Hejmareke nû 9/10 ji kovara Dîwar derket
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 ÏíÓãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Hejmareke nû ji kovara Dîwar ya wêjeyî ku li Elmanyayê weþana xwe dike gihiþt ber destên xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de mijara sereke "þano û wêje"ye. Bi taybetî nivîsandina deqên þanogeriyê ku di wêjeya kurdî de kêm têne dîtin. Li ser vê mijarê Kawa þêxê bi sernavê " þanoya kurdî li Rojava" nirxandineke bi mînak û bi awayekî þîroveyî li ser rewþa þanoyê li rojavayê Kurdistanê radiweste û dîmenekî zelal ji xwendevanan re pêþkêþ dike.


Wisa þanoger Kerîmo Jan Kerîmo rastiyeke bi vê dîtinê piþtrasr dike" Li Rojava gel bi serbikeve wê þano jî bi awayekî xurt serbikeve" û di vê derbarê de bersiva pirsên Dîwar yên girêdayî têkiliya þano û wêjeyê, dide. Li ser rewþa þanoya kurdî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê nivîskar Mihemed Elî Destmalî li ser "Pirsgirêkên hunermendên þanoger li Kurdistana Îranê" nivîsandiye. Ji bakurê Kurdistanê þanonivîs, lîstikvan û derhêner Mîrza Metîn, ku yek ji avakarên Destar Theatre û Þermola Performans e û li Stenbolê xebata xwe didomîne, di bin sernavê " Exlaqê her baþ afirandin e" hin aliyên rewþa þanoya kurdî li Bakurê Kurdistanê û li Turkiyê li ber çavan radixîne. Di beþê nirxandinên rexneyî de Mehmûd Badilî li ser romana Mehmed Uzun Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê" nivîsandiye. Idrîs Hisso li ser vejandina ziman nivîsandiye û Omer Dilsoz bi sernavê "Li ser çiya masiyekî tî" nirxandinek li ser romana "Gava ku masî tî dibin" ya Helîm Yûsiv, nivîsandiye. Herwisa Cîhan Roj li ser konferansa nivîskaran ya Izmîrê gotareke bi nirx nivîsandiye.
Hevpeyvîna vê hejmarê bi serokê nû yê komeleya nivîskarên Kurd li Amedê Mehmet Yilmaz re ye. Yilmaz balê dikþîne ser rola giring ya nivîskarên kurd di warê hiþyarkirinê de "Em dê bi pênûsa xwe ji bo Rojava hiþyariyê bikin". Di beþê çîrokê de, Luqman Silêman bi çîroka "kerê bavê Hisên", Fahrî Ayhan bi çîroka "Evîna qurmiçî" û Salar Elo bi çîroka " Jinek bê rewan" cih girtine.
Di beþê wergerê de Besam Mistefa li ser jînanîgariya nivîskarê rûsî Yevgînî Zamyatîn lêkolîneke kurt ji ingilîzî wergerandiye kurdî.
Portreya vê hejmarê ya helbestvan û nivîskara kurd Fatma Savci ye.
Hêjayî gotinêye ku ev çend hejmarên dawiyê yên kovarê, ji ber pirsgirêkên cuda, yên belavkirinê jî di nav de, dereng derdikevin. Heta vê gavê jî daneyên kovarê, hejmar 7/8, yên ku divabû ji Baþûr, ji Duhokê ji bo Rojava bêne þandin, li Duhokê li paþ deriyên sînor yê girtî hatine sekinandin û rê ya derbaskirina Rojava ji bo kovarê nehatiye peydakirin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3471