Ev Çi Rewþ e!
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Di nav kavlên vî heyamî de tu li çi digerî..?! Te jî divê tu li kêleka min daniþtî û bi min re destan bilind bikî û bikî hawar û bibêjî: Ev çi rewþe, ev çi heyame?!
   Lê tu nikarî.. Ji ber ku bejna te, ji bejna vê bêdengiya wek mirinê biçûktire.. Ev bêdengiya ku konê xwe di ser cih û demê re vegirtiye..?!
   Gelo! Te divê tu bi tena xwe, vê bêdengiya bi tirs, li serad, bêjing û moxilê xînî?!


Ez bawerim, tu ji vê yekê jî bi çûktirî..! Em tev nikarin bersivên ku di nav axê de veþartîne, vexepêrin.. Vêca bes bike hawar.. Û bes bipirse.. Dest li bejna çiyê nagihêjin hev.
   Zanim te çi divê! Tu li milekî digerî ku serê xwe yê westyayî deyne ser û xwe rehet bikî.. An tu bi hêviye ku sîngek te hembêz bike û tu li ser wê sîngê bê tirs û bi azadî têr bigirî.. Lê girî, çekê qelis û têkçûya ye.. Wiha dibêjin.. Ez bi vê gotina dawî ne bawerim. Dibe ku mirov navê vî girî, vê rewþê an vê heyecanê bike; protestoya ku mirov bi girî dibêje: Na na..
   Raste, ziman dikare bibêje na na, lê ya herî giring ku hê jî em karibin bigirîn û nebin mîna lat û zinarên bê his û deng.. Çendî bedewe, ku mirov karibe bi rondik û hêsran xwe biþo..







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3659