Partiya Demokrat A Kurdistanê di bîranîna 56an de.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 13 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



Samî Ehmed Namî

Ji kurdên welatperwer Osman Sebrî, Hemîdê Hecî Derwêş û Hemza Niwêran biryara damezrandina partiyeke siyasî ji bo kurdên Sûriyê hate dan.
Nîzamnama partiyê bi zimanê kurdî bi navê Rêziman bi destê Osman Sebrî û bi alîkariya  Dr. Nûredîn Zaza û Celal Talabanî hate nivîsandin.


Navê Partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Yek ji armancên herî giring yên partiyê rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê bû.
Endamên komîta navendî ya partiyê bûne: Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Hecî Derwêş, Hemza Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Henan, Şêx Mihemed Îsa û Cegerxwîn û Dr. Nûredîn Zaza  bû serokê partiyê.
Di 14 ê hezîrana sala 1957an de civîna komîteyê ya pêşîn lidarket. Ew roj wek roja damezrandina partiyê hat binavkirin.
Dema ko Partî, di 14 ê hezîrana sala 1957 an de hatibû damezrandin. Dr. Nûredîn  Zaza  xwendina xwe li Swîsra kuta kiribû û vegeriyabû Sûriyê û her di wê demê de mam Celal Talebanî wek penaberekî li Sûriya dijiya û li zanîngeha Şamê sala xwendina xwe ya hiqûq bi dawî tanî.
Ev herdu camêr, bi karûbarekî hêja rabûn, da bikaribin hemû rêxistinên kurdên Sûriyê, di hundirê partiyê de bicivînin. Ew rêxistin jî ev bûn.
Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd Li Sûriyê.
Di 21.04.1954 an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê , li bajarê Qamişlo hate damezrandin.
Damezrênerên Civatê: Mihemedê Mela Ehmed, Samîyê Mela Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elîyê Evdê û Derwêşê Mela Silêman bûn.
Bernama Civatê.
Hejmara bendên wê 17 bend in ji wan:
1-Navê Civatê: Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê ye.
2- Civat rêxistineke siyasî, çandî û civakî ye.
3-Komîteya Navendî wê serkêşiya Civatê bike.
4-Komîteya Navendî ji çar hevalan pêk tê, ew jî ev in: Mihemedê Mela Ehmed, Samîyê Mela Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elîyê Evdê û Derwêşê Mela Silêman.
Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina van armancan têkoşîn dikir:
5-Rizgarî û yekîtiya Kurd û Kurdistanê.
.
.
8-Di dibistanên kurdî de bikaranîna bernamekê ji bo xwendina bi zimanê kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werzişiyê.
.
.
11-piştgiriya jina kurd beramberî nexweşiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê .
Piştî têkçûna Civata Xoybûnê, Civata Xortan di nava kurdên Sûriyê de yekemîn rêxistina siyasî bû û Civata Xortan bi giranî ciyê xwe di civaka kurdî de çikiribû.
Ciwanên kurd bi dilpaqijî û bi dilgermî xwe li dora Civatê didan hev û dibûn endamên wê, ji ber ko tê de hêviyên xwe didîtin.
Civata Xortan xebata xwe ya siyasî, civakî, çandî û kultûrî bi xurtî bi pêş ve dibir ta sala 1957 an.
Di 30 ê çirya paşîn a sala 1957 an de, civînek li mala Dr. Ehmed Nafiz li Qamişloyê çê bû, ji bilî Dr. Zaza û Mam Celal, Ji aliyê Civatê Derwêşê Mela Silêman û ez (Samîyê Namî) beşdarî civînê bûn.
Gelek danûstandin di civînê de çêbûn û di dawiyê de, me soza civînekê di roja din de da.
Roja din di wî çaxî û li wî cîyî civîn hat lidarxistin. Di civînê de min dest bi axiftinê kir û got:
Hûn dizanin Civata Xortan yek ji rêxistinên kurd yên siyasî ye, li gor baweriya me, bi kar û hejmara endamên xwe rêxistineke dewlemend e lê digel vê jî me biryar da ko têkevin bin sîwana Partiyê.
Gava me nîzamname û hejmara navên endamên Civatê li ber wan danîn, wan ew kar û xebata me bi şadîmanî pîroz kirin.
Ji wê rojê ve Civata Xortên Demokrat ên Kurd bû beşek ji Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
Cem`iyet Ihyae El-Seqafe El-kurdîye
Di sala 1955an de civatek bi navê ”Cem´iyet Ihyae El-Seqafe El-Kurdîye” li bajarê Şamê û ji aliyê Osman Sebrî, Ebdilhemîd Derwêş, Miheme Salih hecî Derwêş, Mecîdê Hecî Derwêş û Xidirê Ferhanê Îso ve hate damezrandin.
Civatê li gor bernameya xwe çend pirtûk çap kirin: Elfabeya Kurdî, Bahoz û Derdê me yên Osman Sebrî.
”Sefehat Min El-Edeb El-Kurdî” ya Xanim Rewşen Bedirxan bi zimanê erebî, ”Elred Ela Elkosmolotiye” ya Ebdurehman Zebîhî bi zimanê erebî.
Civatê kar û xebata xwe berdewam dikir heta roja damezrandina Partiyê.
Partiya Azadî.
Di sala 1955an de hin alozî di navbera hejmarek welatparêzên kurd û komîta herêma Cizîrê ya Partiya Komonîst de derketin. Ji ber ko komonîstên kurd doza  rojnameke bi zimanê kurdî dikirin, wek rojnamên bi zimanê erebî û ermenî ko dihatin weşandin, ew jî piştî ko rojnama Dengê Cotkar ji weşanê hatibû rawestandin. Lê berpirsiyarên Partiyê daxwaza wan bi cî neanîn.
Roj bi roj hevrikî di nava wan de xurt dibû û dema ji daxwaza xwe bêhêvî bûn, bi  dehan endamên wê yên kurd ji endamîtiya Partiya Komonîst derketin û di sala 1958an de partiyek bi navê Partiya Azadî ava kirin.
Berpirsiyarên wê: Mela Şêxmûsê Hesarî (Cegerxwîn), Mela Şêxmûsê Qerqatî , Mela Şêxmûsê Şêxê û Mihemedê Mela Fexrî bûn.
Çawa Partiya Azadî tevlî Partiya Demokrat a Kurd bû.
Partiya Azadî hevdîtin û danûstandin bi Partiya Demokrat a Kurd re kir û piştî li hevkirinê, hejmarek ji endamên wê bûne endamê Partiya Demokrat. Cegerxwîn bû endamê komîta navendî û Mihemedê Fexrî bû endamê komîta herêma Cizîrê û Partiya Azadî wek partî nema.
Komela Zanistî Û Alîkarî A Kurdî
Komela Zanistî Û Alîkarî A Kurdî, di sala 1956an li bajarê Helebê hatibû damezrandin.
Damezrênerê Komelê Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Xanim Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî, Mopêzan û Heyder Mihemed Kenco bûn. Nîzamnama Komelê bi navê Rêol bû. Ti têkilî û danûstandin di navbera Komelê û Partiyê de çê nebûn da ko wek rêxistinên din têkevin bin sîwana Partiyê.
Welatparêzên Kurd endamên berê yên Xoybûnê.
Ev welatparêz endamên berê yên Civata Xoybûnê bûn . Civata Xoybûnê di sala 1927an de hate damezrandin û di dîroka kurdan de bû rêxistineke pir giring, karên pir mezin, di warên siyasî û şiyariya milet de kirin. Bi kar û barê şoreşeke nû li dijî tirkên dagîrker, ji bo rizgariya Kurdistanê rabû.
Berpirsiyarên komîta navendî û yên komîtên herêmî yên barê Civatê hilgirtibîn ji wan: Mîr Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Haco Axa, Emînê Ehmed, Yado Axa, Sadîn Axa û birayên Şêx Se`îd, Şêx Ebdilrehîm, Mihemed Mihdî û Tahir û zaroyên Şêx Eliyê Palo, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Şêx Evdurehmanê Garisî, Dr. Ehmed Nafiz Beg, Şewket Zulfî Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Arif Beg Ebas, Evdirehmanê Elîyê Yûnis, Saroxan Axa, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Ehmed Namî, Hemza Beg Meksî, Evdilqadir Ezîz (Qedrîcan), Reşîd Kurd, Evdê Têlo, Hesen Hişyar, Mela Ehmedê Şûzî, Mistefa Botî, Mihemed Elî Şêxmûs(Şiwêş) û Qudûr Beg.
Civîna pêşî a Xoybûnê li bajarê Qamişlo li mala Qudûr Beg civiya.
Partiya Demokrat a Kurd û Welatparêzên Kurd yên Xoybûnê.
Gelek civîn di navbera wan û berpirsiyarên Partiyê de çêbûn, da ko têkevin nava rêxistina Partiyê de. Ji wan civînan civîna herî giring ya ko li bajarê Qamişloyê bi alîkarî û keftelefta Ehmed Namî li bexçeyê mala wî hat lidarxistin. Endamên komîta navendî a partiyê  û hejmarek ji endamên berê ên Xoybûnê ko bêtirê wan berpirsiyarên Civata Xoybûnê bûn wek Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Dr. Ehmed Nafiz, Hesnê Haco Axa, Cemîlê Haco Axa, Arif Ebas û hin welatperwerên kurd di civînê de amade bûn.
Dan û standinên dûr û dirêj nemaza li ser van xalên jêrîn hatin kirin:
a-Hesenê Haco Axa bibe serokê Partiyê.
b- Sê hevalên endamên berê ên Xoybûnê û du endamên Partiya Azadî têkevin komîteya navendî ya partiyê.
Civîna duwemîn li bajarê Helebê pêk hat, tiştên ko li ser li hev kirin, rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê û serokatiya rûmetê ya Hesenê Haco Axa bûn. Li hev kirin ko ji her du aliyan komîteyek bê avakirin ji bo karûbarên kongreya bê ko tê de komîteya navendî bê hilbijartin.
Mixabin Civîn bû civîna dawî di navbera her du ciyan de…..
Çavkanî: Pirtûka Dîmenin Ji Dîroka Winda. Samî Ehmed Namî, weşanxana Apec. Stockholm. 2000.
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2013.06.14








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3330