Di Çar Saliya Koçkirina Welatparêzê Kurd Cemîlê Salihê Ehmed de 1930 – 2010
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

Sibe (05.08.2014)an de, çar sal di ser koçkirina welatparêz û zimanhezê kurd Cemîlê Salihê Ehmed, (Bavê Xoþnav), re derbas dibe.
Bavê Xoþnav di sala 1930î de li Tilþiîra Aþîtan, bûka Sinceqê an Beriya Xelef Axa hatibû dinyayê. Di malek kurdperwer û zimanhez de li gundê xwe Tilþiîrê mezin bibû. Ji ber ku gundê Tilþiîrê di heyamê biçûkaniya wî de navendek ji navendên welatparêzên kurdan bû.


Bandora kesên mîna seydayê Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî û Þêx Ibrahîmê Tilþiîrî gelekî li xelkên wê hebû.. Û wiha xelkên gund di bin akam û bandora wan de, bi giyanekî netewperwerî hatibûn xwedî kirin.. Wiha jî Cemîlê Salihê Ehmed di nav wan de li ser helbestên Seydayê Cegerxwîn wek:
Welatê min tu wî bûka cihanî
Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî
Þepal û þeng û þox û naz û gewr î
Gelek þêrîn û rind û pir ciwan î..
û helbestên Mele Ehmedê Namî wek:
Birayên delal hûn werin xortino
Heger hûn neyên vane keç em meþîn..
mezin bi bû. Di sala 1943an de, li ser daxwaza Mîr Celadet Bedirxan û vekirina dersxaneyan li gundên Cizîrê, li Tilþiîra Aþîtan jî dibistanek Kurdî di bin serpereiþtiya seydayê Ehmedê Namî de hat vekirin. Hingê rehmetî Cemîlê Salih yek ji qutabiyên wê dibistanê bû, li ber destê seydayê Namî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bi bû. Di salên 1950î û vir de tevî tevgera azadîxwazî kurdî bi bû û li gel seydayê Cegerxwîn û hin ji welatparêzên kurdan yên din beþdarî di xwepêþandanên Qamiþlo û Þamê de dikir.. Di salên yekîtiya Sûriyê û Misrê de (1958- 1961), anku heyamê Elwihde, hat girtin û gelek zilm û zor ji destê parastina rêjîmê ve dît..

Di salên 1960î û pê de, yekemîn mîkanîk an mekenêsiyanê (Master) yê Kurd bû di Sinceqê de.. Di Salên (1970) de berpirsiyarê þirketa Kehreba bajarê Kobanê bû, di sala 1975 dev ji Tevgêra Komunistan qeriha, paþ ku desthelata Mosko û Partiye komunista Sûrî, rewþa Kurdistana Baþûr giring negirt û hevalbendiya Sedam û Bekir kirin.. Ji 1975 û pê ve, mekenêsiyan (Master) bû li Sedê (feratê).. Demekê li bajarê Tirbasipiyê, serbixwa master kar kir.. Di pey re vegeriya gundê xwe Tilþiîrê û çend salên xwe yên dawî lê derbas kirin ta ku di roja 5.08.2010 de li Tilþiîrê cû ber dilovaniya Xwedê.
Di çend salên dawî de, berî ku here ber dilovaniya Xwedê, her meh ez û wî çend carekî bi hev re diketin dabaþa peyvên kurdî û koka wan de.. Me qirik li hev ziwa dikir..! Hem jî bi þahî û serbilindî ji min re behsa hatina Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nafiz Beg Zaza û Hesen axa Haco gundê Tilþiîrê dikir.. Ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku wî bi dilovaniya xwe þa bike û cihê wî buhiþta rengîn be.
Ji berhemên wî yên destnivîs: Firhenga Kurdî ji bo mîkanîk û gotinên teknîkî û destnivîsek ji helbestên Kurdî..

Konê Reþ, Qamiþlo 04.08.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3763