«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (3)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



Deham Ebdulfettah

Ç- Di rûpelên çûyî , bendên "a , b , c"de me têkilî û girêdana çend zimanên dêrîn "Somerî  , Evistayî û Pehlewî"bi zimanê Kurdî re , di ber çavan re derbas kir û me hinekî bandora wan zimanan jî , li zimanê Kurdî berçav kirê Lê di wan rûpelan tevan de jî , me negot , ka rewşa zimanê Kurdî çi bû û çawa bû ?! Gelo zimanekî yekbûyî bû , yan jî (wek nuha) pir şêwezar bû ?!


Em tiştekî derbarî zimanê Kurdî yê wan serdeman nizanin , çi belge jî , bo bersivdaneke dîrokî , li nik me nîne . Dewleta Mad (Mîdiya) jî tiştekî nivîskî li pey xwe nehiştiye  . . .!
 Vêca , eger em bibêjin , ew miletên ku bi gelek navan , wek "Gotî (kotî) , Kasî (Kaşî) , Kardoxî ,Hûrî , Mîtanî û Mîdî"di nav çiyayên Zagros (ji başûrê rojhilat ta bakûrê rojava) dijiyan , ew yan hin ji wan , pêşiyên Kurdan bin , jixwe wê zimanê Kurdî , bi hemû şêwezarên xwe ve , jibermayê zimanên wan pêşiyan be , ev şêwezarên zimanê Kurdî (bi vê pirbûnê) jî , wê li wê gorê bi şêweyekî asayî cihên xwe di zimên de girtibinê  .
Lê eger em bibêjin , zimanê dewleta Mîdî zimanekî yekbûyî bû (ev jî tekez nebûye) ûzimanê Kurdî jî jibermayekî wî ye , hingê zimanê Kurdî jî , wê yekbûyî be , lê bi demêre û di bin hel û mercên jiyana wan serdeman de , ew ê bûbe hevqas şêwezarên têvel !
Di vê pêvajoyê de pirsek raberî me tê :
Eger em bibêjin , Kurd di reseniya hebûna xwe de yek regez û yek netewe bûn , zimanê wan jî , gerek zimanekî yekbûyî be . Vêca ev zimanê yekbûyî , çawa li ser hevçend şêwezar hatiye parvekirin ?! Pirraniya dîroknas û lêkolerên zimanên kevin dibînin , ku şêwezarên zimanan (hemû zimanan) bi egera peydabûna hin hel û mercên siyasî , civakî û ciyugrafî , bi dirêjahiya demê re , pêk tên û hêdî- hêdî ji reseniya koka xwe dûr dikevin û ji hev jî (çi pirr , çi hindik) dûr û nêz dibin .
1- Hin caran di çarçewa herêma zimanekî yekbûyî de hêzine civakî li ser bingeheke derebegî (m ,rnê ,n ,) , yan olî , yan rêolî (mezhebî) yan jî hoz û êlî peyda dibinê Bi sedema wan têveliyên di nav wan hêzan de , têkiliyên wan bi hev re kêm dibin û bi demê re ji hev dûr dikevinê Zimanê her hêzekê ji wan jî , li gora wê rewşa tê de û dibin bandora hin zimanên dîtir ên têkildar de , şêwazekî bilêvkirineke taybet werdigre û bi demê re dûrî reseniya koka xwe dikeve û dibe şêwezarekî wî zimanê resen  .
2- Ji roja roj de Kurdistan qada şerr û cengê ye , qada serhildan û tepeserkirinê ye . Di pêvajoya van rûdan û bûyeran de gelek caran Kurd , di bin darê zorê de , ji herêm û navçeyên xwe , ji welatê xwe hatine koçkirin û dûrxistin . Li wan welatên koçberiyê û bi dirêjahiya demê re zimanê wan koçberên penaberkirî , wirde- wirde (hêdî – hêdî) tê guherîn û dibe şêwezarekî cuda , wek nimûne : ( Şah Ebbasê Sefewî yê mezin (1571-1626)ê zayînê çend êl û hozên Kurdî , wek : "Zaferanlo ,Kîwanlo û Emanlo)[1]
Ji herêma Azerbêcana Rojava koçberî Xurasanê kirinê Digel ku zimanê wan penaberan Kurmanciya bakûr bû jî , lê bi dirêjahiya demê re hindekî dûrî wî şêwezarê Kurmancî ketibû .
Çunkî di bin bandora zimanê Farisî û Tirkimanî de gelek gotinên Kurdî hatibûn jibîrkirin û li şûna wan gotinin ji wan zimanên serdest û hawîrdor bikar dihatin (min bixwe ev guherîn di şêwezarê wan de pelandiye) . Di bin van mercên destnîşankirî de şêwezarekî nû li şêwezarên Kurmanciya jorîn zêde bibû  .
3- Ji hêla ciyugrafî ve jî , pirraniya qada Kurdistanê zincîrên çiyayên bilind û şaxvedanên lat û zinaran in , gelî û newalên kûr inê Rêwîtî û rêbiwariya di nav wan asteng û asêgehan de zor çetin e . Ji ber van pirsgirêkên ciyugrafî girêdan û têkiliyên di navbera nişteciyên wan deveran , nemaze nişteciyên pêş û paş zincîrên ciyan de , pirr kêm bûn , yan jî dihatin birrîn . Li wê gorê , têkiliyên ziman û şêwezaran jî , ji kokên wan dihatin birrîn . Bi vê yekê jî , şêwezarinî nû li zimanê me zêde dibûn .

Hebûna zimanê Kurdî , di wan serdemên dûr de , çawa bû û çilo bûye hevqas şêwezar ?!  çi belge li ber destê kesî nîne ku bikare bersiveke rast û rewa bide . Nêrînên ku di vî warî de , dikevin ber gumanê jî me berî nuha ew di ber çavan re derbas kirine :
Kurd , bi şêweyekî gelêrî dibêjin : "Silav li sifra hazir e". Zimanê Kurdî yê dêrîn çilo bû , çawa bû , bila ew be ! Tiştên ku nuha (li ser sifrê) ev in :
-  Zimanekî yekbûyî li ser asta Kurdistanê nîne .
-  Zimanê Kurdî li ser çend şêwezarên sereke par vedibe .
-  Di bin sîwana her şêwezarkî sereke de çend şêwezarikên piçûk bikar tên .
-  Hindek ji wan şêwezaran nêzî hev in , axêverên wan , bi hêsanî ji hev tê digihêjin .
Hindek ji wan jî , gelekî dûrî hev in , digihêjin asta ku axêverên wan ji hev (baş) tê nagihêjin .
Rojhilatnas û lêkolerên zimanê Kurdî , ne wekî hev wan şêwezarên Kurdî destnîşan dikin , wek nimûne :
*Mawrîzo Garzonî Kurdnasekî Italî ye , (18) salan  li bajarê Amîdiyê rûniştye ,fêrî Kurdî bûye û pirtûkek di rêzimana Kurdî (Kurmanciya jorîn) de nivîsiye , ferhengek (Kurdî-Italî) ji (5000) gotinan jî , amade kiriye .
Digel ku ev Kurdnas , gelekî xwe bi zimanê Kurdî mijûl kiriye jî , lê hayê wî ji şêwezarên Kurdî , baş nîne . Garzonî dibêje : "Şêwezarê Amêdîyê ji yê Bedlîsê cuda ye û şêwezarê Colemergê jî , ji yê Behdînan û yê Silêmaniyê cuda ye"[2]
*Kurdnasê Rûsî "Basîl Nikîtîn jî , şêwezarên zimanê Kurdî bi van tevheviyên jêrîn destnîşan dikê :
1-Lurî (lorî) : Li herêma Loristanê (pêşko û piştko) bikar tê .
2-Kelhorî : Li Kirmanşah û Hewraman bikar tê .
3-Soranî : Li Silêmaniyê , Rawendoz , Şino û Mehabadê bikar tê  .
4-Goran , : Li ''''''''Eqra , Amêdî , Diyarbekir û Bedlîsê Bikar tê[3]
şaşiya B .Nikîtîn berçav e , ku şêwezarê Goranî ne li van herêmên binavkirî tê xebitandin û yê Soranî jî , ne li şino û
Mehabadê bikar tê  .
*Şerefxanê Bedlîsî jî , wekû dîrokzanekî Kurdî di pirtûka xwe ya navdar "Şerefname"de , şêwezarên zimanê Kurdî bi vî şêweyî destnîşan dike : Kurd , li gora şêwezarên xwe , dibin çar beşên sereke : " Kurmanc , Lor , Kelhor û Goran"
*Geştiyarê Osmanî (Tirkî) , Oliya Çelebî jî , nêrîna xwe derbarî şêwezarên Kurdî , di pirtûka xwe "Siyahetname"de berçav dike :
Zimanê Kurdî li ser (15) şêwezaran dabeş dibe :
"Zaza , Lolo , Onîkî , Mehmûdî , Şêrwanî , Soranî , Hezroyî , Pisanî , Şingalî , Herîrî , Erdelanî , Xalitî . . . . .HT"[4]
Diyar e ku Oliya Çelebî devoka her êlekê yan hozekê kiriye şêwezarekî zimên ê Ev jî ne durist e .
Pirraniya Kurdnas û lêkolerên ziman û şêwezarên Kurdî , binavkirin û dabeşkirina şêwezarên Kurdî , bi vî şêweyê jêrîn pejirandine :
-  Kurmanciya Bakûr (jorîn)
-  Kurmanciya Başûr (jêrîn)
-  Lurî (lorî)
-  Goranî
Hinek rewşenbîr û zanyarên Kurd bi wan navlêkirinên şêwezaran qayil nebûne û xwestine wan bi vî şêweyê jêrîn binav bikin :
-  Kurmanciya Bakûr (Bakurr)
-  Kurmanciya Navîn
-  Kurmanciya Başûr
-  Goranî [5]
Ev navlêkirin ji ya berî xwe pirtir pêjina hizreke netewî û hêviya zimanekî yekbûyî dide . Çiku şêwezarê Kurmancî (weku nav) beşdarî sê şêwezaran dibe (Kurmanciya Bakûr ,Kurmanciya Nvaîn û Kurmanciya Başûr) . Anku , li şûna (Lurî)î "Kurmanciya Başûr"tê gotin . 
Derbarî danasîna şêwezarê"Lurî"û yê "Goranî"
 têvelî di navbera lêkolerên ziman û şêwezarên Kurdî de derketiye holê .
Hinek ji wan dibêjin "Lurî"û "Goranî"dû şêwezarên zimanê Farisî ne . Ev nêrîn di bin bandora siyasetvaniya Farisî ya regezperistî de hatiye derê
Hinek jî (digel ku kartêkirina zimanê Farisî li wan her dû şêwezaran xuya ye jî) tekez dikin ku (Lurî) û (Goranî) dû şêwezarên Kurdî yên resen û sereke ne  .
Şerefxanê Bedlîsî jî , berî (400) salanî di pirtûka xwe ya navdar (şerefname) yê de gotiye, ev her dû şêwezar (Lurî) û (Goranî) Kurdî ne . Hêja ye bîranînê ku pirtûk yarsan 

 ( Ehlî Heqq)î ya ku bi navê "Serencam"a pîroz bi şêwezarê Goranî hatiye nivîsîn . [6]
Li dawiya vê ronîkirinê ez jî dîtina xwe tevlî dîtina wan kesan dikim , ew kesên ku zimanê Kurdî li ser van her çar şêwezarên sereke par vedikin : "Kurmanciya Bakûrî Kurmanciya Navînî Kurmanciya Başûr û Goranî". Di bin sîwana her şêwezarekî sereke de jî çend şêwezarikên piçûk tên xebitandin .
Dabeşkirina van şêwezaran jî , li ser rûberê nexşeya Kurdistanê , bi kurtebirrî ev e  .
[1]-Mihemed Emîn Zekî : Kurtbirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê – Beyrût- (1985)-Rû (12-13)
[2]-Mihemed Emîn Zekî : Kurtbirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê – Libnan- (1985)-Rû (318)
[3] - Fûad Heme Xorşîd : Dabeşkirdinî Cografî zarewekanî (zimanî Kurdî)- Bexda (1982)- Rû. (19)- (binpêl-20)
[4] - M.E.Zekî : Kurtebirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê- Libnan (1985)- Rû. (318).
[5] - Fûad Heme Xorşîd : Zimanî Kurdî- Dabeşkirdinî cografî zarawekanî – Bexda (1982)- Rû (20).
[6] - Li gora gotina pîr û qelenderên rêola yarsanan (rêbaza Ehlî Heqq).







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3696