Siyaseta Navnetewî Li Rojhilata Navîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 07 íæáíæ 2013
Mijar: Nûçe



Salar Elo

Siyaseta dewletên mezin himber rojhilata navîn li ser hin xalên bingehîn ava dibe ji wan xalan:
1 – parastina tenahiya dewleta Isra`îl û sînorên wê.
2 – parastina berjewendiyên xwe yên aborî û bazarên firotina berhemên xwe.
3 – misogerkirina para xwe di çavkaniyên petrolê li herêmê.


Jiber van her sê xalên giring siyaseta dewletên navnetewî bi taybet dewletên Nato û Rûsya û Çîn li ser bingeha wekheviyê di navbera hêzên herêmî li rojhilata navîn de radibe,beriya niho bi 1300 salî þerê ku li rojhilata navîn dibû li ser bingehekî tîreyî dibû ku di navbera Sunna û Þî`ah de dibû,ji cenga Al-Cemel û Kerbla û ta niho ku þerekî tîreyî li sûriyê vêketî ye di navbera Sunna û Þî`ah de,herweha jî herdû dewletên mezin yên ne Ereb di herêmê de Turkya û Îran tevlî vî þerî bûn û her dewletkê ji wan destê aliyekî girt,ango hêzên herî xurt di rojhilata navîn de ew Sunna û Þî`ah ne,Sunna bi serkirdayetiya Turkya û Si`ûdiyê û Qeter û li rexê dî Þî`ah bi serkirdayetiya Îran û Hizbulah,herweha jî þerê navxweyî yê ku îro li Sûriyê dibe li ser bingehekî tîreyî tê kirin di navbera Sunna (opozisyona Sûrî û artêþa Azad û Cebhetalnusra) û Þî`ah (rêjîma Beþar Assad û Hizbulah),di raya min de tu alî bi ser nakeve û dê herdû hêz destvala ji vî þerî derkevin û dê hêza wan biþkê di vî þerî de,jiber ku siyaseta navnetewî di rojhilata navîn de li ser bingeha wekheviyê di navbera herdû hêzên mezin de Sunna û Þî`ah de avadibe,jiber ku çênabe hêzek ji wan ya dî tune bike ewê çaxê wê zirar bighêje Isra`îl û berjewendiyên dewletên mezin li rojhilata navîn,herweha jî ketina çavkaniyên petrolê bin destê Sunna an Þî`ah de metirsiyekê mezin li ser para dewletên mezin di-afrîne,jiber vê yekê dewletên mezin naxwazin ku çi hêz biserkevin di rojhilata navîn de,ew dixwazin ku hêza Sunna û Þî`ah wekhev be û himber hev be û li dijî hev be ne li dijî Isra`îl be û ne li dijî berjewendiyên wan bin.
Di encamê de,ez dikarim bibêjim ku þerê îro li Sûriyê dibe þerekî tîreyî ye di navbera Sunna û Þî`ah de ye,û siyaseta dewletê mezin himber vî þerî naxwaze çi alî bi serkeve dixwaze wekhevî di hêzê de hebe û dixwaze ziyanek mezin bighêje herdû hêzan,jiber vê yekê jî hîç dewletên mezin viyan li nik wan peyda nebûye ku rêjîma Assad bigiþtî birûxînin tenê dixwazin kesayetiya Beþar Assad û malbata wî ji desthilata Sûriyê dûrbixin,bi vî awayî divê opozisyona Sûrî naçar vî rengî ji çareseriyê ji pirsgirêka Sûriyê re bipijirîne.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3356