Li Qamiþlo me 120 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan Pêk Anî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 05 ãÇíæ 2013
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Di roja 26.04.2013an de, me li Hola Mîr Celadet Bedirxan, a Partiya Çepa  Demokratî Kurdî li Sûriyê, bajarê Qamiþlo, 120 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan pêk anî. Di destpêkê de, piþtî xuleyek bê deng û xwendina sirûda netewî kurdî (Ey Reqîb), Winda Þêxo birêvebera bîranînê pênasînek balpêþ derbarî malbata Bedirxaniyan û bi taybetî mîr Celadet Bedirxan anî ziman û ez û hevlên min ji beþdaran re pêþkêþ kirin.


Min jî di destpêkê de silav û spasiyên Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan gîhandin cemawerê beþdar û her wiha min got, ku wê mamoste Mihemed Þêxo gotina mamoste Azad Selah Saadella, neviyê Mîr Celadet Bedirxan ku ji Hewlêr þandiye ji we re bixwîne.. û min ev gotina xwarê li dor Mîr Celadet Bedirxan ji cemawerên beþdar re xwend. Di pey min re mamoste Derwêþê Xalib, li dor mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan û mîrektiya Botan gotarekî bi nirx xwend.. di pey wî re mamoste Xalis Musewer, çend xisletên mîr Celadet Bedirxan gotin.. di pey re xortekî Siryanî ev roj li gelê kurd pîroz kir.. di pey re Mihemed Þêxo gotina neviyê mîr Celadet mamoste Azad Selah Saadella xwend.. di pey re, kalemêrê kurd Salihê Silo, yê ku 8 dîwanên Cegerwîn ezber kirine, ew helbesta ku Cegerxwîn ji mîr Celadet re nivîsandiye û di Hawarê de belav bûye got:
Begê min serwerê min, ey Celedet
Þahê min, rêberê min pirr edalet..
  keçekê ji Derbasiyê gotina Yekîtiya Nivîskarê Kurd li Derbasiyê xwend.. û her wiha keçeke din ji Derbasiyê gotina Koma Zelal xwend. Di dawiyê de mamoste Fewazê Kano gotina  Partiya Çepa  Demokratî Kurdî li Sûriyê xwend û spasiya nivîskaran û xelkên beþdar kir.. Di dawiya dawî de, bawernameyên xula yekemîn yên Hola Mîr Celadet Bedirxan ku mamoste Abbas Îsmaîl ew ferkiribûn, ji rex min û mamoste Xalis Musewir li þagirtên zimanê kurdî hatin belavkirin.
Ferm gotina ku min di rojbûna 120 saliya Mîr celadet Bedirxan de xwendiye, bixwînin:

 Di 120 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan de


   Piþtî ku min silavên Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan gîhand xekên Qamiþlo û  beþdaran, min bi vê gotina Mîr Celadet Bedirxan destpê kir:
:
(Tiþtê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e. Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hin kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji Kurdê xwenda re divêt heke ber destên wî de Kurdên nezan nînin, li wan bigere, wan peyda û hîn bike..)"1"
Miletên xelkê, xwe bi mirovên xwe yên zana, þareza û mêrxas paye û pesin didin, xwe bi wan didin naskirin, lê em gelê Kurd, ta  di vî warî de jî nezan û paþketîne.. Qey ev jî qedera me ye..
Îro, 26 ê nîsanê ye, roja ji daykbûna Mîr Celadet Bedirxan e, 120 sal di ser rojbûna wî re derbas dibin. Mîr Celadet Bedirxan ev mirovê ku zimanzan, rojnamevan, helbestvan û dîplomasîyekî Kurdî jêhatî bû, ev mirovê ko ji berî (81) an ve elfabêyeke Kurdî xweser, bi tîpên latînî ji Kurdan re berhevkirîye, piþtî xebateke (13)  salan ku pêre dûmkir û roja îro bi saya wê elfabayê gelek kovar û rojnameyên Kurdî bi tîpên latînî têne weþandin, hem jî ku bêtirî (5-6) enstîto û navendên Kurdî li Ewrûpa hatine damezirandin û kar û xebatên xwe bi wê elfabêyê didûmînin.
Mîr Celadet Bedirxan, ev mirovê ku bi zanîn, dûrdîtin û berpirsyarî xwe hinkûf û berberê Mistefa Kemal Paþa didît, ev yek di pirtûka wî (Nameyek ji Mistefa Kemal Paþa re) xweþ diyare.
 Di bawerîya min de heger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paþa re hatin, ji Mîr Celadet Bedirxan re bihatina, wê Mîr Celadet nekêmî Mistefa Kemal Paþa ji gelê xwe re çak û rindî kiriba.. Tevî ku em ne bi nîjadperestiya Kemal Paþa re.
Lê mixabin tev derfet li pêþ wî girtîbûn, tevî wilo jî tiþtê ku jêhat ji gelê xwe re pêþkêþ kir. Eger (Atatork) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bê goman Mîr Celadet Bedirxan jî (Atakurd) ê Kurdane, bavê çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî ya giþtî ye.
Mîr Celadet Bedirxan, evê ku kûr û dûr di rewþa gelê xwe de ponijî û di wê ponijandinê de dûrdîtî bû û weha ji gelê xwe re digot:
(Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi þûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê.. )." 2 "
Bi wateyeke din, Mîr Celadet Bedirxan wek bijîjkekî pispor bû,  xweþ dizanî bê nexwþîyên gelê wî di kudene û derman çiye. Wî derman ji nexweþîyan re datanî, ew derman di rêka nivîsandina bi zimanê Kurdî de bû, bi wî zimanî derman þanî gelê xwe dida. Lê mixabin gelê wî, xwe bi dûv dermanê wî de newstand û lê nedigerîya, tu giringî nedida  dermanê wî..!!
Vêca ji neçrî digot û dibiland:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka þexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..)." 3 "
Mîr Celadet Bedirxan, li ser rêka Apê xwe Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dilivîya, hawar û gazîya wî, ji ya mamê wî bû.
 Ew Mamê ku di 22 ê nîsana 1898 an de, yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) li Qahîre weþandîye û di nav rûpelên wê de gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin )."4"
Mane gereke ku navendên Kurdî yên çandî, kovar û rojnameyên Kurdî, li ser weha  roj, ku  di roja 26 ê nîsana isal de (120) sal di ser ji daykbûna wî re derbas dibin, rawestin jînenîgarîya wî, rojnameyên wî bidin naskirin, da ku ji nêzîk ve miletê wî, wî nasbike û serwextî xebatên wî bibe.
 Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Celadet Bedirxan hene ku me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek: Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 - 1946 an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî berpirsyarê Kovara (Jîn -1918) li Stambolê, Mewlana Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî - 1909) li Stambolê, ev mirov di sala 1930 î de li Helebê çûye ber dilovanîya xwedê û îro kesek gora wî nasnake. Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908 an de li Stambolê û di sala 1917 li Qahîre rojnameya (Kurdistan) weþandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Ebdirezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûreddîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paþa, Ekrem Beg Cemîl Paþa, Qedrîcan û weha bi dehan ji welatparêz û rewþenbîrên gelê Kurd, yen ku tev jiyana xwe di ber gel Kurd û Kurdistanê de xerckirine.
Ji mafê waye jî, ku em wan li bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
Jêder :
1 _ Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (27) Þam/1941.
2 _ Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût/1943.
3 _ Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Þam/1942.
4 _ Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Misir/ Qahîre/1898.


 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3290