Seydayê Cegerxwîn navê xwe ji dîwana Seydayê Ehmedê Xanî girtiye
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Xwendevanên hêja, dost û hogirên bi rûmet!
Di van salên dirêj de, yên pîkola min di warê rewþenbîriya kurdî de, gelek caran pirsa navê seydayê Cegerxwîn ji min hatiye kirin. Min jî, ji wan re digot; dibe ku seydayê Cegerxwîn navê xwe ji helbestek Melayê Cizîrî girtibe, ewa ku dibêje; Lewra ceger li min bû xwûn…
Lê vê paþiyê, berî çend rojan, dema ku min (Ferhenga Kurdî), a seydayê Cegerxwîn, ku di sala 1962an de li Bexdê hatiye çapkirin xwend, min dît ku wî li dor navê xwe, di rûpelê 312an wiha nivîsandiye: (Cegerxûn; ya Cegerxwîn, navê min e. Nav û dengê min e.


 Di vir de daxwaz ji (Ceger), dil e, ne cerg e. Dilbixwîn, Dilbirîndar.. Lê, ji destê kê bûme Cegerxwîn? Li dîwana min reqem (1) yek temaþe bikin. Tenê dem dikarî bidî zanîn.. ji dîwana Seydayê Xanî ev nav min standiye; Memê Cegerxûn. Bi erebî (Cerîh elqelb), navê xwediyê pirtûkê ye).
Dawî dibêjim; ev ferheng zor giring e ku were guhestin ji bo tîpên latînî, da ku ew xort û keçên me yên ku dûrî reseniya peyvên kurdî ketine, li warê kurdiya xwe a orjînal vegerin.. Nexasim xort û keçên me yên Kurdistana bakur..
Konê Reþ, Qamiþlo 30.03.2014

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3596