Gelo Hûn Mîr Dr. Cemþîd Celadet Bedirxan Nas dikin?! (1939 - 1999)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê Dr. Cemþîd Bedirxan re, yê ku îsal, 15 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, werin em wî ji nêzîk ve nas bikin. Mîr Dr. Cemþîd Bedirxan kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewþen Bedirxan e. Ew di roja 09.11.1939 an de li Þamê ji dayik bûye. Û Her wiha lê mezin bûye. Lê jî xwendina xwe ya seretayî qedandiye. li Libnanê jî xwendina navendî xwendiye û dawî li Þamê di xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe a lîse bi dawî aniye. Di sala 1958 an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bijîþkîyê çûye Elmanya Rojava.


   Li Elmanya, di sala 1959 an de, dest bi xwendina bijîþkiyê kiriye û di sala 1968 an de bi pileyeke baþ doktoraya xwe di bijîþkiyê wergrtiye. Her wiha di gelek nexweþxaneyên Elmanya de û nêzîkî du salan jî di nexweþxaneyên Parîsê de karê bijîþkiyê kiriye. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweþxaneyeke taybetî, di temmuza sala 1970 an de piþtî beyana 11 adarê seredana baþûrê Kurdistanê kiriye, da ku li bajarê Hewlêrê nexweþxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê projeyê wî pêre neçûye serî û careke din zîviriye Elmanya. Dema ku þoreþa Barzaniyê nemir destpêkiriye, wî jî rola xwe liztiye û bi dermanan û pêdiviyên tendirustiyê alîkariyên ber bi çav ji tevgera Kurdistanê kiriye..
   Her wiha Dr. Cemþîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd a (Li Þamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên Kurd a li Elmanya.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya þaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paþiyê ji ber rewþeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye karê xwe yê tenduristiyê.
      Di salên 1985 û 86 an de Dr. Cemþîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veþartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Nêzîkî du mehan li bajarê Þirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.
   Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Kurd (Curd) û Evîn çêdibin. Curd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîþkiyê qedandiye û niha di nexweþxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye. Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 10.12.1999 an de li Brezilya yê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. Dr. Cemþîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baþ dizanîn.
Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe þa bike û cihê wî buhiþta rengîn be.
Qamiþlo 03/08/2014

 










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3762