Û weha diherikîm ez.
Bê çare ne
Ax…çendîn bê çare ne
Pênûsên me
Ku îro ji merkebdankên xwe
Veqetiya ne.
Û þêt in
þêt
Stêrên …
Stêrên …ku di rêka kadizê de
Vemirî
Li hev diterpilin
Û li bilindgoya xwe
Diterpilim ez.
Li tîpên xwe
Yên dest û pê girêdayî
Dilikumim
Tije kovan
Û sawîr im
Bê bersivim ez
Bê bersivim ez.
Û ho Xaniyê min
Ji babelîskên êþa te
Û ta bi êþên vê serdemê
Hîn…
Li tîpên xwe
Yên çav girêdaî dilukmim
Di pêlên bê dengiyê de
Hoþiyar…
Pênûs..di oqyanosên mirovaniyê de
Serniþîvî
Nervîna pirtûkên anfalkirî dibe
Û di þewatan de
Di sawîrên þevan de
Nêzîkî sipêdeyên rastiyê
Hîn…dilerizim ez.
Bi helata rojê re
Û vemirîna Welatekî
Piyala destpêka janê
Êþê dinoþim
Bi jana welatekî
Ku ji xwe û ji neviyên xwe
Xeyidî
Firþik dibim..
Û li tîpên xwe
Yên basik girêdayî
Diterpilim
Tije kovan û sawîr im
Bê bersivim ez
Bê bersivim ez.
Avrêl 2014…………………Mizgîn Hesko