Pêþeroje Zimanê Kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 14 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



Dr. Mehmûd Ebas

  Gelek lêkolîn li ser zimanê  kurdî hatine weþandin, pir  ji wan estengiyên di navbere zimanê kultûrî de û zeravê herme þirovekirine, û hin lêkolîn bi gelek rexnê pêwist hatine  belavkirin li ser cidebûne kûr û fereh di navbere  her car zeravê  serekane de, bê goman, em bivin yan nevin ev estengiyê hane, di deme iro de dibine sedemne xûrt di jevbelekirine miletê kurd de, û bi teyibet di navbere hêzên remiyar de, û wê bibne sedmên cidebûne ferehtir di navbere  hermê kurdistanê de di rojê werê de.


  Iro cidebuneke din tê xûyakirin, di ber nakokiyê di navbera zeravê serkane de, û bi xûrtbûn û nezanî tê avakirin, bê kû rewþenbîr û lêkolvanin ziman li ser bixebitin de çareserîne  jêre bibînin.
   Cidebûne di navbere zimanê axivtine civakî de ji alîkî ve û zimanê li ser midiye û ê kultûri ku tê pêkanîn, digihê ware kû pir cara kesên guhdar û xwendevan li axivtine di pirtêke de yan goterne de yan li ser tilvizione û kovarne de nagihijin, ev nayê wê wetayê ku  gerek nivîsker yan ji  midiye zimanê dev ji pêþketine zimanê kûltûrî berdê, ne ave daxwaziye me!.
 Her wehe tê gotin, ku ev destpêke paqijkirne zimanê kurdî ye ji axivtinê cide, lê ji alîkî dîve em dibînin ku ev destpêke  avakirinke zimankê kultûriye wê cidebê ji zimanê civakê û kolana û mala. Em dûr nabînin ku bibê wek zimanê Arebî.
 Yek ji sedmê dûrketine  zimanê kultûrî ji rêçe axivtine civakî, ku rewþenbir û nivîskarên kurd rexnê li ser axivtine civakî kirine karekî neþtûmanî, bê ku li ser sedem û sûcan karbikin. Dinava civaka rewþenbîr û remiyaran de welatparêzê hatiye girêdan û beyanî kirin bi kêmbûne axivtinê ne bi kurdî, Axivtine zimanekî bi kultûrî û welatparêzî hemberî hev tê danin!
Paqijkirne ziman di demeke ku binghên paqijkirnê ne amadene, û bi vê rêçê wê ev grûp bi bine sûcliyê avakirne zimankî kulturî hemberî zimankî civakî di nava miletê kurd de.
  Ji problême cidebûne navbere zerave de, miletê kurd dikevê nava problêmen navbere cidebûne zimanê kultûrî û civakî de.
  Di Kurdistnê de yek milete, yek ziman bû, lê gelek zeravin, û nihe wê bibin dû ziman, dinava her zeravekî de!
 Gelo her kes vê problêmê di bînê, bi tayibet rewþenbîr û nivîskarên li ser zimanê kurdî dixebitin?
Gelo wê ev diyalok û zimanê kultûrî wê bi bin zimanine ji hev cide?
  Yan wê zimanekî Kurdî giramerî Kurdistanî derkevê ? û wê bibê zimanê kultûrî ? û diyalok bimênin zimanê axivtine civakî, heremî?
  Em di bînin ku bi demê re, bê karekî resenî ji aliyê hemû hêzê kultûri û remiyarî ve, wê ev cidebûn ber fereh bibê, deme kû bimênê di bin rexnê ne þaþû ne dichê xwede.
  Gereke li ser vê problême giran û kûr û fereh bêxebtandin.
  Karekî þoreþî jê re divê, ne kêmtir ji karê azadiye welat.
Dr. Mehmûd Ebas
Amerîke
mamokurda@gmail.com
Hate weþandin di Pênûse nû de - jimara 22 – berdevkê  Hevbende nivîskar û Rojnemevanên Kurd li Sûrî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3580