SERHILDAN Û MIJAYIYA HELWESTÊN TEVGERÊ*
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 ãÇÑÓ 2007
Mijar: gotar



Lewend Hisên
lewendeli@gmail.com   
 
Di gengeşa di navbera Rijêma Îraqê a berê û UNê de, ji bo zêrevaniyê li ser çekên komkuj û rakirina wan çekên ku hatin bikaranîn dijî Kurdan di salên heftêyî û heştêyî de


lê tirsa civaka nêvdewletî ya bingehî ji rijêma Îraqa dictator, ne ji ber ku ew çek bikaranîn dijî gelê Îraqê, lê li dijî dewletên hawîrdor bû, bi taybetî piştî dagîrkirina Kiwêtê.
   Li gor hemî danûstandinên di navbera Mihemed Berdî û rijêma Îraqê de tu berhem civata nêvdewletî bi dest nexist, lewra gihişte baweriyê ku ev rijêm ber bal daxwazên nêvdewletî nayê, piştî ku hemî belge û kiryarên rijêmê diyarbûn, ku êdî tu sûde nîne ji giftûgoyên bi rijêma Îraqê re.
Piştî ku civata nêvdewletî li hev civiyan ji bo standina biryarek navnetewî dijî rijêma Îraqê, hin dewletên zilhêz û ji ber berjewendiyên xwe bi rijêma Îraqê re, li dijî biryara hilkirina rijêma Bais li Îraqê rawestiyan mîna Rûsya û Ferensa û Çînê, lê helwesta evan dewletan nikarîbû biryara Emerîka û hevlbendên wê rawestînin.
   Di şeva newroza 2003ê sûpayên Emerîka û hevalbendên xwe êrîşî Îraqê kirin, û di 9 Nîsanê de, ango di 20 rojan de, ew rijêm ket û nikarîbûn berxwedanê bike, yan jî li hember hêza leşkerî û tiqeniya nuh raweste, êdî hêvîyên miletên derdora Îraqê xurtbûn bi azadiyê û rizgariyê ji rijêmên tekraman û diktatorî, em dikarin bibêjin ku hêviyên gelê Kurd li parçeyên din bi hêzbûn.
   Bêguman ketina rijêmek wek rijêma Seddam di demek kurt de dibe weke xewnekê, lê bandora ketina vê rijêmê li gelê kurd li Kurdistana Sûryê pirtir bû, nemaza ku berî vê rewşê hin partiyên kurd dest bi awakî nuh ji xebatê kiribûn, êdî di navbera partên me de wek nakokiyekê çêbûbû, ji encama wê du alî hatibûn naskirin, aliyek bi guhertinê re, û yê din dixwest wek berê kar berdewam bike, lê hêza aliyên guhertinxwaz xurti bû bi ketina rijêma Îraqê.
   Di 8ê avdara 2004ê sê partên kurd biryar standin ku çalakiyên xwe bi ahenga roja jina cîhan, li naverastên Qamişlo li darxin, rijêma Bais û di riyên hêzên xweyî leşkerî û parastinî êrîşî naverastên mihrecanan kirin, û pir xort û keçên kurdan binçavkirin, lê kîn di dilê Kurdan de kûr dibû roj bi roj, êdî kêr gihabû hestû.
   Rijêma Bais xwest Kurdan bi tirsînê sînoran ji xebata wan re deynê, li gor efrandinên wan, ew gihiştin baweriyê ku Kurd kaxeta serekene ji guhertinê re li Sûryê, lewra divêt kurd hemî xebat û çalakiyên xwe rawestînin, heger bi xewşî nebû emê bi zorê wan rawestînin. Gelek kiryar kirin lê bi rijêmê re neçûn serî, heya roja înê 12 avdara 2004ê, pilanek wênekirin ku kurdan rawestînin, di riya çend payên xwe û sêwiyên Seddamî yên ku li Dêrezorê akincîbûbûn, ji wan xwest ku dakevin celdên Qamişlo û siloganan dijî kurdan bêjin ev karkirin, lê kurdan xwe girt û deng nekirin, me dizanî heger em li wan vegerînin êdî xwîn wê li celdên Qamişlo bi herikê.
   Ew pilan hat şikandin, lê amja wan pêknehat, li gor agahiyên ji wan kesan re hat, divê bi keviran êrîşî cemawerên tîma Cîhad a gokê (footbolê) bikin, ewan jî zanîbûn ku cemawerên Cîhad hemî Kurdin, diyarbû ku ev pilan ji aliyê rijêmê de hatibû standin, ne ji aliyên rêveberiya parêzgeha Hesekê, ji ber ku xwînrêj Selîm kebûl parêzerê Hesekê gava gihişt naverasta gokê yekser tifinga xwe kişand û kurd gullebaran kirin, ev jî di wêneyên vîdyo de diyare.
   Partên tevgerê û rewşenbîrên kurdan dest bi lêkolîna bûyerê kirin, li gor rewşê diyarbû ku xortên kurdan dê hew serxizanîyê qebûl bikin, ji ber girtîgeh mijtbûn ji xortên kurdan û laşên Şehîdan li ber bav û dayikan hatin raxistin, û nexweşxanên Qamişloka evînê mijtbûn ji zavayên pêşerojê û xortên nuhatî, hezkiriyên wan ji keçên kurdan, berê xwe dan nexweşxana û xwîna xwe pêşkêşî ewan mêrxasan kirin, û dest bi qêrîn û silogana kirin Qamişloka evînê bû Helbça, û ev sirûda Qamişlokê bû: (Kurdistan yek parçeye, Qamişlo Helebşeye).
   Di biryara tevya partên tevgerê de divêt şehîdên xwe veşêrin û bi aramî vê rojê derbaskin, lê rijêm û hêzên parastinê bi serekatiya xwînrêj Selîm Kebûl hîn ji xwîna xort û keçên kurdan têr nebûbû, cardî ew miletê destvala dan ber guleyên şofen û xwîn herikî li celdeyên Qamişlokê, kurdan li herêmên din jî piştî vê kiryara kirêt û xwînrêj dest bi xwepêşandanan kirin, li dijî rijêma Sûryê, êdî ji Dêrikê destpêkir û li Efrîn û Kobanê, heya Heleb û Şamê, serhildan kurdan li Kurdistana Sûryê. Bi piştgiriya her sê parçên Kurdistanê û li hemî deverên ku Kurd lê bûne penaber, heger ne ji vê piştgiriyê bane, wê rijêma Bais Kurd ji kokê rakiriba, li gor gotebêjên berpirsên leşkerî.
   Di bîranîna sêyemîn ya serhildana pêdarî û namûsiyê, pêwiste tevgera me li vî parçeyî li hev bicive û daxwazên gel terxanbike li gor pêdan û pêşhatên qonaxê, êdî divêt em xwe rizgarbikin ji wî hişê kevneşop, û em efrandin û lêkolînan li ser serhildana pîroz çêkin, tilyên xwe deynin li ser birîn û şaşiyan, û ew xalên hêja û biryaran li gor berjewendiyên gelê xwe bipejirînin, ne qurbanê berjewendiyên xweyî ezîtî bin.
………………
* ev gotar di rojnameya DENG de, H: 79 hatiye belavkirin








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=366