Siyaseta Fîftî Fîftî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 18 íæáíæ 2013
Mijar: Nûçe



Yasîn Hisên

(Tiþtê bi nêvî, jê neke hêvî)……..Pendek pêþiyan.

Ev bû nêzîka sere du meha û deriyê sînor di nava du (Kurdistan)a de hatiye girtin. Û ev serê du meha ye jî naçeyên Kurdî li jêr çemberê de ne, bi taybetî Efrîn.
Rojane em dibhîzin ku kurdên me ji Efrîn û Kobanê û Cizîrê berê xwe didin deriyê sînor, ji rewþa aborî ya xerab direvin, ji tunebûna avê û kehrebê û xazê û xwarinê bazdidin.


Ev mafekî rewa ye ji herkesî re ku bireve, bi taybet piraniya wan direvin ji bona zarokên wan ji birçîna nemrin. Bav û dê bitenê dizanin derdê kezebê çend girane, dema zaroka wan ji birçîna bigrî, yan jî þîrê wan tunebe, ku hebe jî nikarin bikirin. Herweha we kesê nexweþ ku dermanê wî nema li welatê wî peyda dibe, direve, bi hêviya ku çend saleke din li vê jiyanê bimîne, yan bi hêviya roja azadiyê ye.
Mixabin, sed mixabin, gelek nivîsakrên me jî agir bera nava benzene didin, ku dibêjin sedema girtina sînor filan alîye yan filan aliye. Sedema giritina Sînor herdû alî ne.
Yê ku zikê wî ser miletê wî biêþe, dive berî her tiþtî vê meselê çareser bike. Yê ku kezebþewtiyê welatê xwe û zarok û pîrê welatê xwe be, dive herdû aliya tazî bike û ji xelkê re bêje: Sînor bazirganan girtiye, ne helwesta siyasî. Ji ber di nava pistepista siyasetmedarê me de bihna genî ya bazirganiyê difûre, û mafyayên mirovan jî bûye buhara wan, ku li ser serê me kurdê sûrî bi sed hezarên dolara  dilîzin.
Wê Dîrok vî tiþtî û vê helwestê binivîsîne, wê binivîsîne ku tevgera me ya siyasî ketiye çalek pir gemarî û bi zehmetî jî wê jê derkeve.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3359