Dostên Kurd
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Heyder Omer 

Sala (1998)ê xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan hate damezirandin. Hemî endamên vê xelatê lihev kirin, ku ji bo dostên gelê Kurd were pêþkêþkirin; ew kesên ku ne Kurd in, lê bervêdêriya gelê me kirine, û dikin, pê re jî mirov dikare bibêje, ku wan rûmeta dostaniyê istandine. Cara pêþ ev xelat bi dest civaknasê Turk; Simaîl Beþkcî ket. Her kesê Kurd nav û dengê vî dostê hêja bihîstiye, û dizane ku vê kesayetiyê gelk êþ û azar ji dest destlata Turkan dîtiye, û pir caran, ji bo helwestên xwe, ku di tenga gelê re diyar kirine, hatiye zîndankirin, lê carekê jî helwesta xwe neguheriye.


Cara duwem jî xanim Danyal Mîtîran ev xelat wergirt. Evê xanimê jî helwestên payebilind di tenga gelê me re diyar kirin, ta radeya ku Kurdan ew bi navê (diya Kurdan) navan dine. 
  Beriya ku kesayetiya ji bo cara sêyem were nîþankirin, gelek dostan, navê El-Qezafî pêþniyar kirin, bi behaneya ku ew yekemîn serkirdeyên Ereba ye, ku helwestên nirxbiha di tenga gelê me re diyar kirin, û heye jî alaikariyên diravî dabine tevgera rizgarîxwaza Kurd li baþûr û bakurê Kurdistanê. Vê lomê jî layiqî rûmetkirina Kurda ye. 
  Dostekî min, bê ku navê wî diyar bikim, hewsdar bû, ku em vê cara sêyem xelatê bidin El-Qezafî, û bi dirêjî li ser telefonê nerîna xwe ji min sirove kirir, û lava kir ku ez vê pêþniyara wî bighînim komîta xelatê. Min gote wî dostê xwe: Hemî gotinên te, di tenga helwesta El-Qezafî ji bo gelê me, rast in, û dikarim zêde bibêjin, ku ez bawer im El-Qezafî dê endamên komîtê bi awayê fermî pêþwaz bike, dê bîlêta çûna Lîbiya û ya vegerê bide me, û bi ser de dê perene pir jî bide komîtê. Lê birayê delal ez nikarim vê pêþniyara te raxim pêþ endamên komîtê, ji ber ku helwesta wî di tenga gelê me re nikare karên wî yên qerêj di tenga gelê Lîbiyayê re veþêre, ez çar salan li Lîbiyayê mame, û dizamin ta çi radeyê gelê Lîbiyayê ji dest sitema wî dinale, û rojekê berî ya din dixwaze ji sitema wî rizgar bibe. Ev yeka sala 2009ê bû, û pir neçû we dît gelê Lîbiyayê sala (2011)ê bi çiawayî raperî û ew herifan û kuþt. 
  Her weha hin dostan, nemaze jî ji Kurdên, ku li Elmanyayê dimînin, navê siyasetmedara Elman; endama partiya Kesk, Klaudiya Roth pêþniyar kirin, ku ez navê wê bidim komîta xelatê, ji ber ku ewê nerîn û helwestên basþ di tenga gelê me re hene, û bi ser de jî ew kesayetiyeke ewropî ye, û gelê me bi hewceyî dostên ewropî ye. Dîsan min ji wan dostan re diyar kir, ku nikar im pêþniyara wan raxim pêþ komîtê, ji ber ku, bi nerîna min, helwestên pirên siyasetmedar û kesên çep zû têne guheztin, û ne dûr e ku ew jî helwesta xwe rojekê biguhêze, û min nimûneyek ji wan re da xuyakirin. Dema min li Lîbiyayê (1980-1984) karê mamostetiyê dikir, têkiliyên min li gel hêzên tevgera felstînî xurt bûn, carekê nûnerê eniya Demikrat a felestînî, (El-Cebhe El-Dîmiqratiyye) gote min: Nûnerên hêzên felestînî li Lîbiyayê, dê ji bo (roja zemînê / Yewm El-Erd), ku dikeve dawiya meha Adarê, daxuyaniyekê belav bikin, em dixwazin tu jî navê xwe li bin daxuyaniyê deynî. Min gote wî: Me jî wek ku em Kurd in, rojek netewî di vê meha Adarê de heye, navê Newroz e, ez hêvî dikim, ku du-sê hevok, ji bo Newroza me jî, di daxuyaniyê de hebin. Gote min: Ezê vê pêþniyara te raxim pêþ nûnerên hêzên din, û te agah bikin. Roja din gote min: Nûnerên wan hêzan hemiya ev pêþniyar nepejirandin. Vê lomê min jî navê xwe danenî bin daxuyaniya wan.
  Va ye, di van rojên ku gelê Kurd li baþûr û rojavayê Kurdistanê ji ber tevahiya cîhanê de þerê terorê û terorîstan dike; ev terorîstên, ku Malîkî û artêþa Îraqê çekên eremîkî yên nû ji wan re hêþtin û baz dan. Û xwîna kurdan, nemaze ya þengaliyan dinya hejand, lê mixabin çepên elman û Klaudiya Roth, guhên kerr tê yal kirine, û hewl didin, da biryara hukumeta elmanya, ku dê çekan ji bo Pêþmergeyên Kurdistanê verêke, bi þûnda bidin, û bi tundî, di parlemetoyê elmaniya de, li dij wê biryarê diqîr in. Gelo evana û kesên wek wan dikarin bibin doistên Kurdan, û werin rûmetkirin?!         






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3796