Vegera mam Talebanî, Referandoma kak Barzanî û Hawara Xanî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 20 íæáíæ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Silav û stranek pesin ji vegera serokê komara Îraq a federal Mam Celal Tabebanî re.. Silav û stranek pesin ji serok Mesûd Barzanî û xwesteka wî bi roja nîþankirina referandomê ji bo dewletbûna Kurdistanê.. Silav û stranek pesin ji perlementoya Kurdistanê re, Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek pesin ji pêþmegeyên qehreman re, ku em bi xwîna wan gîhan vê qûnaxê.. Silav û stranek pesin ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. ji hezkirina kurdan re.


Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e.. Kurdistana ku me ji þînê diparêze, geþbîniyê di hinavê me de diçîne..
Mijde, va Kerkûk, Þingal, Zimar û Xaneqîn li maka xwe vegeriyan.. Kurdistan seranser rizgar dibe..
Pîroz be li Kurdên bi rûmet, va em dibin dewlet. Xewn û banga Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî êdî nema xeyale:

Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..

Qamiþlo, 20.07.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3751