Geþbûna Rûsiya û Suberoja Kêþeya Kurdî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 06 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



Dr.Azad Ehmed Elî*

   Rûsiya fedral bi ferehûna zevîyê li cihanê mezintirîn dewlet e, dibe di zengîniya samanê sirûþtî de, li pêþêya tevahîya deweltên cîhanê be. îro  xurtirîn  çekên Nuklêr û Balistî di destê leþkerê Rûsiya de tê  bikaranîn.
  Ji alîyê ciyopolîtîka dîrokî ve, Rûsya berî sedên salan emperatoriyek  mezin li rojhilata Ewripa deselatdar bû, û li seranserî cugrafîya bakurê cîhana kevin karîger bû.


di sedê bîstan de ew karîgerî birengekî din berdewamkir, wek emperatorîyek eydiyolocî – siyasî li seranserî cîhanê pencvedan û cihgirt. Di nêzîkî hevtê salan de terazûya polîtîkayê li astê navdewletî ragirt, û herweha xudan biryar û helwistek giran bû.
 Di navbera salên 1991 -2001 ew dewleta mezina bi navê Yekîtiya Sovyet perçe bû, hêza Rûsya sal bi sal çilmisî, abûrîya wê lawaz bû, rola wê ya navdewletî têkçû. heya ku çend beþ ji zevîyên Rûsya dîrokî ji bin deselata wê derketin,  ew herêm bûn beþek ji dewletên cîran, wek nimûne, devera   Kerimya…
Di van deh salên dawî de rûsiya geþ bû, hêza wê ya abûrî xurt bû, teknîka çêkirina çekan vegêjand û li pêþêxist: bi kurtî dewleta Rûsiya (D.R) di hemî waran de geþbû, hêza xwe ya siyasî û leþkeriya  berê hin bihin vegerand.
  Li hember vê pêþketin û serhildana (D.R) Emerîka (US) diwarên siyasî de qelis bû, ji Îraq û Efxanistanê vekiþya, li hember bûyerên Buhara Erebî gêj û bê helwest rawesta, li sûriye û lîbiya þikest. Evan bûyeran hest û wiza  pirtir da Rûsya, da ku pileya çalakîyên siyasî, diplomasî û çekdarî bilind bike. Dewleta Rûsya  xwest di destpêka vê geþbûnê de ew beþên welat û netewa Rûsî yên mayin li derveyî deselata wê vegerîne, xasime  Kirim ya, wek  giravek  stiratîcî  li derya Reþ.
   Ya girîng ji bo me ewe, ku (D.R) wek hêzek netewî îro kar dike, wek dewleteke netewî xwe dide pêþ, didemê ku dewletên Ewripa netewayetî ji bîrkirine, yan jî dixawzin ji bîrbikin, herweha Emerîkî tucaran ne netew bûn, ne jî wek netew kar dike, kesên li emerîka dijîn û rêberiya siyasî dikin, netewa xwe ya resen li þûn xwede hiþtin e. Di siyaseta vê serdemê de (EU ,US) li ser kêþeya netewî na rawestin, belkî dixawizin ji bîrbikin. ji ber ku ew kêþe piroblimên berdewam ji dewletên wan re tîne rojevê, û peyda dike. Ji alîyekî din ve (EU ,US) dixwazin  hemî kêþeyên netewî di çarçewa mafê mirovan de, û di  rêya  xebata civaka sîvîl de çareserbikin.
  Li gor van bûyerên van heyvên dawî di navbera (D.R) û Ukranya de rûdayî  çi pêwîste em dibin berçavan re derbas  bikim, û bibêjim? Rastiya ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û siyaseta netewîya Rûsya li çend alîyan, li hev rastên, ango dixwazim bêjim: dibe  birengekî ji rengan brcewendîyên gelê  Kurdistanê  û (D.R) van çend salên bêt, li gorhev  birêve biçin.
  Berî vê demê, ji mêjve ev gotar bi çend babeta hatiye gotin, lê çima ew lihevhatin û hevkariya siyasî bi encamp û berhemdar nebû?
 Rastiyek dîrokî heye kû kurd û Rûs ne du netew dostbûn, þer ji berî hezar salî li devera  (Derbend) ya nêzîkî derya Qezwînê bihevre kirine, dijminatiya emperatoriya Rûsyî bi gelê kurdre - yê  ku wek berevanê Îslamê dihat naskirin - bisedên salan berdewam kiriye, heya di cenga cîhaniya yekem de, êrîþên leþkerê Rûs û Ermen giheþtin baþûrê kurdistanê , bajarokên Barzan û Rewaniz wêrankirin.
 Dîse em li xwevegerim, bipirisin çire Kurd dikarin îro sûdê ji Rûsiye weribigirin? Bersiva vê pirsyarê di astê yekê de eyidyolocîk e, di nav hêzên navdewletî yên mezin de tenê Rûsya maye ku bawerîya wê bi kêþa netewî têtin, ji bo miletê Rûsî û diber yekîtîya netewî de kar dike, dixwaze rola Rûsya karîger li ewripa û rojhelata navîn  wek netew  vegerîn e.
 Li astê siyasî de em wek tevgerek netewî rizgarîxwaz dikarin  bi çavekî erênî geþbûna (D.R)  ya siyasî û diplomasî bibînin, daxwazîya hevkariyê jê bikin. Ew hevkariya  ku li ser bingehê bercewendîyên hevbeþ rêve biçe. Yek ji wan bigehan arîkariye di damezrandina Kurdistanek serbixwe ye, ew amanc  dê dewletek nû nêzîkî sînorê Rûsya de ava bike, dewletek nû li  wan bawerî û amancan , dê dost û alîgirê (D.R) bimîne. 
  Ev nêrîn ne tenê xewnek siyasîye, belê rastiyek sitratîcîye, xewþ tête piraktîkê, û derbasî prosesê dibe. ji ber kû Rûsiya gelek dewlet li serdema  karîgeriya xwe ya berê  de damezrandin e, di ber re gelek alîkarî bi tevgera azdîxwaza kurdistanê re kiribû.  Vêcarê  diyare û pêwîste  dewleta  Rûsya  bizanibe  dê gelek sûdê ji alîgiriya doza Kurdistanê werbigire, ji ber ku geþbûn û vegerana rola (D.R) li rojhilata navîn di rêya kêþeye kurdî re dê ektîv û karîger be, û belekî hesantir  be.
______   

  • Lêkoler li Tora Medya Rûdaw 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3663