Pîrozname ji Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya Ji bo Þaredarê Amedê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 äæÝãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Silav û rêz
Ji Þaredarê Amedê mamoste Osman Baydemir yê rêzdar re.
Bê guman, di dîroka gelê kurd de bajarê Amedê Xwedî navekî pir buha û navdar e. Xwedî cihþîn û þikodariya berevaniya gelê me ye. Bêdiro! Amed dilê kurdistanê ye. Cihê raperîn û liberxwedanê ye. Nemaze ko kar û barê vî bajarê gewre di destên mirovên wek cenabê we gewre, zana û rêber de be. Xebata we gavek ji erk û stûbariya we ya dîrokî dinirxîne. Teqez bi destê we û bi xebata we bi navkirina navê bajarê Qamiþlo li sikakekê li bajarê Amedê ji her kurdekî dilsoz re pir bi nirx û sûde ye.


Cihê serbilindî û þanaziyê ye. Wek hûn dizanin li kurdistana rojava bajarê Qamiþlo navenda biryara kurdî ya ramyarî û rewþenbîriyê ye. Em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya vê gava we pîroz dikin, serkeftinê ji xebata we re dixwazin û li hêviya gavin mezintirîn in.
Hûn her bijîn ji bo derbirîn û çareserkirina pirsa gelê kurd li bakurê kurdistanê û ji bo nêzîkirina rojên riha û xweþtir ji gelê kurd re.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya
20-11-2013
Bajarê Qamiþlo






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3463