Konê Reþ
Hawar e hawar.. Xwîn nabe av.. Ku em nebin yek û birayên xwe Êzidiyên Þimgalê ne parêzin, em ê herin av û av..
Mane pêþiyan gotiye: Xwîn nabe av
Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ola wan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye. Ev ol li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin û kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar wek Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên Mezopotamiya distîne.
Hem jî gelek bîr û baweriyên þaristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Aþûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye.. Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke þuristî ye, oleke aþitîxwazane ye.
Ta roja îro Kurdên Êzidî bi ziman, irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeþînin; nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ne. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzidiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.. Parastina vê olê, xelkên vê olê parastina ziman û hebûna gelê Kurdî ye.
Melayê Cizîrî di pesnê wan de wiha gotiye:
Dil geþte min ji Dêrê,
naçim Kenîþteyê qet
Mihraba wê bi min re,
wer da em biçne Laliþ..
Sed mixabin u sed hawar ku îro Þingal û Zumar li ber talanê ne.. Hawar e hawar.. Xwîn nabe av, ku Þimgal rizgar nebe em ê herin av û av..