Bermîlên mirinê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 ÝÈÑÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



M.Hec Kebe
 

 Bi rastî kujer her dem û gav û kat,  ger kîbe an li  kuderê be ew amûrên kuþtinê nûjen dike, tiving an top an mûþek an bermîl cewazî di acet û alavên qirkirina mirovatiyê de nîne , çimkî her carê ku çavsor destên xwe bi xûnê diþo, bêtir ew har dibe û berê xwe dide hêla hovîtiyê, û piþtre  qirkirin li ba wî dibe  pêdviyek rojane û karekî ku domandina xwe têde dibîne , û ji pêre dezgehên kuþtinê jî fere û mezin dike, da karibe bi hemî þêweyan ruyê jiyanê bighore, wek ku di mêjuwê xweyî xûnmijî de pêlan kiriye, û ji ber ku rijîma sûriyê mîna dêwekî bitirse,


lewra herdem çekên wek xwe genî diafrîne, da karibe dojeha serê xwe li hemî qad û meydan an bimeþîne, û çanda mirinê bikê  þîva her danekî li çarçoveyî welêt.
Bermîl an qazan li gorî þirovekirna pesporên çekên  leþkrî. ew çekek navxwiye ye, pêdviyên cengê hêþtiye ku hukomta sûriyê dest bi çêkirina wan bike, û li sûriyê  ev çeka hatî bi pêþxistin li gorî  xwastek û ramanên serdarên mirinê, û çêkirina wan jî dest pê bûye piþtî ku hêzên nav dewletî hinekî rê li pêþiya rijîmê digirtin û nedhêþtin bi hêsanî çek bi hukomta esed gînîn, lê tabî ji bilî dostên rijîmê wek “îran û rusiya”  ewên herdem amadene ku alîkariya sîstema esed bikin bi hemo amûrên wêrankirnê.
lê li gorî agahiyên hatine  weþandin di amûrên ragihandinê de, cara ykemîn bermîl li cîhanê hate bikaranin rusya ev çek derxistiye hole, û di cenga cîhanê ya yekemîn de bikaraniye, û sedema din jî ji grîngiya bermîlan li ba deselata sûriyê ew ku di hêsaniya çêkirin û avêtin  û karbanîna bermîlan bu, ji ber ku bermîl karê pêtir mirovan bikuje û pir waran jî bi xwe re xerabikê, bêyê ku bihayê çêkirina wan  hebe.
 Lê hinek  jî dibêjin ku hêzên ewlekar dest bi vê çekê kirin piþtî ku wan zanîn ku sûcdariya bermîlan kême û ne di wê asta ku karibê wijdanê  hêzên nav dewletê  bilivînê, dema ew were beramber kirin bi çekên kîmawî an bi moþekên skodê re, lewra ew di cenga xweyî  li dijî gelê xwe da bermîlan bêtir bikartîne. 
Û ta dema ku herdo þandên rijîmê û opzisyonê li hev rûnþtinibûn  û guftogu li ser xalên cinêvê dikirin da ku çareyeke siyasî ji aloziya suriyê ra were dîtin, barandina bermîlan bi ser jiyana kesên sivêl de dihate didomandin, û hîn jî  avêtina bermîlan nehatiye rawstandin piþtî bi dawî hatina danostandina gera duyem ji cinêvê.
û wek tê xuyakirn ku wetaya berdewamkirina êrîþên bi  bermîlan, armancên  rijîmê jê ku ya karibê bihêlê gelê sûriyê dev ji þoreþa xwe berdê, piþtî xwîn rêtina nêzî sê salane ku li ser zemîna niþtiman diherike, û piþtevanî û alîkariya leþkerên azad jî were rawistandin, û ya jî  esed û segên xwe duxwazin pêþeroja suriyê bibe welatekî bê milet.
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3545