Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de (14) Têgehên sosyolocîk û polîtîk
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 íĉáíĉ 2014
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Hemî ŝoreŝên me têk biçin, û welatê me bi tevayî dagîrkikrî bimîne, û pergala bazdanê (revê) û dagîrkirinê li dirêjahiya 25 sedsalan berdewam be; ev yeka bi carekê ne diyardeyeke normal e, belê mezintirîn bobelat e, û di hiŝyariya me ya netewî û niŝtimanî de wergera kirîzeke metirsî ye. Dive ev diyardeya hanê were ŝînkirin (tehlîlkirin). Da ku ev yeka pêk were, dive em, qe nebe, bi kurtahî, wateyên hin têgehên sosyolocîk û polîtîk, ku li gel vê mijarê têkildar in,binerin.


1.Reh: Komelek e, endama yek bineweçeyê ye, û li gor hin rengdêrên biyolocîk û çandî ji rehên din cuda ye. Bi gelemperî bingeha reh a erdnîgarî û dîrokî û çand û zimanê hevbeŝ hene, û komelên rehan  her tim wek ên niŝtimanî û olewerî û çandî nîn in, ji ber ku heye, bi bandora hinek nîrên serdest, komela yek rehî li welatên curbecur bijî, û bawermenda pir ola be, û çandên cuda werbigire(1).
2.Netew: Bingehek e, li ser hêmanine hevbeŝ tê damezrandin; reh, ziman, çand, dîrok, erdnîgarî (niŝtiman), berjewendî û hêvî giringtirînên wan hêmanan ne, û netew û reh li gel hev zor bestandî ne(2).
3.Hiŝyariya netewî: Zanîna buhêreka netewekê bi awayê dupat e, û têgihîŝtina hêmanên îkolocîk (ecology),êthnî, çandî, û dîrokî yên ku ew netew pêk anîne ye, û kifŝkirina hêza wê ya giyanî ye, ku pê ji netewên din cuda dibe, û guhestina vê zanînê bi tevdîr û vîn û helwest û bidestxistan ne; yên ku bi awayê erênî di rêveçûna komela netewî, û dupatkirina nirxê wê di nav gelan de, hevpar in. Ev hiŝyariya netewî, di hin lêkolînan de bi (giyanê netewî) jî tê navandin(3).
4.Perestî an jî rehîtî (rehperestî) : Ev tundemêldariya bi ser komeleke mirovatî de ye, ku tê bawerkirin  ew komel ji teknetewê pêk hatiye, û bi ŝofonîzmê jî tê navandin. Rehperstî li gel ramana (gelê bijarte) an (gelê paqijtir) hatiye bestandin, bingeha wê jî bi hebûna hin rehên mirovatî, an bineweçeyên (sulale), ku ji yên din paqijtir û bilindtir in, bawer dike, û weha dice, ku hin rehên bilindtir hene, mafdar in, ku  rehên nizim bindest bikin, an jî, li gor berjewendiyên xwe, wan tune bikin(4).
5.Niŝtimanperwerî: Ev jî rengdêreke mafnasî ye, ku ji hevbeŝiya komelekê  an jî hin komelên netewî, ku di welatekî de hene, pêk tê. Têgeha (niŝtimanperwerî) ji ya (netewî) firehtir e, ji ber ku bi piranî reh li ser pêkhatina têgeha (netewî) desthilatdar e, û hêmanên din wek (xak (erd), çand, dîrok û berjewendî) li ser pêkhatina têgeha (niŝtimanperwerî) destlatdar in.
6.Gel: tekekesên komeline netewî ne, an jî yên komelên cûreceleb û niŝtimanên curbrcur in, lê ji hêlên zimên, çand, kevneŝopiyan, berjewendiyan û hêviyan de lihevhatî ne, û têkiliyên tevlihev wan di hundir dewleteke sînorkirî de, li gel hev dibestînin, û daxwaza jîna hevbeŝ  pêk tînin. Têgeha (gel), bi vî awayî,  hin caran li ya (netew) dibane, û hin cara jî jê firehtir dibe, û li têgeha (milet) dibane(5).
7.Milet: Sê awayên sereke yên milet hene:
a.Miletê netewî: Ev cûre ji yek komela netewî (rehî) pêk tê, an jî piraniya niŝteciyên wê endamên yek netewê ne, û hemî ji hêlên zimên, çand, niŝtiman, û bîrannînan de hevpiŝ kin. Nimûne: Miletê Elman û yê Firansizî.
b.Miletê pircûre: Ev cûreyê milet ji hin komelên cudareh pêk tê, û li ser erdnîgariyeke sînorkirî di hundir welatekî de dijî, têkiliyên keresteyî (bûjenî) û giyanî, û hevberjewendî di navbera wan cudarehan de hene, hem yekirina wan peyda dikin, û hem jî wan li gel hev dijînin. Nimûne: Miletê Emerîkî.
c.Miletê olewerî: Rengêra olî (ayînî) li ser vî awayê milet desthilatdar e, wek miletê misilman. Ev têgeh, di serdemên navîn de, desthilatdar bû(6).
8.Civak: Komelek e, ku di navbera tekekesên wê de girêbendên hevbeŝ hene, rewŝ û sazûmanên civakî ew girêbendan çespandine, û zagonan û raya giŝtî jî misoger kirine, mirov ne dikare bibe rikberê wan, û ne jî dikar ji sîbera wan derkeve, eger bike, dê were cezakirin, û di nav civakê de beloq were xuyakirin. Ji bo êlekê, netewekê, bawermendên olekê an jî niŝteciyên dewletekê gengaz e, ku (civak) were gotin(7).
9.Çand. Zanyarên ensiropolociyayê (anthropology) hema hema li hev kirine, ku çand ew tiŝtê hevedudanî ye, yê ku zanînan, ayînan, huneran, sinçan, zagonan, û kevneŝopan û hemî karînên, ku mirov, endamê civakê ye,bi dest dixîne, di xwe de dicivîne(8).
10.Ŝaristan: Ev têgeh ji diyardeyên pêŝveçûna zanistî, hunerî, teknolocîk, yên ku di civakekê de, ji nifŝekî bo yekekî din tên guhestin re, tê gotin. Her du têgehên (ŝaristan) û (çand), li ba hin ramanbîran, tev li hev dibin, û çand dibe pareke ŝaristanê, lê têgeha (ŝaristan) di jiyana civakan de, nîŝana hêla keresteyî (bûjenî) ye, û (çand) jî nîŝana hêla giyanî ramanî ye(9).
11.Dewlet: Sistema polîtîk ya civaka ye, û desthilata, ku têkiliyên civakî radixe ye (organize dike), û zagonan pêk tîne, û dewlet li ser bingeha rêkeftin û lihevkirinê û têkiliyên navbera serdar û gel de ava dibe, û zorê jî tenê bi dest xwe ve digire, û ji bo pêkanîna aŝîtiya hundirîn, û parastina civakê (gel, milet) li hember gefên derveyî, dixebitîne, û dewletê çar goŝeyên sereke hene. Ew jî ev in: Gel. xak (erd) serdestî û mukurlêhatina navnetewî, û di dîrokê de gelek awayên dewletê hene, berztirînên wan jî ev in:
a.Dewleta bajêr: Piçek ji rehekî (neteweyekê) li bajarekî û gundewarê wî bajarî vê dewletê dadimezirîne, bajarên dewletên Somer û yên Yonan, di dîrokê de, navdartirînên vî awayî ne.
b.Dewleta netewî: Ev dewlet ya rehekî bi tenha ye, hemî an jî piraniya tekekesên vê dewletê ji yek rehî peyda dibin. Nimûne: Dewleta Elman û ya Firansa.
c.Dewleta împeretorî: Ev dewleteke mezin û cûrereh  (cûrenetew), cûreçand, cûreol, û cûreniŝtiman e, guropekî mêldarên firehkirin û dagîrkirinê, ku ji rehekî peyda bûne, desthiltdarên vê dewletê ne. Nimûne: Împeretoriyên Aŝûr, Faris, Roman û Osmanî(10).
12.Ramana polîtîkî: Ev têrmeke gelekî gelemper e, hemî têoran, felsefeyan, ayînan, û hizrên, ku li gel polîtîkê û derbirîna wan têkildar in, di xwe de dicivîne. Ramana polîtîkî, bi vê wateya fireh, felsefeya polîtîkî, têora polîtîkî û baweriya polîtîkî jî di xwe de dicivîne(11).
Ji bo vekolîna pergala kurdî ya susret, ku me bi rengdêra (pergala bazdanê) navandibû, emê hewcedarên van têgehan û yên ji bilî wan bin jî, ji ber ku vekolîna vê pergalê nikare encamên durist bi dest bixîne, eger em, ji hêlên  îkolocîk (ecology), netewî, çandî, civakî û polîtîkî ve nekevin hundirê pêkhatina kurdî, da xwerista hiŝyariya netewî kurdistanî û diyardeyên wî di tevdîra netewî de kifŝ bikin.    
            Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
               29. 05. 2014
Jêder û çavkanî:
(1)   Jiyovrî Roberts: El-Qamos El-Hedîs lîltehlîl El-Siyasî, rû 379. Aŝîlî Montagiyo: El-Dehd El-Ilmî lî ustoretî El-Tefewuq El-Îrqî, rû 54, 63.
(2)   Jiyovrî Roberts: Jêdera navborî, rû 280. Firank Bêlî: Mucem Blakwîl lîlulom El-syasîyyetî, 433.
(3)   Lecnetun mîn El-Bahîsîn: Fî El-Qewmîyetî El-Erebîye, rû 31-32. Simaîl Ebdil-Efettah Ebdil-Kafî: El-Mewsoetu El-Muyesseretu lîlmustelehatî El-Siyasiyyetî, rû 230.
(4)   Jiyovrî Roberts: Jêdera navborî, 63, 380. Nuxbetun mîn El-Esatîzetî: Mucem El-Ulom E-El-Ictîmaîyyetî, rû 432. Kemîl El-Haj: El-Mewsoetu El-Muyesseretu fî El-Fîkrî El-Felsefî we El-Ictîmaî, 346.
(5)   Sebetîno Moskatî: El-Hedaratu El-Samiyyetu El-Qedîmetu: rû 49. Nuxbetun mîn El-Esatîzetî: Jêdera navborî, rû 337. Amêr Reŝîd Mubeyyed: Mewsoetu El-Seqafetî El-Siyasiyyetî El-Îctîmaiyyetî El-Îqtîsadiyyetî El-Eskeriyyetî, rû 839-840.
(6)   Aŝîlî Montagiyo: Jêdera navborî, rû 58-59. Jiyovrî Roberts: jêdera navborî, rû 279. Firank bêlî: jêdera navborî, rû 433.
(7)   Kemîl El-Haj: Jêdera navborî, rû 533.
(8)   Kemîl El-Haj: Jêdera navborî, rû 168. Ebdil-Xenî Îmad: Sosyolociya El-Seqafetî, 28-29.
(9)   Kemîl El-Haj: Jêdera navborî, rû 206. Ebdil-Xenî Îmad: Jêdera navborî, rû 28-29.
(10)     Simaîl Ebdil-Fettah Ebdil-Kafî: Jêdera navborî, ru 205, 208.
(11)       Jiyovrî Roberts: Jêdera navborî, rû 342.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîŝan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3746