Her þarezayekî zimên di nivîsarên xwe de navek, li gora baweriya xwe, li mijarekê kiriye.
Bi vê yekê her mijarek bi çend navan hatiye nasîn wek Nimûne:
- Hevok, hevek, pevek, komik û riste (الجملة).
- Kar, lêker, pîþk, kirin, ferman û kardar (الفعل).
- Kara, kirar, kirde, kiryar, pîþkar û biker (الفاعل).
-....
Dema ku mijarek bi (4 - 5) navan bê nasîn, divê hayê mirov ji watedariya wan navan tevan hebe, ku ew nav tev yek mijarê destnîþan dikin, yan jî wê tûþî tevheviya navlêkirinan bibe.
Rast e ku ji hezarên salan ve zimanê me, weku zimanekî devikî maye, bêyî ku derfeta lêkolîn û vekolînên pêdivî jêre peyda bibe.Rast e jî ku nuha em di qûnaxa vejandin û damezirandina bingehên zimanekî wêjeyî de ne, lê ka ev qûnax, li gora perîþaniya vê rewþa me ya îroyî, gelo wê çiqasî dirêj bike......? !
Hemû xebatên ku di warê zimanê me de bûne berhemên kesayetiyeke yekta ne. Ev celebê xebatê jî, çiqasî pêkhatî be, þûna xebata komelên dezgehî nagire.
Bêguman, em di vê qonaxê de nikarin hemû kêþeyên zimanê xwe çareser bikin. Lê ku em xwe bidin serhev û dezgehin zanyarî li gora karîna xwe ava bikin, em ê karibin gelek xalên aloz di gelek mijaran de sererast bikin.
Hin Kurdnas û zimanzan dibêjin: Zimanê Kurdî (Kurmanciya Jorîn) zimanê verês û veguhestinê ye. Anku, ev her du mijarên rêzimanî (verês û veguhestin) bingehên tevna þêwezarê Kurmancî û taybetmendiya wî ya herî taybet in. Digel ku verês (tewang) digihêje nav û cînavan jî, lê herî bi cor û celebên karan, dem û raweyên wan ve girêdayî ye. Bi vê giringiyê kar dibin hêmanê herî sereke di pergala derbirîn û hevoksaziya zimanê me de.Ji ber vê giringiyê jî min ev pirtûk bo Karan tenê terxan kiriye, min hewldaye ku ez vî hêmanê giring ji hemû hêl û rexan ve vekolim, xalên tarî, di goþeyên jibîrkirî de ronî bikim û hin bilêvkirinên herêmkî destnîþan bikim. Bi gotineke tevayî, min xwestiye ku ez babeta «kar», weku giringtirîn mijar di rêzimana Kurdî de, hindekî ronî bikim. Bi hêvî me ku ez karibim çend gavên cîgirtî berû armanca xwe ve bavêjim.
Xebitandina hinek raweyên veguhestina karan ji herêmeke Kurdistanê ta herêmekê tê guhertin. Helbet, li gora pirbûn û belavbûna herêman ew raweyên neyeksane jî bi pirranî bikar tên. Pirtûkên rêzimana Kurdî, yên li ber destên me jî parekê ji wan têveliyên veguhestina Karan di nav rûpelên xwe de digirin, wek nimûne Karê (çinîn)
:Dema Borî:
1- Min mazî çinîn
2- Min mazî çinîne
3- Min mazî diçinîn
4- Min mazî diçinîn
e5- Min mazî çinîbûn
6- Min mazî çinîbûn
e
Dema N
uha:
1- Ez maziyan diçinim
2- Ez maziyan diçinim
e3- Ez
ê maziyan diçinim
4- Ez
î maziyan diçinim
Dema Paþeroj: 1- Ez ê / dê maziyan biçinim
2- Ez ê maziyan biçinim
e3- Ez
ê dê maziyan biçinim
4- Ez
dikim maziyan biçinim
Ev her (12) raweyên pêþkerî(إخباري) jî, di pirtûkên rêzimanî de hatine nivîsîn. Her yek ji wan jî bi navekî hatiye destnîþankirin......!!
Di warê navlêkirin û veguhestina raweyên daxwazî de, mijar hêj aloztir û lihevketîtir e. Çetin e ku mirov karibe wan raweyan ji hev derîne û têgehên arezûyan di çarçewa demên lihevgeriyayî ji hev bide alî !
Da ku mirov bixwe bigihêje vê rastiyê, gerek li pirtûkên van þarezayên zimên, wek nimûne: (Qenatê Kurdo, Kamîran Bedirxan, Feqe Huseyn Sagniç û Murad Ciwan...) vegere û vê mijarê biþopîne, hingê wê baþ bizane, ka çendî ev raweyên daxwazî aloz in û têgihiþtina wan jî çendî çetin e !
Bi gotina zanyarên zimanê Firansî, gelek dem û rawe di veguhestina karên vî zimanî de hene. Lê di warê kiryariyê (piratîkê) de, nemaze van demên dawî, hin ji wan raweyên negiring paþguh dibin û bikar nayên. Çiqasî ev gotin rast û hûrbîn be, çiqasî kêm û zêde be jî, ez bixwe piþtgirê nûjenkirin û hêsankirina zimanê Kurdî me, lê bi mercê ku destdirêjayî negihêje wan rêzik û destûrên bingehîn, ên ku ziman bêyî wan saz û durist nabe... !
Di vê pirtûkê de, ez bi vê baweriyê nêzî babeta Karan bûme û li ber ronahiya vê baweriyê jî, min çendek ji wan raweyên pêþkerî paþguh kirine. Bi dîtina min, hinek raweyên bingehîn þûna hinên herêmkî digirin, anku em karin wan ên herêmkî bavêjin bêyî ku kêmasiyek bigihêje derbirîna me.
Bi vê yekê zimanê me siviktir û petîtir dibe WEK:
Raweyên Bingehîn Raweyên Devikî
- Ez diketim ez diketim
e- Ez ketibûm ez ketibûm
e- Ez dikevim ez dikevim
e- Ez ê bikevim ez ê bikevim
e- Ez ê bikevim ez
ê dê bikevim.
Bi vê pîvanê raweyên herêmkî yên devikî paþguh dibin û yên ku li tevaya herêman, yan jî li pirraniya wan bikar tên, di çarçewa van deman de dimînin:
Raweyên pêþkerî yên bingehîn:
Borî: 1 - Nêzbûriya xwerû: Ez hatim
2 - Boriya sergihayî: Ez hatime
3 - Boriya berdewam: Ez dihatim
4 - Boriya çîrokî: Ez hatibûm
Nuha: - Ez têm / dihêm
Paþeroj:- Ez ê / dê bêm / bihêm.
Raweyên daxwazî jî, bi heman bawerî, min ew tevdane. Min hewldaye ku ez wan bi rêbazeke hêsantir vekolim û tevheviya veguhestina wan bi dû pêngavan zelal bikim:
1 - Min giringî daye raweyên sereke, lê yên ku li herêmkên teng, li nav hoz û êlên xwecî bikar tên, tenê min amaje bi wan (qala wan) kiriye û jêderên wan di pirtûkên rêzimanî de destnîþan kirine.
2 - Min her raweyeke daxwazî daye ber demeke pêþkerî. Bi vê yekê her raweyeke daxwazî, di bin navê xwe de, beranberî raweya demeke pêþkerî forma xwe digire.
Nimûne:«Çandin»
Demên Pêþkerî Raweyên Daxwazî
- Min genim çand Xwezî te jî
biçanda- Min genim çandiye Xwezî te jî
çandibe- Min genim diçand Xwezî te jî
çandiba- Min genim çandibû Xwezî te jî
çandibûya- Ez genim diçînim Xwezî tu jî
biçînî- Ez ê genim biçînim Xwezî tu jî
biçînî.Berçav e ku raweyên daxwazî yên beranberî dema nuha û paþeroj (ayinde) wekî hev, bi forma (biçînî) hatine.
Li vê gorê raweyên daxwazî, ji karê (çandin) bi (5) forman tenê tên. Ew jî ev in (biçanda, çandibe, çandiba, çandibûya û biçînî). Ev form di hemû raweyên daxwazî de (fermanî, mercî, bilanî, xwezînî, gerekî.....) bikar tên. Helbet, dawiya van forman li gora cor û celebên kar û kesan tên guhertin û li wê gorê paþkokên kesîn (im, î, e, in) digihêjin wan.
Sebaret bi karê (bûn)a rêzder (awarte), min ew bi mînakan ronî kiriye ku ev paþpirtik (im, î, e, in) ne raweyên karê (bûn) di dema nuha de ne, ne cînavên pêvebestî ne jî. Bi dîtina min ew paþkokên kesîn in, li pey nav û cînavên koma (ez) tên û weku peyrewên pabendî, bi wan ve girêdayî ne. Di dema nuha de karê (bûn) tê avêtin û ew paþkok li þûnê dimînin.
Di mijara (bêjesaziya hevokê) de ez tûþî diyardeyeke rêzimanî bûm, beriya nuha min ew di pirtûkên rêzimanî de nedîtibû (dibe ku hebe lê min nedîtiye). Ew diyarde jî ev e: Eger kara û berkarê rasteder nav û cînav bin, jixwe li pêþ karên xwe bikar tên, lê ku hevok bin hingê li paþ karan tên xebitandin.
Li dawiya vê gotinê ez lêborînê ji wan biraderan dixwazim, ên ku nêrînên min û wan di hin xalan de ne wekî hev hatine û min ew binav kirine. Mebesta min ji wan hevberkirin û binavkirinan, vebir ne diyarkirina kêmasiyan e, tenê min dixwest ez wan xalên ku cihê têveliyê ne zelaltir û ronîtir bikim !
Dawî jî, mebest û armanca me tevan ew e, ku em zimanê xwe bi rêzimaneke rast û tekûz biparêzin û hebûna xwe ya netewî jî, bi zimanê xwe biparêzin.....!!!
Amûdê 10 / 10 / 2009
D. Ebdulfettah
-----------------------