Amûdê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 27 íæäíæ 2014
Mijar: Nûçe





Kasî yûsiv

Keçê rebenê
qey
Kulê te ne besî te bûn
Ti çima serê xwe  dikê serê berazan de, di keysa ji wanre lê hatî.


ma te bi çî xwe ,xwe ji wan mezintir didît
di vê roja wanî renga rengî de
ji rengên basîc, û keskke sorên tozgitî
di bazarên kirîn û firotinan de
ji bêbextiyên neyar û bêbavê van dijminan.
Mane hê tevzînokê sînemê ji nav milên me xilas nebûne
mane hê ava sar bi kabokên mede tê ji wê hijmara mezin,ji wan kulîlkên te yên şewitîn
hey por kurê
Nebêje min nizanîbû  
vê bersivê nebêje tu kesî di ti cihande,ti zanê lê  ……………………….
Hingî kela te germe
 ti hew tiştan ji hev derdixê.
Ma çend caran me ji hevre digot, bila ev bablîsok herê…………….
Dûvre…dûvre………….dûvre………
Ev  nifirin yanjî çavin  bi teve  dane
Nizanim kîyê dev şikestî, ev nifir li te kiribû shehsiwara min, sitêrka di ezmanê min.
nizanim kî çavê wî derkevin, çav bi teve dabûn.
De rabe mehwesha min ji gola xwînê rabe here xwe hilweşîne , îro bîr anîna kuştina bira li ser destê biraye
Îro xwelî li seriya meyî herî mezine
em nizanin ne bêjin tifû li wan kesan yê ku ev kes kuştin
ne devê me digerê em bêjin xwedê wan nehêlê
û xwîn xwîne delalamin
xwedyê xwînê qesasê xwe nas dikê
kî dizanê çi bi serê me hatiye
berê me didin hev
em sivîl û ew çete
em peya û ew siwar
em melûl û ew degel
lê delala min, amûda min, bila ew xweş zanibin ev ji wanre namînê
û her wê roja wanjî werê, û baca vê xwîna rijandî wê gelek bê
dîrok her tiştê dinîvisênê, girê şermola ne razaye,ewjî dibînê
her kesê birakî xwe dikuje dibe pêkenok di her felsefeke li ser riwê vê zemînê
bi her zarekî jêre tê gotin :
bê namûs
bê rûmet`
bê şeref
bê bext
peyayê neyar
ser nizm
tirsonek
bê ol
welat firoş
amûda rengîn, ti  dimîne toqê gulan li ser serê diya xwe, ti û şehîdên xwe, ti û bîr û baweriyê xwe,ti û helbestvanên xwe, û hemû niktezan, û feylesûfên xwe,yên ku dibêjine wan dînê amûdê,hûnê pêşngên mebin roja rabûnê, hûnê di mihrecana ragihandina azadiya kurdistanê de mînaka sozdariya herî paye bilind werin vexwendin
de desmala xwe bişo ji xwînê, û hêsirên xwe paqijke, mizgîniya te ji ya her bajarî dîtir mezintir û xweştire, ti bûka bajarê kurdayî
amûda min: ti pêşbirî di danê de, ti pêşbirî di hewar hatinên xwede, ti pêşbirî di dilsoziya xwede
tê pêşbir bimînê, ji ber te şîrê sozdariyê vexwariye
(çilên şevê) hêza dilête na hilweşênin,bi çend doşkayên  ku leşkerên dijmin ew dane wan
agirê sînemê qirçe qirça wiye di guhên tede ,îro ev hatine bi vê tifika xwe ya ji amûrên dijminan pêkhatî , divin te û me bi tirsênin, ew nizanin ku çiqas dengê agir tê me em bi hêztir dibin, mane em bûn yên ku agir çêkirin, û ar tenê bi zarême bi wateyeya agire.
Em agirin, û em bavê agirin,agir me na şewitênê, wek şar, wek xak, wek dîrok, em geştir dibin bi agir, û ti kes ji me zîrek tir nîne di waneyên agirde.
Amûda min: vaye havîn bi nêvî bûye, û bêriya mêrdînê dîse bi toz û dumane, rewrewê mîna ava wanê pêl daye, soza kurdistanê ji bo te bi ax û ava xwe û bi mirî û saxên xwe, bi dar û berên xwe , dibêjine te: ew dêmên teyî ispehî , li meye em kenê wan li wan vegerênin,ew çavên teyî belek,li meye em şikestinên wan rast bikin, ew xwîna  zariwên teyî rijandî li meye em tola wê hilînin, ji ser sebeban, ser sebebên bin poş , de bese kul û ahên mereq ………..ey delala vê dîrokê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3725