Bajarê Qamiþlo PENa Kurd Himbêz dike
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 02 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Berzo Mehmûd

Di vê dema ku welatê Sûriya di kirîzeke dijwar de dibûrê, xwîn li kolana diherikê, þer li hemû aliyan pêketiye, kuþtî û þehîd li her derî dikevin, di vî wextê ku dever û nevçeyên Kurdan jî ketiye ber êrîþên çete û reþkuj û þofînistên çekdar de, þandeke birûmet ji Pena Kurda navnetewî, ku pêkhatiye ji serokê Pena Kurd, kak Þêxmûs Sefer, û cêgirê wî, xûþka me Bêrîvan Doskî, û kak Omer Fîdan berpirsê govara /W/ li Amedê, cara yekem e, ku têne seredana bajarê Qamiþlo, rêkeftî 29.9.2013.


Em wek nivîserên bajarê Qamiþlo bixêrhatineke gerim didine van mêvanên hêja, û em gelek kêfxweþ in bi hatina wan li nav me, ku ji me re bû navtêdanek û handerek bo em pênûsa xwe çalaktir bikin jibo bergiriya welatê xwe.
Þandeke Pena Kurd di hatina xwe de li Qamiþlo seredana gora þehîdên Roava, helbestvanê mezin Cegerxwîn û xebatkar Osman Sebrî û hunermend Mehemed Þêxo kirin, herweha seredana saziya zimanê Kurdî û çend baregayên civaka þaristanî kirin, ku nuwênerê Penê li Qamiþlo, Konê Reþ, bi wan re bû. Jibilî van çalakiyên roja pêþîn, hevdîtinek bi nivîserên Kurdê Qamiþlo re hate sazkirin. Seredana penê di vê dema tengav de wê yekê didê xuyakirin ku endamên vê þandê bi giyanekî kurdperwerî û welatparêzî berê xwe dane roava, bo ku hem rewþa Kurdên Roava ji nêzîk ve bibînin, hem jî piþtgiriya me bikin jibo bilindkirina hêvî û awatên me. Helbet em jî ji aliyê xwe ve gav wan pîroz dibînin, û hestê wan yê mirovperwer û kurdperwer bi rêzgirtin û birûmet dinerxînin.
Me jî du rojên xweþ bi þanda Penê re bûrandin, em bihêvî ne ku saziyên Kurdistanî ji hemî parçeyên Kurdistanê bidin ser riya Penê û werin seredana Rojava. Em wek nivîserên serbixwe li roava, ku tevlî ti partiyên siyasî nebûne, ûmêdewar in ku hêzên siyasiyên Kurd li Sûriyê ji dilekî rast û bi baweriyeke xurt, dûr ji acendên partayetî û kesayetî,  berê xwe bidine yekîtiya armancê ku ew jî pêkanîna mafê gelê Kurd e li Sûriyê.  
Ji alîkî dî ve, hersê mêvan, Sefer û Doskî û Fidan, bi amadebûna nuwênerê Penê, yê þaxê Qamiþlo, Konê Reþ, hevdîtinek ligel nivîserên Qamiþlo li darxistin, û girûpek ji nivîser û rojnamevanan têde beþdar bûn. Di vê hevdîtinê de herçar endaman roniyek avêtine çend xalan, ku ew jî ev in:
1. Endamên Penê  roniyeke kurt avêtine ser dîroka Penê, wek dezgeheke navnetewî,
2. û pênase û erkên wê dane xuyakirin ku peyva pen ji sê tîpan pêk tê, her tîpek di despêka peyveke wêjeyî de hatiye ku ew jî bi vî awayî ye:
P:  poets,  helbestvan,  
e:  essayist, gotarnivîs,
n:  novels,  romannivîs û çîroknivîs.
Hersê tîp  /p e n/pevre dibin (pen), ku ev peyv di Ingilîzî de beramberî (pênûs) tê.
3. Pen ji çar komîteyan pêktê, yek jê bo ziman e, ya dîtir jî bo aþtiyê ye, û ya sêya bo bergiriyê li mafê nivîseran bikê di darûberên zîndakirinê de yan dema pêþêlkirina mafê nivîser ji aliyê deselatê ve.
4. Herweha, rageyandin ku her nivîserê bixwazê bibê yek ji endamên Penê, divê di riya nuwênerê Penê re xwe berbiijêr bikê ku ew jî hevalê me Konê Reþ e li bajarê Qamiþlo.  Ev jî bi riya dagirtina formekê wek daxwazname  bi agahiyên kesane yê daxwazker
5. Mercên berbijêrkirina nivîseran ta ku bibê endamê Penê evin:
A) ku nivîserê berbijêr berî her tiþtî du berhemên wî wek pertûk bi zimanê Kurdî pêþkêþ bikê.
B) Ya dîtir jî pêwîst e navûdengê daxwazker bi baþî û kurdperwerî hatibê belavkirin.
C) Mercê sêyem abone salane ye, ku ew jî bo nivîserên Kurdê Rojava 30 yoro ye, bigihê destê nuwênerê Penê, Konê Reþ, li Qamiþlo. Abone bo nivîserên Kurdên Ewrupa 60 yoro ye.
02.10.2o13







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3419