Daxuyaniya civîna yekê ya Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 19 ÝÈÑÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



Roja yekþemê, 16.02.2014ê, Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), civîna xwe ya yekemîn li Beljîkayê li dar xist. 
Di destpêka civînê de, komîteyê, biryarên kongireya çarê ya HRRK’eyê di ber çav re derbas kir û piþt re dest bi guftûgokirina rojeva civînê kir.
 Rojeva civînê ji van xalên jêrîn pêk dihat:


1. Erkên komîteya kargêr, rewþa rêxistnî û rewþa endaman.
 2. Þêwazên çalakkirina HRRK’eyê.
 3. Rewþa (HRRK) a mewdanî.
 4. Rewþa ragihandina HRRK.
 Di serencama guftûgoyên berfireh de û piþtî destnîþankirina erk û berpirsyariyan û þirovekirina kar û barên HRRKeyê û pêwistiya saziyê bi komîteyên çalak û hevpar, ev komîteyên jêrîn hatin damezirandin:
 1. Komîteya rêxistin û birêvebirina endametiyê: Hesen Ebdela û Welîd Þêxo.
 2. Komîteya ragihandinê: Helîm yûsiv berpisê komîteyê û berdevkê fermî yê HRRK. Husên Umer Ehmedê Huseynî û Bavê Narîn jî wek endamên komîteyê hatin bi cihkirin.
 3. Komîteya Çalakiyan: Reþîd Hiso, Ehmedê Huseynî, Roza Husên.
 4. Komîteya Mewdanî: Yûsiv Xalidî, Bavê Narîn.
 Her wisa, piþtî destnîþankirina komîteyan, êdî her komîteyekê bîrûboçûnên xwe der barê pêþvebirina HRRK’eyê pêþkêþ kir û di çarçoveya rewþa giþtî ya HRRK’eyê de, çalakî û kiriyarên gengaz destnîþan kir. Li gorî rewþa îroyîn ya saziyê, ev biryar hatin stendin:
 1. Lidarxistina mehrecaneke çandî.
 2. Lidarxistina pêþangeheke hevbeþ.
 3. Tekûzkirina malpera Hevgirtinê.
 4. Çalakkirina malpera hevgirtinê ya Facebookê.
 5. Di zûtirîn wext de, lidarxistina kongireyên Bakur û Baþûrê Kurdistanê.
 6. Her wisa di civînê de, pêþniyazên mîna avakirina weþanxaneya Hevgirtinê û hewildana ji nû ve weþandina kovara Urkêþê bi du zimanan hatin gotûbêjkirin.
 Di civînê de hate çespandin ku, hemî karûbarên saziyê, dê bi giyanekî gelemper û hevbeþ bi rê ve biçin. Her wisa, dê hemî hewldanên komîteyê, bi tenê ji boyî gurkirin û bi hêzkirina rola Hevgirtinê bin û berfirehkirina qada çand û wêje û hunera kurdî bin.
 Di dawiyê de, Komîteya Kargêr, banga xwe dûbare dike ku, hemî rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, li derveyî paþxane û raman û boçûnên rêxistî û siyasî, hewl bidin ku li Hevgirtinê xwedî derkevin û rola wê di dîmen û jiyana çand û culûurê de geþtir bikin.
 Berdevkê Hevgirtinê û berpirsê Komîteya ragihandinê
 16. 02. 2014









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3547