Bila Barzanî karekî ji xuþka me re peyda bike!
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 27 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Qedera me ye ku em rastgo ne, ji rastiyê pêve nabêjin, eger serê me jî têde here. Qedera me ye ku em nizanin dilxweþkirinê, rexne û peyv û helwesta ku gerek bê gotin bê dudilî dibêjin. Gelek caran pêl li berjewendiyên xwe yên kesane dikin ji bo berjewendiya giþtî bê parastin û rastî bi ser keve. Em ji bo gepek xweþ pêl li wijdanê xwe nakin, belê pêl li berjewendiya xwe ya kesane dikin, daku berjewendiya giþtî biparêzin. Em þelafî û þayîkkirinê nas nakin. Em birçî dibin û destê xwe li ber kesî venakin. Derew û dudiliyan nakin daku bi keramet bijîn.


Xuþka min Gula Þêrîn(Emîna Bîjo) rojnamevane, zanîngeh tewa kiriye. Sîfatên jor hemû têde hene. Ana li baþûrê Kurdistanê dijî û derî bi derî li dezgehên ragihandinê dide daku karekî peyda bike û ji dûv bi keramet bijî. Dixwaze ji dû keda xwe bijî û destê xwe li ber kesî veneke. Wek jineke dilsoz li gelek deriyan da, C.V ya xwe radestî gelek dezgehan kir, lê mixabin bê wasîte kesekî kar nedayê, wê jî nikarîbû wijdan û zimanê xwe bixapîne û dilxweþkirinê bike, êdî maye bê kar û bê hêvî. Lanetê li dunyaya keysebaz dibarîne, û ji xwe re dibêje: ana min fam kir bê çima kurdên dilsoz û baþ li paþ dimînin, û yên keysebaz ketine rêza pêþî, ew jî ji rewþa me kurdan a giþtî diyar e.

Êdî ji bo ew mirova zelal ji dû keda xwe bijî û hewcedarî kesekî nebe, em banga xwe dighînin ber destê serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û jê hêvî dikin ku bibe wasîte û ji xuþka me re karekî peyda bike. Eger daxwaza me ne ji kar û barê serokatiyê be, em hêvî û daxwaza xwe dighînin ber destê serokê hikûmeta Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî û ji cenabê wî hêvî dikin ku nameya me piþtguh neke, bêþek wezîrê wî yê ragihandinê dikare bi hesanî karekî baþ ji xuþka me û xwe re peyda bike.

Em di wê baweriyê dene ku wê her du rêzdar nameya me piþtguh nekin û hêviya me pêk bînin, ji ber ku gel ji bo ku bi keramet bijî tim hewara xwe dibe rêberên xwe yên baþ û dilsoz.

Birayê we Qado Þêrîn
26/09/2013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3414