Daxuyanî Ji bo raya giþtî ji yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriya
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 äæÝãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Di roja 6-11-2013-an de, þandek ji yekîtiya nivîskarên kurd û vexwendiyên dîdariya wêjeyî ya ko ji 22 nivîskaran pêk hat bi awayekî fermî ji bo çalakiya wêjeyî –Roja edebiyata kurdî ya bakur- rojava- Bi çavdêriya serokê hukûmeta herêma kurdistanê û vexwndina Yekîtiya nûserên kurd li þarê Duhokê li rêka Fêþxabûr-Sê Malka hatin vexwendin.
bi aliyê berpirsyar re hatin çêkirin (Rêvebiriya Giþtî a Peywendiya Diplomatîk a Rojavayê Kurdistanê) û ew hat agadarkirin ku navên vexwendî li beregehê Sêmalka ne. Lê ji me re hat gotin ku ew beregeh bi Herêmê re girtiye .


 Tê zanîn ku xwedanê vexwendina dîtingehê tim teqez dikirin ko navên vexwendiyan li beregehê Sêmalka û Ibrahîm Xelîl tenê hene. Ji neçarî me berê xwe da beregehê Þilikiyê, piþtî alîkarî û piþtgiriya ko Rêveberiya giþtî û dezgeha asayîþên rojava ji þandê re kir. Lê piþtî bendewariyeke dûr û dirêj ji katjimêra 10-ê beyanî ta 7-ê êvarî rê li ber þandê venebû ko derbas bibe tevlî ko gelek pêwendî û têkilî bi dezgehên herêma kurdistanê re çêbûn.
Bêdudilî, Yekîtiya nivîskarên Kurd di têkiliyên xwe de dezgeheke nuh û birêkûpêk e. Di têkiliyên xwe de bi hemî desthilat û dezgehên kurdî re xêrxwaz e. Lewra, em bi avakirina xurtirîn pêwendiyan digel van saziyên rewþenbîrî re ne. Lê bi awayekî rastgo û li ser bingeheke wekhevî, þaristanî û serbixwe. Ji ber ko em hebûneke çandî û serbixwe ne. em bi hêvî ne ko çand û kelepura mezinên mîna E.Xanî, M.Cizîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Goran û Cegerxwîn li ser sînoran bi sedema pêlên siyaseta tund neyê rûxandin. Ji ber armanca me ew e ko zimanê danûstendinê û biratiyê di nav van saziyan de bi kar bê. Lewra, em dixwazin li hember berjewendiya gelê me hemû beregeh û sînorên girtî vebin.
 Hêjayî gotinê ye, ko em nerazîbûna xwe li hember avakirina dîwarê þermê didin xuyanî û wê pirotesto dikin. Ew dîwarê nijadperestiyê yê ko komara Turkiyê dixwaze di navbera bakur û rojava de ava bike. Ji ber van sedemên bi aloz û dijwar, em vê daxuyaniya xwe ji raya giþtî re diyar dikin, da ko em vê rastiyê binirxînin, ew rastiya ko duhî li ser sînorê Kurdistanê birîndar bûye.
 Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya.
 Qamiþlo 7-11-2013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3448