z) gêr kir, û pêre jî ev şahnişîn, di serdema Ezgehak kurê Keyxisro de, bû împertoriyeke, ku ji kendava Somer heya bi deryaya spî girt, û tevayê weltên pêşiyên me, ji rojhilat heya bi sînorên Hindistanê û çiyayên Hindokoş li Efganistanê, xiste bin sîbera hukumdariya xwe(7).
Mirov ji jînenîgariya Ezdehak têdigihêne, ku ew xwedî pirojeyeke împertorî bû, û eger hizra polîtîkî, ku li ser bingeha navendî û hukumdariya tekekesî ya bê sînor, an jî nîv bê sinor, ava dibe, tune be, pirojeya împeretorî bi ser nakefe, ang pêk nate, pirojeya Ezdehak ya împertorî ew wek sitemkarekî, li gor nerîna entilcênsiya Med, ya xwedî hizra çiyayî, ku sitemkariyê napejirîne, dabû xuyakirin, vê lomê ewan, li gel Koreşê duwem ê farisî (Kurê Mendana keça Ezdehak) awanbazî li dij Ezdehak ristin, û piştî têkoşîna sê salan, Koreş şahnişîna Med sala (550 b. z) gêr kir, û Ezdehak jî hat dîlkirin(8).
Nerîna dawî: Napoleon Bonaparte dibêje: „Polîtîka hemî dewletan di erdnîgariya wan de ye“(9). Ev boçûn, ji bo ravekirina dîroka me ya polîtîkî, rastiya gewherî ye, ew (ango dîroka me) di bin bandora hizra me ya çiyayî de bû, ev hizra ku rehên xwe di kûrahiya kesayetiya me ya netewî de berdane, û bi sedema vê hizrê jî nenavendiya destlatê her tim li ser dîroka me ya polîtîkî huradar bû, ji ber vê jî  hema şahnişînekê ji şahnişînên pêşiyên me nikarîbû destlata xwe ya navendî ya bê sînor bikşîne ser tevayan, û her ku qeralekî me ji peydakirina destlata navendî bê sînor de nêzîk dibû, nakokokiyên hundirîn derdiketin holê, û şahnişîn perçe dibû, û diket destên şahnişînên derdorê.
Eger pirojeya Ezdehak ji bo demezirandina dewleta navendî, ya ku hukumdariya wê qeralî bê sînor (mutleq), pêk hatiba, û 2 an jî 3 nifşan dom kiriba, lihevkirina çandî, polîtîkî, civakî û aborî, dê di bin sîbera wê de, di hundir civaka Med de, gengaz ba, û hişyariya netewî dê  rehên xwe di civakê de bikûrahî berdana, û dê li hember mêldariya êlîtî û herêmî bi serketa, û civaka kurdî (bineweciya civaka Med) dê biba xwedî hişyariya netewî ya şûngirtî, û xwedî bîriya netewî ya dewlemend, û ageha netewî ya hevbeşe kûr; evan xisletan jî wê ew ji perçebûnê biparasta, û piştevanî, ji bo vegerandina dewleta xwe ya netewî, çi dûr û çi nêzîk jî, bidayê, wek çawan cînarên me Farisan jî wusa kirin.
Ji roja gêrbûna şahnişîna Med de, li dirêjahiya 25 sedsalan, dewleta navendî li welatê me yê mezina nehat avakirin, û em wê hîngê û hîna jî ji mista dewleteke dagîrker derdikevin, û dikevin destên yeke dine dagîrker, û ew dagîkeran hemî ji bo perçebûna me, û kûrkirina wê perçebûnê ji her warên çandî, polîtîkî, civakî û aborî, di civaka me de  hewsdar bûn, û hîna jî hewsdar in, û her tim li ser civaka me polîtîka zorê û koçkirinê û nezankirinê û xizankirinê û pişaftinê bi rê ve birine, û ta radeyekê ku bîriya me ya netewî vala kirine. Rola vê polîtîkayê jî di lawazkirina hişayriya netewî kurdî de ne biçûk bû.
  Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
          20. 07. 2014   
 
Jêder û çavkanî:
  1. William Durant: Qiset El-Hedare, 26/115. Biner: Îbrahîm Beg Helîm jî: Tarîx El-Dewle El-Osmaniyye, rû 157.
  2. Georges Roux: El-Îraq El-Qedîm, rû 123. James Millaart: Eqdem El-Hedarat fî El-Şerq El-Edna, rû 157, 162-163.
  3. Sabatino Moscati: El-Hedarat El-Samiyye El-Qedîme, 67. Ebdil-Ezîz Salih: El-Şerq El-Edna El-Qedîm, Misir û Îraq, 401/1.
  4. Dyakonov: Mîdya, rû 111-112. Cemal Reşîd Ehmed: Zuhor El-Kurd fî El-Tarîx, 1/549, not 6.
  5.  Cemal Reşîd Ehmed: Zuhor El-Kurd fî El-Tarîx, 1/576. Dyakonov: Mîdya, rû 167-168. William Langer: Mewsoet Tarîx El-Alem, 1/62.
  6. Jean Bouttero û hinekên din: El-Şerq El-Edna, El-Hedarat El-Mubekkîre, rû 201. William Langer: Mewsoet Tarîx El-Alem, 1/62.
  7.  Dyakonov: Mîdya, rû 257, 333, 357. William Durant: Qiset El-Hedare, 2/400-401. Tarîx Herodotus, rû 80. Harfi Porter: Muxteser El-Tarîx El-Qedîm, rû 86. Mehrdad Izady: The Kurds (Kurd), rû 34.
  8. Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 90-93. Dyakonov: Mîdya, rû 393-394.
  9. Gaston Bouthoul: Fen El-Siyase, rû 148.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3799