Dawiya Peymana Sayîkis Pîko
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 25 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar:



Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Di despêka sedê bîstan de, du bûyerên girin çêbûn, herdû bûyeran riwê cîhanê guhertin..
Yek dema ku peymana Sayîkis pîko hate imzekirin û dido  imbiratoriya Osmanî ya ku jêre di gotin zilamê nexweþ hate hilweþandin. Û ya dî dema ku þoreþa Rosî bi serokatiya Lênîn bi serket û ji peymana Sayîkis pîko vekiþa û yekîtiya Soviyêt damezirand.


Piþtî çarsed salî ji desthilatdariya hesin û agir, Imbiratoriya Osmanî têk çû û ew miletên ku di bin nîrê zilm û zora Osmaniyan de b bihna Azadiyê kirin û nexþeka nû li þûna nexþa Imbiratoriya herifî hate raxistin û bi dihê welatan hatin afrandin lê niþtecî bûn neket dervê ji ber ku miletê kurd ma di bin destê çar dagirkeran de li gorî wê nexþa nû ya ku li gorî berjewendiyê dewletên mezin li þûna nexþa Imbiratoriya Osmanî hate raxistin.! Miletê kurd serî li ber dagirkerên kevin û nû rakirin her ku þoreþek bi hesin û agir dihate vemirandin yek dî li þûna wê radibû. Serhildanê miletê kurd ji hev qutned bûn ez di karim bibêjim ku miletê kurd yekemîn milet e ku þoreþê berdwamin di dijî kedxwara.
Lê heger ku em li þoreþa Lênîn binêrin nexaþa wê berevajî ya Saykis pîko  ye, ji ber ku bi dihê mileta di bin navê Yekîtiya Sofiyêt de hatin perçiqandin û berê wan kete bijavtinek hêdî hêdî û nediyar di wê zindana fere de, bi darê zorê aramî û niþteciyek di dewlatê xwe de bi cihanîn û Yekîtiya Sofiyêt bû hijmarek çetin di siyaseta navdewletî de, bi dihê milet û dewleta xwe dane ber siya wê...
Piþtî heftê û sê salan Yekîtiya Sofiyêk jî hilweþa û deriyê wê zindana girtî li ber miletê wê bi herdû felqan hatin vekirin û nexþeyek nû ji Yekîtiya Sofiyêt û hin dewletê Ewropa rojhilat re hate danîn û bi dihê miletê ku di bin navê Sosiyalîstê de hatibûn û dihatin perçiqandin serxwebûna xwe bi dest xistin û welatê xwe avakirin..
Li gor dîtina min îro karûbarê rastkirina nexþeya Sayîkis pîko tê kirin û di vê nexþeya nû de wê ciyê me kurdan jî têde hebê wek milet wek dewlet. Eger miletê kurd neghê mafê xwe aramî û niþtecî bûn nayê rojhilata navîn û wê nemînê bê þer û pevçûn.
Li gor dîtina min wê Tirkiya ji wê helwesta xwe ya ku di gotin em erê nakin dewletek kurdî çêbe ta ku li Efrîqiya yê jî be, wê ew piþtgêriya hebûna kurdan di nexþeya nû de bikin..!? Ji ber ku kurd misilmanê Sine ne û di misilmaniya xwe de ne wek Ereban hiþk û zehmetin û dikarin sînorê Tirka û berjewendiyê wan û Ewropiyan bi parêzin ji bilî xwe ji ber ezmûna kurdistana Iraqê li ber çavê me ye.. Me dî çawe di despêkê de û ta van salê dawî jî Tirka çawe têkilî bi herêma kurdistanê re ne dikirin û gef bi tund lê dikirin û hewldanê destêwerdana deverê dikir, lê dema ku bi seda kampaniyê Tirkî derbasî herêmê bûn, bû bazarek vekirî ji wan re ji nûv re hikûmeta Tirkiyê têkilî û dan û standin û peymanê abûrî bi hikûmeta herêma kurdistanê re danîn.
Di baweriya min de tiþtê ku di ezmûna kurdistana Iraqê de hatî serê wan vê carê nahêlin bi serê wan bê ji ber ku bûyer gelek çêbûn e, ku ew ne bi dilê wanin lê ji ber ku ew ji despêkê li dij sekinîn nema ji wan hatin ku li gor dilê xwe wan pirsgirêkan çareser bikin, lewma ez dibêjim wê vê carê ewê her tiþtî pêþwaz bikin.
Lê ma gelo wê Cihû erê bikin ku ciyê kurda di vê nexþeya nû de hebê..!?
Ez bawer nakim li gor dîtina min wê Cihû erê nekin ji ber ku dibê ku hebûna dewleta kurdî li ser hesabê wan be ji ber ku dibê ew nemîn in zarokê delalî li cem Emerîka û Ewropa û ji xwe heger ku Cihû erê nekin ez bawer nakim ne kurd bibin xwedî dewlet û nejî nexþeya Sayîkis pîko tê rastkirin..!!?
Ev gotar di rojnamya Nûdem de hijmara(8) Hatîye weþandin








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3410