Were Payîzê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe





Konê Reþ

Were payîzê were..
Were û sapê temenê min
Li ser bênderên Doda
Bidêre û ber ba bike..


Li þopa pêyên min di sikak û
Kolanê Qamiþlokê de
Bigere û biþopîne..
Were û çîroka Kepezê Kîkan û
Kewkebê Millan ji nifîê nûhatî re
Bibêje û bibilîne..

Were payîzê û
Qirþ û Qalan
Ji nav me bicivîne..
pêdiviya me
Bi wan nîne..
Were.. Çendî bayê te gur be
Nikare gundê min Doda,
bajarê min Qamiþlo û
Beriya Mêrdînê
Ji hiþ û xeyalên min
Bidûr xîne..

Were.. Em rûpelekî nû
Bi hev û din re
Mor bikin ku;
Keleha Mêrdînê
Kum û kolozê Beriyê be,
Gundê Eznawirê
Paytexta Sinceqa Xelef Axa be,
Bajarê Cizîra Botan
Destpêka deþta Hesina be..

Were payîzê were..
Tûrikê min dagirtiye..

Konê Reþ
Qamiþlo, 13.09.2013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3397